NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Halit Ermîş diyar kir ku biryara PDK'ê ya nenaskirina serokê nû yê hilbijartî Nizar Amêdî bi siyaseta navxweyî ya Kurdan ve girêdayî ye û got ku qurbanê herî mezin ê nakokiyên siyasî gel e û krîzên siyasî vediguherin krîzên aborî.
Namzedê YNK'ê Nizar Amêdî, di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkkomariyê yên ku di 11'ê Nîsanê de li Parlamentoya Iraqê hatin lidarxistin de bi 227 dengan wekî Serokkomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin. Piştî nezelaliya siyasî ya ji ber nekarîna hilbijartina serokkomar û avakirina hikûmeteke nû piştî hilbijartinên giştî yên di 11'ê Mijdara 2025'an de li Iraqê hatin lidarxistin. Nizar Amêdî piştî sondxwarinê di 12'ê Nîsanê de dest bi kar kir. Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê, tê payîn ku Nizar Amêdî di nav 15 rojan de namzetê bloka herî mezin a parlamentoyê (şîe) bi avakirina hikûmetê erkdar bike. Her çiqas gelek peyamên pîrozbahiyê ji bo Nizar Amêdî tên jî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku ew wî nas nake û îdia kir ku pêvajoya hilbijartinê li gorî rêziknameya navxweyî ya Parlamentoya Iraqê pêk nehatiye.
Rojnamevan Halit Ermîş, ku pêşketinên li herêmê dişopîne, nirxandina xwe ya rewşê pêşkêş kir.
Ermîş, derbarê hilbijartina serokkomariyê û karbidestiyên wê de agahî da û got: "Li parlementoya Iraqê 329 kursî hene. Piştî hilbijartinên parlementoyê, serokkomar li gorî hevkêşeya siyasî ya piştî 2003'yan hat destnîşankirin, ji nav Kurdan tê hilbijartin. Hilbijartina serokkomariyê 5 meh piştî hilbijartinên parlementoyê pêk hat. Li gorî qanûnê, namzetê ku piraniya du ji sêyan werdigire dikare bibe serokkomar. Lêbelê, di hilbijartinên parlementoyê de ne hemû endamên parlementoyê amade bûn. Tu namzetek ji yên amade negihîşt piraniya yasayî ya pêwîst. Ji ber vê yekê, hilbijartin çûn tûra duyemîn. Di tûra duyemîn de, divê namzetê ku herî zêde deng wergirtibe bihata hilbijartin û namzetê YNK'ê Nizar Amêdî, hat hilbijartin. Li Iraqê, serokkomar xwediyê karbidestiya serokwezîr nîne. Ew ji hêla temsîliyeta neteweyî ve girîng e. Ew xwediyê desthilata temsîlkirina welêt di danûstandinên li derveyî welêt de ye û ew dikare hin fermanan bide. Îmzeya serokkomar li ser peymanên navneteweyî hewce ye. Her çend ne pir biryardar be jî, ew xwediyê desthilateke diyarkirî ya temsîliyetê ye. Ger ji bo sûcên wekî terorîzmê efûyek hebe, divê ew ji hêla serokkomar ve were kirin. Di vî warî de hin biryarên îdarî ji serokkomar re hatine dayîn. Ew siyaset û dîplomasiya welêt diyar dike. Di warê cîbicîkirinê de xwedî desthilat e."
Ermîş li ser sedema hilbijartina serokkomar ji nav Kurdan got: "Ji ber ku li gorî qanûnan, dibe ku li Iraqê qanûnek tune be ku dibêje 'serokkomarî ya Kurdan e', lê ji ber pratîkên damezrandî, bi vî rengî tê hilbijartin. Ji sala 2005'an vir ve, Kurd, ji dema Mam Celal vekursiya serokkomariyê digirin û ev yek heta roja îro berdewam kiriye. Di nav Kurdan de, bi taybetî YNK di vê pozîsyonê de berbiçav e. Ev rewşek e ku di encama lihevkirina di navbera Kurdan de pêşketiye û bi heman rengî, bingehek wê ya qanûnî an destûrî tune. Ev di encama peymanên di navbera YNK û PDK'ê de tê kirin. Ev encama lihevkirina partiyan bi xwe ye. Lêbelê, PDK di du hilbijartinên dawî de nîqaşan dike. Ev nakokî di hilbijartinên berê de jî çêbûn, lê îsal zêde bûne. PDK û YNK çend caran civiyan da ku li ser navekî lihev bikin. Ew civiyan da ku namzeteke hevbeş destnîşan bikin, lê danûstandinan encam nedan. Li Kurdistana Federe zêdetirî du sal in hikûmet nehatiye avakirin. Ev yek bandorê li ser hevsengiya siyasî ya di navbera partiyan de li Iraqê jî dike. Ji ber ku lihevkirinek tune ye, YNK namzedê xwe destnîşan kir. Gelek namzed ji partiyên din jî hebûn. Gelek koman piştgirî dan namzedê YNK'ê. Nizar Amêdî li gorî qanûnê bi fermî wekî serokkkomar hat hilbijartin."
‘BIRYARA NASKIRINÊ GIRÊDAYÎ SIYASETA NAVXWEYÎ YE'
Ermîş behsa biryara PDK'ê ya nasnekirina Nizar Amêdî piştî hilbijartinan kir û got: "PDK'ê hemû endamên xwe ji Parlamentoya Iraqê vekişandiye Başûrê Kurdistanê. Niha li ser nexşerêya ku divê bişopînin şêwir dikin. Ger Nizar Amêdî, wekî Serokkomar, bi fermî serdana Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bike û bixwaze hevdîtinên fermî bike, redkirina PDK'ê ya naskirina wî dê bibe sedema pirsgirêkên cidî. Her çend redkirina PDK'ê ya naskirina Nizar Amêdî dibe ku bibe sedema pirsgirêkeke cidî ya destûrî jî, ew ê di navbera Hewler û Bexdayê de pirsgirêkeke cidî ya de fakto çêbike. Ev ê di navbera Kurdan de bibe sedema dabeşbûn û pevçûneke siyasî. Daxuyaniya ku PDK dê piştî nîqaşên navxweyî bide û nexşerêya ku dê bişopîne bê guman girîng e. PDK'ê berê biryar daye ku wî nas neke. Redkirina PDK'ê ya naskirina Nizar Amêdî bi tevahî bi siyaseta navxweyî ya Kurdistanê ve girêdayî ye."
‘IRAK SİYASETİNDE KÜRTLERİN ELİNİ ZAYIFLATIYOR’
Ermîş bi bîr xist ku tevî ku salek û 4 meh di ser hilbijartinên parlementoyê yên 20'ê Cotmeha 2024'an re derbas bûne jî, li Herêma Kurdistanê hîn jî hikûmet nehatiye avakirin û wiha domand: "Li gorî qanûnan, diviyabû hikûmet ji nû ve bihata avakirin û serokkomar ji nû ve bihata hilbijartin. Divê erkên hikûmetê biguheranda. Lê tiştek ji van çênebû. Der barê vê yekê de di navbera PDK û YNK'ê de gelek civîn çêbûn. Li ser wezaretan nîqaş hatin kirin, lê lihevkirin çênebû. Ji ber ku lihevkirin çênebû, hikûmet çênebû. Nekarîna avakirina hikûmetê bû sedema ku hikûmeta kevin de fakto li ser desthilatdariyê bimîne. Ev li dijî qanûnê ye. Ev yek di hilbijartinên serokatiyê de jî diyar bû. Ji bilî nebûna lihevkirinê piştî hilbijartinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, biryara PDK'ê ya nenaskirina Nizar Amêdî nîşan dide ku ew ê nakokiyên siyasî li Kurdistanê zêde bike. Bê guman ev ê bandorê li ser siyaseta navxweyî bike. Ev mijarek e ku dê rê li ber Kurdên li Iraqê bigire ku bi hev re tevbigerin. Her çend hin biryar dê di Parlamentoya Iraqê de werin dayîn û divê Kurd helwesteke hevpar nîşan bidin, ger pêvajo bi vî rengî berdewam bike. Bi şêweya niha, ev çênabe. Têkilî çênabe. Ev tê vê wateyê ku destê Kurdan di siyaseta Iraqê de dê qels bibe. Rewşek ku Kurd ji hêla siyasî ve parçe parçe bin, hikûmetek ava nekiribin û li gorî girêdanên xwe yên partî tevdigerin, tê vê wateyê ku Kurd wekî blok dê bi awayekî neyînî bi giranî bandor bibin. Dema pêş de dê vê yekê nîşan bide. Dibe ku hin hewldanên lihevkirinê ji bo çareserkirina pirsgirêkan hebin. Dibe ku hin înîsiyatîf hebin. Em ê vê bişopînin, lê rewşa heyî vê yekê nîşanî me nade. Hîn tu nîşanên ku ev krîz dê bi hêsanî were derbaskirin tune ne. Astengiya herî bingehîn ev e ku gelo hikûmetek dê li Başûrê Kurdistanê were avakirin. Ger were avakirin, ew ê çawa were avakirin? Dabeşkirina berpirsiyariyan dê çawa were kirin? Hevsengiya di navbera PDK û YNK'ê de dê çawa were danîn?"
KRÎZA SIYASÎ DIBE SEDEMA KRÎZA ABORÎ
Ermîş bal kişand ser wê rastiyê ku krîza siyasî ya li Herêma Kurdistana Iraqê dê di her warî de bandoreke neyînî li ser civakê bike û got: "Yek ji van dê krîza aborî be. Kurd salane ji sedî 12.5 para budçeya Iraqê digirin. Carinan di vê yekê de derengketin hene. Pirsgirêkên wan ên veberhênana navxweyî hene. Hikûmet ne di rewşeke wiha de ye ku gavan bavêje. Ji ber vê yekê, krîza siyasî krîzeke aborî bi xwe re tîne. Qurbaniya herî mezin a vê yekê gel e. Ev pirsgirêkeke cidî ye. Siyaset ne tenê bi ketina çend kesan a parlamentoyê ye. Niha parlamentoya Başûrê Kurdistanê neqanûnî ye, ji ber vê yekê tu gav nayê avêtin. Di encamê de, ew nikare bandora xwe li ser siyaseta Iraqê bike. Ger ev neyê derbaskirin, krîza heyî dê kûrtir bibe. Ne mimkûn e ku pirsgirêk di navbera du aliyan de bimînin. Ev ê bandorê li her aliyê jiyanê bike."
Ermîş destnîşan kir ku li Iraqê, kî dibe serokkomar dibe bila bibe divê ev ne girîng be, lê li Rojhilata Navîn, ji ber ku sînor ji nû ve tên xêzkirin, krîzên wiha bandoreke neyînî li ser avakirina yekîtiya neteweyî û xwe gihandina danûstandinê dikin.
MA / Emrûllah Acar