Li Îranê merasîmên 40 rojî veguherîn xwepêşandanê

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îran û Rojhilat, bi munasebata 40 rojî, li gelek bajaran ji bo xwepêşandêrên ku jiyana xwe ji dest dabûn, merasîmên bibîranînê hate lidarxistin û goristan veguherîn qada xwepêşandanê. 

 
Xwepêşandanên li Îran û Rojhilat di roja 53’yemîn de didomin. Di 7-8’ê Çileyê de bi êrişên hêzên rejîmê qetlîam rû dan û ev roj ji aliyê gel ve wek destpêka qetlîman hate qebûlkirin. Gel di 17 û 18’ê Sibatê merasîmên 40 rojî li dar xist. Li bajarên ku merasîmên 40 rojî hate lidarxistin de bi hezaran kes daketin kolanan. Merasîmên bibîranînê veguherîn xwepêşandanan. Girseyên ku li hin nuqteyên bajêr kom bûn wêneyên kesên hatine qetilkirin hilgirtin û tevî zêmaran dirûşma “Mirin ji Hamaney re” berz kirin. 
 
Li bajarên Sinê û Bokanê di merasîmên 40 rojî de bi sedhezaran welatî li goristanan kom bûn. Li gorî çavkaniyên xwecihî di xwepêşandanan de heta niha li Şirzad a girêdayî Bokanê hezar û 404 kes hatine qetilkirin. Bi sedhezaran welatiyên ku li goristanê kom bûn, li dijî rejîmê dirûşm berz kirin. 
 
BIBÎRANÎN Û PROTESTO
 
Li bajarê Abdanan ê girêdayî eyaleta Îlamê ê ku bûye sembola xwepêşandanan, di 17’ê Sibatê de welatiyan xwestin ku merasîmên bibîranînê û meşê li dar bixin lêbelê hêzên rejîmê bajar dorpêç kirin. Li gorî çavkaniyên xwecihî; hêzên rejîmê li Abdananê welatiyên ku xwestin xwepêşandêr Sarfaraz Alîreza Sayîdî ê ku di xwepêşandanê jiyana xwe ji dest dabû, bibîr bînin gule baran kirin. Li gorî îdiayan di encama gulebaranê de welatiyek hate qetilkirin, lêbelê îdia hêj nehatiye piştrastkirin.
 
Herwiha li bajarê Abdananê bi şev xwepêşandan û meş bi dirûşman ve domand.
 
Li Zanjanê jî Jawîd Rezaeî yê ku di 8’ê Çileyê de di xwepêşandanê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wî ji aliyê malbat û xizmên wî ve hate bibîranîn.
 
Bajarê Îsfehanê bû qada bibîranînên bi heybet. Sedhezaran welatî tev li merasîmên li navenda bajêr bûn. Girse bi dirûşman ber bi goristanê ve meşiyan.