Ji bo Koç li pêşiya girtîgehê daxuyanî hate dayîn

Parve bike:

ENQERE - Ji bo Dîyar Koç ê ku di çalakiyên Rojava de hatibû îşkencekirin, li pêşberî Girtîgeha Sîncanê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji bo binpêkirinên li nexweşxane û girtîgehê daxwaza lêpirsîne hate kirin.

 
Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Hêzên Ciwanên Şoreşger (Dev-Guç) û endamên Ciwanên Demokratîk ên Nû, ji bo Dîyar Koç ê ku di çalakiyên piştgiriya Rojava de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi îdiaya “al daxistiye” hatibû îşkencekirin û binaçvkirin, li pêşberî Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan.
 
Di daxuyaniyê de pankartên “Dîyar Koç ne bi tenê ye, rûmeta mirov dê îşkenceyê têk bibe” hate hilgirtin Û bi domdarî dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Kurdistan goristan e ji bo faşîstan”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
 
‘BERPIRSIYARIYA PÊŞÎLÊGIRTINA ÎŞKENCEYÊ NEHAT BICÎANÎN’
 
Endamê Melisa Ciwanan a HDK’ê Jiyan Bahadir li vir daxuyanî da û diyar kir ku Koç bêyî ku bê tedawîkirin hatiye girtin û berpirsiyariya pêşîlêgirtina îşkenceyê, lêpirsîn û cezakirina nehatine bicîanîn.
 
Bahadir anî ziman ku îdareya girtîgehê ji ber rewşa tendurstiya Koç ew qebûl nekiriye û ev tişt got: “Em hedefgirtin, tundî û sepanên dermirovî yên li dijî Koç hatine kirin qebûl nakin. Îşkence û sepana xirab tenê bi tundiya fîzîkî ve sînordar nîne, tundiya sîstematîk û derûnî jî di vê çarçoveyê de ye. Divê îdiayên îşkence û sepana xirab bên lêpirsînkirin û der heqê berpirsiyaran de lêpirsîn bên destpêkirin û mafê tenduristî û parastinê bê misogerkirin.”
Nûçeyên Têkildar
Wekîlan ji bo tundiya li dijî girtî Ayik serî li ÎHÎK’ê dan
Wekîlan ji bo tundiya li dijî girtî Ayik serî li ÎHÎK’ê dan

Parlamenterên DEM Partiyê ji bo girtiyê ji sedî 76 astengdar Devrîm Ayik û ku dema sewqkirina nexweşxaneyê ji aliyê cendirmeyan ve tundî lê hatibû kirin, serî li ÎHÎK’ê dan.

Malbatên Girtiyan: Pêvajoyê bandor li girtîgehan nekiriye, zilm zêdetir bûye
Malbatên Girtiyan: Pêvajoyê bandor li girtîgehan nekiriye, zilm zêdetir bûye

Bavê girtî Ferhat Ozer Alpaslan Ozer diyar kir ku tevî pêvajoya aştiyê jî binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyan di girtîgehan de berdewam dikin û got: "Pêvajoyê tu bandor li girtîgehan nekiriye. Zilmekê hîn zêdetir tê kirin."

Aliyê veşartî yê şerê Îranê: Girtîgeh
Aliyê veşartî yê şerê Îranê: Girtîgeh

Edîtorê malpera Dengê Girtiyan Shahrokh Tavakolî diyar kir ku bi destpêkirina şer re, hêzên taybet di girtîgehan de hatine bicihkirin, îşkence zêde bûye, deriyên qawişan bii hev ve hatine kelijandin, peywendî hatine birîn û di gihîştina pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin û avê de pirsgirêkên mezin derketine.

Girtiyên li dijî kamerayên qawişan derketin hatin derbkirin û xistin hucreyê
Girtiyên li dijî kamerayên qawişan derketin hatin derbkirin û xistin hucreyê

Hamît Akay û Dogukan Magol ên ji ber protestoyên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatibûn girtin ji ber nerazîbûna li dijî kamerayên li qawişan hatin derbkirin û xistine hucreyê. Hate zanîn ku Akay û Mogol li dijî vê sepanê ketine greva birçîbûnê.

Aslan ê piştî 31 salan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî
Aslan ê piştî 31 salan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî

Bakî Aslan ê piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan, ji bo kurê xwe yê du sal berê jiyana xwe ji dest dabû, şîn danî.