Li Sêweregê li dijî dibistanê êriş: 16 kes birîndar bûn

Parve bike:

RIHA - Li Sêweregê li dijî dibistaneke amadehî êriş hate kirin û xwendekar û mamoste jî di nav de 16 kes birîndar bûn.

 
Xwendekarekî li Dibistana Amadehî ya Pîşeyî û Teknîkê ya Ahmet Koyuncu ya navçeya Sêweregê ya Rihayê bi çekê êriş kir. Hat zanîn ku di encama êrişê de 4 mamoste, 10 xwendekar, polîsek û xebatkarê kantînê birîndar bûn. 
 
Hinek xwendekar dîl hatin girtin û li cihê bûyerê gelek polîs û komên tenduristiyê hatin sewqkirin. 
 
Hat zanîn ku êriş ji hêla xwendekarekî berê yê dibistanê ve hatiye kirin û piştre jî xwe kuştiye. 
 
DAXUYANIYA WALÎTIYÊ
 
Walîtiya Rihayê jî têkildarî bûyerê daxuyanî da. Walîtiyê, got ku 16 kes birîndar bûne, tu kesek nemiriye û birîndar rakirine nexweşxaneyan.