Cenazeyên 5 xwendekarên li Mereşê hatibûn qetilkirin hatin definkirin
- Rojane
- |
- 16 Nîsan 2026 16:03
- |
MEREŞ - Cenazeyên 5 xwendekarên di êrişa li dijî dibistaneke Mereşê de hatibûn qetilkirin, hatin definkirin.
Cenazeyên 5 xwendekarên di êrişeke çekdarî ya li dijî dibistaneke li navenda Mereşê de hatibûn qetilkirin, ji Morga Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Sutçu Îmamê hatin hilgirtin. Cenaze anîn Goristana Şêx Adil û piştî wecîbeyên olî hatin definkirin.
Tedawiya birîndaran a li nexweşxaneyê jî didome.