Xwestin têkildarî mirina biguman a Mehmet Çevîren lêpirsîneke baş were kirin

Parve bike:

ÊLIH - Rêxistinên hiqûqê yên li Êlihê îşaret bi binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kirin û xwestin têkildarî mirina biguman a Mehmet Çevîren lêpirsîneke baş were kirin. 

 
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Êlihê, têkildarî mirina biguman a li girtîgeha Êlihê, li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Li girtîgehan em ne mirinê lê jiyanê diparêzin” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Şîray di daxuyaniyê de got ku li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan tên kirin û binpêkirinên weke îşkence, miameleya nebaş, tecrîd, îzolasyon, sirgun û taloqkirina tehliyeyan dibin sedema binpêkirinê mafê jiyanê û mafê tenduristiyê yê girtiyan. Şîray, da zanîn ku di raporên xwe yên beriya niha de wan îşaret bi binpêkirin û mirinên biguman ên li girtîgehên Êlihê kirine û wiha pê de çû: “Me dixwest ku têkildarî van mirina lêpirsîneke baş were kirin. Lê tevî tespît û daxwazên me jî bûyerên mirinên biguman zêde bûn.” 
 
DAXWAZA LÊPIRSÎNEKE BAŞ 
 
Şîray, da zanîn ku li ser îdiaya Girtîgeha Êlihê ku digot “Mehmet Çevîren di 13’ê Nîsanê de întîhar kiriye”, wan weke ÎHD, OHD û baroyê bûyer lêkolîn kirine û wiha pê de çû: “Li ser daxwaza malbatê em tev li karê otopsiyê bûn. Me di 15’ê Nîsanê de bi cîgirê serdozger re hevdîtin kir. Hem der heqê dosyayê de hem jî têkildarî binpêkirinên li girtîgehan me agahî parve kirin û me jê xwest lêpirsîneke baş were kirin.” 
 
HEVDÎTINA BI MEHMET ÇEVÎREN RE 
 
Şîray, di dirêjiya axaftina xwe de got ku dema çûn serdana girtiyan bi Mehmet Çevîren re jî hevdîtin kiribûn û wiha pê de çû: “Di 3’yê Nîsana 2026’an de me bi Mehmet Çevîren re hevdîtin kir. Çevîren, got ku zêdetirî 2 sal in di odeya yekkesî de tê ragirtin, lêgerîna nava dev û hejmartina ser pêyan lê tê ferzkirin. Her wiha got ku bi tena serê xwe derdikeve çalakiyên civakî.” 
 
‘EM Ê PÊVAOYÊ BIŞOPÎNIN’ 
 
Şîray, daxuyand ku ew ê binpêkirinên li girtîgehan bişopînin û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin tavilê sepanên tecrîdê bên bidawîkirin, der heqê mirina biguman a Mehmet Çevîren de lêpirsîneke serbixwe û baş were kirin, der heqê peywirdarên terkexemî û berpirsyartiya wan tê de heye de lêpirsîna îdarî ûe edlî were destpêkirin.”