Civîna dawî ya Komîsyona Meclisê dest pê kir

Parve bike:

ENQERE - Civîna dawî ya Komîsyona Meclisê ku bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, dest pê kir. 

Civîna dawî ya Komîsyona Meclisê ku bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, bi serokatiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dest pê kir. Di civînê de dê li ser rapora dawî were axaftin. Tê payin ku di civînê de rapor bê aşkerakirin, nîqaşên berfireh li ser bên kirin û bidin dengdayînê. 
 
Endamên hemû partiyên di komîsyonê de cih digirin tev li civînê bûn. Tê gotin ku di civînê de dê li ser raporê nirxandin, rexne û pêşniyar bên kirin. 
 
RAPOR JI 7 BEŞAN PÊK TÊ
 
Nûman Kurtulmuş di destpêka civînê de axivî û têkildarî raporê agahî da. Kurtulmuş, diyar kir ku rapor ji 7 beşan û ji 60 rûpelan pêk tê. Kurtulmuş, anî ziman ku di raporê de cih dane verastkirinên îdarî û hiqûqî. Kurtulmuş, têkildarî serenavên di raporê de axivî û got: “Di beşa 1’emîn a raporê ya bi sernavê xebatên komîsyonê de, xebatên komîsyonê û pêvajoya têkildarî wê tê vegotin. Di beşa 2’yemîn de cih daye hedefên sereke yên komîsyonê û nîqaşên me yên li vê derê. Di beşa 3’yan de cih daye dîrok û hiqûqa xwişk-biratiya Kurd-Tirkan. Di beşa 4’an de gotin, nirxandin û kirinên kesên di komîsyonê de lê hatiye guhdarîkirin. Di beşa 5’an de xwefesixkirina PKK’ê û pêvajoya çekberdanê. Di sernavê 6’an de pêşniyarên verastkirinên zagonî yên têkildarî pêvajoyê û di beşa 7’an de jî pêşniyarên têkildarî demokratîkbûnê hene. Rapor, bi beşa encam û nirxandinê bi dawî dibe.”
 
‘PÊVEK DÊ BI AWAYEKÎ ZELAL BÊN PARVEKIRIN’
 
Kurtulmuş, da zanîn ku li gel rapora sereke, dê 5 pêvek bên amadekirin û wiha pê de çû: “Di pêvekan de dê têkildarî xebatên komîsyonê agahî û belgeyên berfireh hebin. Yek ji van endamên Komîsyonê ne. Ya din şêwaz û esasên xebata komîsyonê, lînkên malperên webê yên nushayên dijîtal ên raporên partiyên siyasî yên di komîsyonê de cih digirin û parvekirina wan a bi koda QR’ê bi raya giştî re ye. Her wiha kurteya naveroka 20 civînên heta niha, lîsteya nûnerên sazî û dezgehan ên di civînan de lê hatiye guhdarîkirin. Dê axaftinên vê civîna 21’an jî weke kurteya civînê weke pêvek were weşandin.” 
 
'GELÊN TIRKIYEYÊ BEDELÊN GIRAN DAN’ 
 
Kurtulmuş, diyar kir ku gelên Tirkiyeyê salên dirêj bedelên giran dane û got: “Dema pirsgirêk li Meclisê tên nîqaşkirin, asoya çareseriyê jî pêş dikeve.” 
 
'BERSIVA ME YA LI DIJÎ MUDAXILEYAN BÊHTIR XWIŞ-BIRATÎ YE’ 
 
Kurtulmuş, got ku sedema pirsgirêkên îstîqrar, edalet û demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn, mudaxileyên emperyal in û got: “Bersiva me ya li dijî vê jî dê bibe hîn bêhtir xwişk-biratî. Tifaqeke xwezayî ya Tirk, Kurd, Ereb û gelên din ên li herêmê dê senaryoyên hêzên emperyal vala derxîne.” 
 
Kurtulmuş, anî ziman ku ew piştgiriyê didin her gotin û gava xwişk-biratî û aştiya civakî li Tirkiyeyê pêş dixin û meseleya heyî ne bi hînbûnên heyî lê bi nêzikatiyeke jidil û bi gavên bibiryar dikare bê çareserkirin. Kurtulmuş, diyar kir ku ev pirsgirêk yekser hebûn û pêşeroja wan eleqedar dike lewma divê nebe mijara hesabên siyasî. 
 
Kurtulmuş, bi domdarî spasiya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku jiyana xwe ji dest da kir.