Tulay Hatîmogûllari: Ji bo me ya esasî Banga Aştî û Civaka Demokratîk e

Parve bike:

ENQERE - Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de axivî û got: “Em heta dawiyê piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk. Ji bo me ya esasî ev e. Kî çi dibêje bila bibêje, em ê dev ji vê bernedin.”  

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di civîna heftane ya koma partiya xwe de li Meclisê axivî. Tulay Hatîmogûllari, di serî de kesên di Komkujiya Enfalê de hatin qetilkirin bi bîr anî û got: “Komkujiyek e ku hewl dan gelê Kurd ji dîrokê tune bikin. Bi deh hezaran kes bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, mirov zindî hatin binaxkirin. Gund veguherandin goristanan. Ger dinya ji bîr bike jî em ê vê êşê tu caran ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Hêrsa me jî şîna me jî dê her zindî be. Tirkiye, bi awayekî fermî naskirina vê komkujiyê dikare êşa xwe nîşan bide.” 
 
DOSYAYA GULISTAN DOKUYÊ
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllariyê bal kişand ser geşedanên nû yên di dosyaya Gulistan Dokuyê de û bi bîr xist ku kurê waliyê Dêrsimê yê berê jî hatiye binaçvkirin. Tulay Hatîmogûllari xwest ku kî dibe bila bibe divê hemû kesên navên wan di dosyayê de derbas dibin hesabê bidin. 
 
ROJÎN KABAÎŞ 
 
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllariyê bal kişand ser dosyeya Rojîn Kabaîşê û xwest heman lêpirsîn di vê dosyayê de jî bê kirin. Tulay Hatîmogûllariyê, xwest kiryar bên girtin û cezakirin û daxwaza edaletê ji bo Rojîn Kabaîşê kir. 
 
ŞERÊ DYA-ÎSRAÎL Û ÎRANÊ
 
Tulay Hatîmogûllariyê bi domdarî îşaret bi şerê li dijî Îranê kir û da zanîn ku bi hezaran sivîl hatine qetilkirin, bajar hatine wêrankirin û got: “Em agirbesta ji bo du hefteyan bi keyfxweşî pêşwazî dikin. Lêbelê li Îslamabadê agahiyên erênî derneketin. Lê girîng e ku agirbest hêj didome. Divê ev agirbest mayinde bibe û em bi hev re ji şer re bibêjin na. Divê Yekitiya Ereban nebêje ‘hîlala şîe hate zeîfkirin û em ê ya sunî mezin bikin.’ Ji ber ku yên dimirin her xelkê vê herêmê ye. Dixwazin we jî tev li şer bikin û şerekî mayinde li herêmê bidin destpêkirin. Da ku bikarin hesabên xwe pêk bîni. Tevahiya welatên Yekitiya Ereb divê ji bo domandina agirbestê û aştiyeke mayinde bi rola xwe rabin.” 
 
GEL BI HEV RE BÛN 
 
Tulay Hatîmogûllariyê, got ku zexta rejîma Îranê ya li hundir hêj didome û wiha pê de çû: “Ev yek dê zirarê bide wan û rêya mudaxileyê veke. Bi ragihandina agirbestê re binçavkirinên girseyî, cezayên darvekirinê zêde kirin. Xelkê Îranê bi hev re li dijî emperyalîzmê derket û ji şer re got ‘na.’ Em ne di serdema 1979’an lê di sala 2026’an de ne. Dinya û herêm guherî. Divê êdî rejîm bi qetilkirina bersivê nede daxwazên Kurdan, Farns, Beluc, Azerî, Tirkmen, jin û ciwanan. 
 
KRÎZA ABORΠ
 
Tulay Hatîmogullariyê destnîşan kir ku şerê li Îranê bandor li ser Tirkiyeyê jî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aboriya Tirkiyeyê her ku diçe têk diçe û qeyran mezin dibe. Welatiyên Tirkiyeyê nikarin debara xwe bikin. Cotkar ji ber bihabûna gubre û mazotê nikarinê çandiniyê bikin û gilî û gazinin. Ew desthilat ku niha nikarê aboriyê bi rê ve bibe di pêvajoya şer de qet nikarê rêve bibe. Welatî tevî dixebitin jî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Kêmtirîn mûçe hêj em negehiştin meha Gulanê heliya. Divê kêmtirîn mûçeyê li gorî jiyaneke bi rûmet ku welatî bikarin debara xwe bikin bê diyar kirin û salê 4 caran bê nûjên kirin. Divê Tirkiye peymana ÎLO ya mûçeyê kemtirîn qebûl bike. Her wiha divê şert û mercên karkeran bê baş kirin û hemû karker bi awayekî ku bikarin debara xwe bikin mûçeyekê bigirin. Karkerên madenê ku ji bo mafên xwe ber bi Enqereyê bi rêketinê silav dikin û dibêjin em li rex we ne û bi berxwedanê em ê bi serbikevin. Karker li ser kar ji bo sermayê hinek din qezenç bike jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku sermayê ewlehiya karkeran nagirê karker jiyana xwe ji dest didin. Berpirsyar kesên çav û guhê xwe ji vê re digirin ew in. Yên venêrînê nakin ew in.” 
 
QIRKIRINA EKOLOJIYÊ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogullariyê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê talana xwezayê jî didome û wiha pê de çû: “Her der ji şîrketên madene re bi parsel hatinê firotin. Li dijî vê talanê em hemû di têkoşînê de ne. Gundî li dijî vê talanê di nobede de ne. Ji bo parastina axa xwe di nobede de ne. Ji Gîresunê heta Şirnex û Vartoyê erdnîgariya Tirkiyeyê û Kurdistanê di bin qirkirina xwezayê de ye. Welatî jî li dijî vê talanê di berxwedanê de ne. Lê desthilat li rex sermayedaran cih digirin û yên mafê karker û xwezayê diparêzin jî tên girtin. Em li vir hemû kesên ji bo parastina mafê karker û xwezayê hatinê girtin silav dikin.”
 
‘JI BO ME YA ESASÎ BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK E’
 
Tulay Hatîmogûllariyê, destnîşan kir ku ew bi dirûşma “Ji bo her kesî demokrasî” bi rê ketine û wiha pê de çû: “Em heta dawiyê piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk. Ji bo ya esasî ew e. Kî çi dibêje bila bibeje em li pişt wê ne. Û ji bo rêya komara demokratîk heta dawiyê vekin, em ê xebatên xwe bidomînin. Komara demokratîk, mafê me hemû hemwelatiyan e. Û em jî ji bo li vê xakê aştî û demokrasî bicih bibe, em ê heta dawiyê têbikoşin.” 
 
1’Ê GULANÊ 
 
Hevseroka Giştî,  ji bo 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê jî bang li her kesî kir ku têkoşîneke hevpar bimeşînin û deriyekê hêviyê vekin. Tulay Hatîmogûllariyê axaftina xwe wiha qedand: “Banga min ji bo Stenbol, Enqere, Îzmîr, Amed, Wan, Êlihê ye. 1’ê Gulanê roja piştevanî û têkoşînê ye. Bi 1’ê Gulanê em ê gaveke din nêzî azadiyê bibin. Em ê bi gotin, reng, deng, baret û pêşmalkên xwe li qadan bin û bi hev re van qadan bixemilînin. Divê îktîdar ji sendroma xwe rizgar bibe û qedexeya li ser Taksîmê rake.”