Mamosteyê xwendekar tacîz kirî ji peywirê hat dûrxistin
- Rojane
- |
- 14 Nîsan 2026 11:22
- |
MÊRDÎN - Cîgirê Midûrê Dibistana Amadehî ya Anadoluyê ya Ilusuyê ya navçeya Kerboranê Seyfettîn Yildiz ku xwendekar tacîz kir, ji peywirê hate dûrxistin.
Cîgirê Midûrê Dibistana Amadehî ya Anadoluyê ya Ilusuyê ya navçeya Kerboranê Seyfettîn Yildiz, bi sedema ku “îstîsmara zayendî” li xwendekareka xwe ya 19 salî kiriye ji peywirê hate dûrxistin.
Hat zanîn ku rêveberiya dibistanê der heqê Yildiz ê li ser telefonê xwendekara xwe tacîz dikir de bi sedema “sûcê rûreşiyê” lêpirsîna disiplîna îdarî daye destpêkirin. Piştî îstîsmar li ser medyaya dijîtal hatî parvekirin, Yildiz ji peywirê hate dûrxistin.
Hat zanîn ku Yildiz endamê Sendîkaya Yektiya Perwerdekaran (EGÎTÎM-BÎR-SEN) e û di demên berê de ji dibistaneke Midyadê sirgunê dibistaneke li Qoserê hatiye kirin. Nehat zanîn ka Yildiz ji ber kîjan sûcî ji vir hatiye sirgunkirin û li wir ketiye ezmûnê û weke cîgirê midûr çûye Kerboranê.
Nehat zanîn ka der heqê Yildiz de tu lêpirsîneke cezayî hatiye destpêkirin an na.