ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê Deklarasyona 8’ê Adarê û bernameya çalakiyan aşkera kir.
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navenda partiyê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê deklarasyona amade kiribû aşkera kir.
Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê parlamenter Sumeyye Boz, Tirkiya wê jî ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ve hate xwendin.
Deklarasyona bi sernavê ‘Em bi serhildan xwe berxwedanê, bi berxwedana jî jiyanek azad û wekhev dihûnînin’ bi vî rengî ye:
“Jinên karker ên tekstîlê, li Newyorkê di sala 1857’an de ji bo jiyana wekhev û azad , ber xwe dan. Dewlet û sermaye xwestin kû bi qirkirinê vî berxwedanê tune bikin. Lê belê serhildana ku ji wê kargeha tekstîlê bilind bû, bi sedan sale bûye nîşana têkoşîna jinên enternasyonal ên ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin û îro jî ev têkoşîn hê berdewam dike.
Bi nêzbûna 8'ê Adarê, em hemû jinên kû ; ji bo jiyana azad û wekhev têkoşiyane, ji bo vê berdêl dane, hatine qetilkirin û wendakirin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Têkoşîna me jinan, têkoşîna Clara, Rosa, Sakîne, Louise, Gonca Kuriş, Nagihan, Arîn Mîrxan, Silham Hasan û Mahsa Aminiyê ye.
Hemû jinên ku îro, ji ber, têkoşîna azadî, wekhevî û sosyalîzmê di girtîgehanda tên girtin, birêzdarî silav dikin. Têkoşîna me jinan, têkoşîna Fîgen Yuksekdag, Ayşe Gokkan, Leyla Guven, Tanya Kara, Nergis Muhammedî, Pexşan Ezîzî ye û di şexsê wan de têkoşîna bi hezaran jinên di girtîgehan de ye.
Îsal di 8'ê Adarê de; Bi mîrateya berxwedana jinên ku li hemberî sîstema mêrserwerî ya bi hezar salan serê xwe netewandine, li hemberî tarîtiya ku me dorpêç kiriye, rêya têkoşîna hev dû ronî dikin.
Em li hemberî şer, îstismar, talan, xizaniyê û siyaseta dijminatiya li ser jinê serî radikin!
Bi gotina ‘Em hebûn, em hene û em ê hebin’, re dîroka, nihaya û pêşeroja jiyana azad û wekhev in! Li vê erdnîgariyê, bi gotina ‘an jiyan an jî barbariya kapîtalîzmê’ em li her derê ne!
Di serî de li Rojhilata Navîn û li çar aliyên cîhanê, êrişên sîstema kapîtalîst a mêrserwer, netewdewlet û rejîmên hukûmetên çeteyî ku yên li ser nasname, çand, bawerî, ked û bedena jinê didomînin em qebûl nakin.
Di şerê Îsraîlê yê li ser Filistînê de, jinên Filistînî yên ku di hedefa qirkirinê de ne, ne tenê ne. Hemû cihan bigihîje hev jî li hemberî jinên Filîstînî, bi êrişên xwe yên zayendî, ew ê nikaribin rûyê berxwedanê yê jinan ji holê rakin. Em bi jinên Afganî re ne ku li dijî zilm û zordestiya herî giran a zayendî ber xwe didin. wexta kû tarîtiya tundî û newekheviyê li her derê kûr dibe, hêza berxwedan û piştevaniya me jî bilindtir û bihêztir dibe.
Ew jinên ku li Îranê, li hemberî rejîma molayan bi hêrs dibêjin ’em ê jiyanê ji nû ve bistînin’, ew jinên ku li kolan û li girtîgehan li ber xwe didin re; em bi felsefeya me ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’û bi têlên porê Jîna Emînî em serhildana xwe dihûnînin. Rejîma molayan a dijminê jinan nikare demê paş ve bibe, li Îranê serdema jin û gelan wê bi ser bikeve.
Li Sûriyê jinên Elewî, Dûrzî, Suryanî, Xiristiyan, Tirkmen, Kurd û Ereb ku di bin lepên zayendperestî û nijadperestiyê de dixwazin bên qetil kirin; li hemberî hemû çeteyên mêrserwer û rejîmê, em dibin dengê jinên ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk têdikoşin.
‘ROJAVA DILÊ JINAN E’
Em îlhama xwe ji jinên Rojava digirin ku çeteyên DAIŞ’ê ji holê rakirin, li Rojhilata Navîn sîstemên mêrserweriyê serûbin kirin û şoreşa jinê ava kirin. ew şoreşa jinê ye ku nîşanî hemû cihanê da; Şoreşa gelên Rojava de wekhevî, azadî, aştî û jiyaneke din di van axanda pêkan e.
Banga me ji HTŞ'ê û hêzên kapîtalîst ên ku ji bo teslîmgirtina şoreşa jinê êriş dikin re ye; em dibêjin li her derê em Rojava ne, Rojava em in. Ew pergala mêrserwer ya ku dixwaze jinê bê nefes bihêle re em dibêjin; Rojava dilê me hemû jinan e, cîhana wan e.
Em ê rê nedin fetwayên bêehlak ku bedana jinê weke xenîmet dibîne û lê îşkence dike, keziyên jinan jê dike. Em, ew jinin ku bi honandina berxwedana xwe ji hevdu re bûne sîper. Hişmendiya ku ji keziyên me ditirse, bi girtin û binçavkirinan helbet nikare piştevaniya me bi jinên Rojava re rawestîne. Bi hêrsa xwe, bi serhildana xwe û bi piştevaniya jinen re, em hê jî dîwarên desthilatdaran hildiweşînin.
‘DOZA EPSTEIN PERGAL BI XWE YE’
Di vê 8’ê Adarê de; ew labirenta şer a li Rojhilata Navîn de em rêya aştî û demokrasi bi gotina xwe bi tekoşîna xwe bi qewîn kirina aqubeta hevdu re em ê bibînin. Ew neyarên jinan ku di serî de li Rojhilata Navîn û du re li hemû cîhanê bi şer û talanê rêve dibin, nas dikin û rûyê wan ê kirêj eşkere dikin. Rûyê rastî yê pergala kapîtalîst a mêrserwer, wekî kujera mêr a hezar salî, bi dosyayên Epsteînê careke din derket holê. Em,ew kesên bi şer xwe têr dikin, kujer, îstîsmarkar û me ji jiyan û axa me didizin, baş nas dikin.
Doza Epsteinê, ne kemasiyeke di nav pergalê de ye, ne jî sûcekî takekesîye. Ew pergala riziyayî û xerab bi xwe ye. Rastiya pergala mêrserwer, kujer, mafya, çete ye ku tenê di bin erdê de nîne. Ev rastiya kujerî û îstismarkariya pergala mêr-dewlet-sermaye, ya li hemberî jin û zarokan e. Hişmendiya kû Narîn Guran qetil kir li her derê ye. Tehemula me ji polîtîkayên we yên bêcezahiştinê re nemaye.
Em rûyê rastîn ê vê pergalê eşkere dikin û em bangawazî dikin werin di 8’ê vê Adarê de ji bo ronîkirina tariya li ser jin û zarokan, em hesap ji wan bipirsin.
Em pergala desthilatdariyê ya ku sala 2025’an weke sala malbatê îlankiriye û roj bi roj jinan tune dihesibîne, nas nakin. Em dest ji Peymana Stenbolê û deskeftiyên xwe bernadin. Bêyî ku bêjin şev an jî roj, bi hêrsa xwe li tax û sikakan, em bihevrebûn û hevgirtinê dihûnînin.
‘EM Ê LI DORA AŞTÎ Û HÊVIYÊ BICIVIN’
Li vî welatê ku jin her roj tên qetilkirin, ji bo jiyana xwe, em jin têkoşîna xwe digihînin hev. Li dijî şer aştiyê, li dijî talankeriyê xwezayê, li dijî hişmendiya tunehesibandinê hebûna xwe, keda xwe, vîna xwe, laşê xwe, em tev bi hev re diparêzin. Em jin li vî welatî bi têkoşîna xwe, aştiya birûmet, jiyana gelan ya azad û wekhev ava dikin. Em li ser vê axê bi dehan salaye tekoşîna aştiyê dimeşînin.
Banga Aştî û Civaka demokratîk a birêz Ocalan ya 27’ê Sibatê, rêya çareseriya şer a li vî axê, banga honandina pêşeroja gelan a hevpar e. Siyaseta aştiyê û îrada wê ye. Beşdarbûna banga wêrek a ji bo çareseriyê, ji bo me jinan têkoşîna bi hêvî li pêşerojê nêrînê ye ku her diçe em kurtir hîs dikin. Ji bo avakirina aştiyê, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û xwedî derfetê xebatê bûyîn, garantiya çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi rêya demokrasiyê ye. Di 8’ê vê Adarê de em ê li dora hêvî û aştiyê bicivin.
Siyaseta qeyûm ya ku pergala me ya hevserokatiyê hedef digire û polîtîqayên şerê taybet ku jiyana jinên ciwan didize Em ê bi têkoşîna xwe ji holê rakin. Ji bo bîranîn û mafê bi hezaran jinên ku wekî Denîz Poyraz, Rojîn Kabaiş, Durdona Xokîmova, Gulistan Doku, Elev Koç hatine qetilkirin û winda kirin, me dev ji hesab pirsîna bernedaye, em ê dev jê bernedin. Li her qada ku em lê ne, em ê bi serhildana xwe bibin tirsa vê pergala dijminê jinan.
Têkoşîna jinên astengdar, têkoşîna li hemberî nîjadperestî, zayendperestî û saxlemperestiyê ye. Em dixwazin serhildan û çoşa 8’ê Adarê, bi çoş û serhildana jinên astengdar re bigihînin hev. Ji bo bihîstina dengê hev, em bang dikin, werin em bibin dengê hev.
Li hemberî xizaniya jinan em hemû bi hev re serî radikin. Li hemberî di her qeyranê de fatorê li keda jinan tê birîn û ji qepa nanê wan tê dizîn, bi vî yekê bêhna me teng e. Bi serketina ew grevên jinan kû di dorpeça tundiya sermaye û desthilatdaran; ewê bibe derdê vê pergalê. 8’ê Adarê ew ê hemû der bibin qadên berxwedan û grevên jinan.
ÇARESERÎ DI BERXWEDANA JINAN DE YE
Em dizanin çareserî di berxwedana jinan a bi israr de ye; ji bo welatekî berdêla nan ne mirin be, jiyanekê birûmet be, ji bo mafê jiyana me bi nefretê ji me neyê stendin, tevî cudahiyên xwe em bibin garantiya mafê jiyana hevudû, ji bo li hemberî pergala dadgehê ya qetilkirina jinan bê ceza dihêle û fikra qetilkirina jinan jî weke şerma mirovahiyê bê dîtin, ji bo welatekî ku cihê parastina azadiyê ne girtîgeh be, ji bo warê jinan a li komarekî demokratîk em 8’ê Adarê li qadan in. Jin jiyan azadî. Bijî hevgirina jinan.”