Ji bo hevşaredar Akiş biryara domandina rewşa girtî hat dayin

Parve bike:

COLEMÊRG - Di danişîna jinûvedarizandina Hevşaredarê Colemêrgê Mehme Siddik Akiş de biryara domandina rewşa girtî hate dayin. 

 
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, bi îdiaya “rêvebertiya rêxistinê” dihat darizandin û 19 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Ceza, ji hêla Dadgeha Edliye ya Herêma Wanê ve hatibû betalkirin û biryara jinûvedarizandinê hatibû dayin. Danişîna 2’yan a jinûvedarizandina Akiş, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hat lidarxistin. Akiş, ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin, bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. 
 
'ARMANC EW BÛ KU LI ŞÛNA MIN QEYÛM TAYÎN BIKIN’ 
 
Akiş, têkildarî îdiayên der heqê xwe de parastina xwe kir û got: “Ez, tawanbariyên li min tên kirin qebûl nakim. Min ev yek di hemû danişînan de jî anî ziman. Dadgeh, her tim bi îdiaya ‘gumana revê’ der heqê min de biryara domandina rewşa girtî dide. Ez bi tu cihekî ve narevim. Gel ez hilbijartî me û heke min bixwesta birevaim, dê berê bireviyam. Li gel ku di destê we de tu delîl nînin, hêj min li vir radigirin. Ez, îfadeyên bêdelîl ên şahidên nepen qebûl nakim. Ez, beriya bibim hevşaredar li derve bûm.  Demekî kin piştî wek hevşaredar hatim hilbijartin, ji bo min biryara girtinê dan. Tekane sedema vê ew bû ku li şûna min qeyûm tayîn bikin.” 
 
Dozgeriyê xwest rewşa girtî ya Akiş bidome û parêzeran jî daxwaza tehliyeyê kir. Dadgehê, daxwaza tehliyekirinê red kir û danişîn taloqî 29’ê Nîsanê kir.