Destûr hate dayin ku der heqê Yavaş de lêpirsîn bê destpêkirin
- Rojane
- |
- 14 Nîsan 2026 10:13
- |
ENQERE - Wezareta Karên Hundir destûr da ku der heqê Mansur Yavaş de lêpirsîn were destpêkirin.
Wezareta Karên Hundir, destûr da ku der heqê Şaredarê Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş de lêpirsîn were destpêkirin. Hat îdiakirin di sala 2023’yan di çarçoveya mitîngeke hilbijartinê ya li Karabukê de hinek wesayîtên şaredariyê hatine bikaranîn û lêpirsîn bi vê boneyê hatiye destpêkirin.
Şaredariyê jî li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyanî da û got dê li dijî biryarê îtîraz bikin.