Li Mêrdîn û Cizîrê civînên ‘Ber bi bajarên jinan ve’ hatin lidarxistin

Parve bike:
ŞIRNEX/MÊRDÎN - Li Mêrdîn û navçeya Cizîr a Şirnexê ji bo xurtkirina rêveberiyên xwecihî yên bi hişmendiya azadîxwaziya jinê û wekheviyê, civînên “Ber bi bajarên jinan ve’ hatin lidarxistin.
 
Li navçeya Artuklu ya Mêrdîn û navçeya Cizîrê ji bo xurtkirina rêveberiyên xwecihî yên xwediyê hişmendiya azadîxwaziya jinê û wekheviyê “Civîna ber bi bajarên jinan ve” hatin lidarxistin. Gelek jinên nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî civîna ku li navçeya Artuklu ya Mêrdînê hate lidarxistin bûn. Li hêwana civînê parkanta “Jin, jiyan, azadî” hate daliqandin. Civîn bi mezûvaniya şaredariyên Nisêbîn û Artuklu û bi şêwirmendiya GABB’ê hate lidarxistin. Di civînê de têkildarî bajarên jinan nêrîn û xebatên qadê yên li Nisêbînê û pêşniyarên rêxistinên civakî hatin pêşkêşkirin.
 
ŞIRNEX
 
Ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve li Hêwana Konferansê di çarçoveya civînê de bi rêxistinên civakî re civînek hate lidarxistin. Gelek jinên nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî civînê bûn. Di hêwanê de ji bo akivîsta TJA û Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kutlu ya ku çend meh berê jiyana xwe ji dest dabû, paldankek hate veqetandin û wêneyê wê û dersokek danîn ser paldankê. Li Hêwanê pankarta “Ber bi bajarên jinan ve” hate daliqandin.
 
Piştî merasîma rêzgirtinê aktivîsta TJA’yê Çîmen Fîdan axivî û bal kişand ser berxwedana dîrokî ay Cizîrê û got “bajarê Bêrîvanan e”. Piştre Hevşaredara Cizîrê Guelr Tunç axivî û ev tişt got: “Îro Cizîr wekî bajarekî jinan hatiye hilbijartin ev yek me kêfxweş dike. Em soz didin Bêrîvanên salên 90’î heta Berîvan Kutluyê û hemû hevalên me em ê têkoşîna wan xurt bikin.”
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê diyar kir ku ev berpirisyarî en tenê ya şaredariyan e divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigire û divê jin li her derê xwedî gotin be. 
 
Di hêwana civînê de bi domdarî dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin û civîn piştî pêşniyarên beşdaran bi dawî bû.