ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku pêşeroja welatekî ne di şer de lê di aştî, wekhevî û demokrasiyê de ye û got: “Peywira komîsyonê ew e ku bi pêvajoya çekberdanê ya rêxistinê re çarçoveya zagonê ya vê pêvajoyê birêve bibe diyar bike.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li navenda giştî ya partiyê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Ayşegul Doganê, diyar kir ku hewceye Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk neyê taloqkirin û pêşeroj bi aştiyê pêkan e.
Ayşegul Doganê, bal kişand ser êrişên li dijî dibistanan ên li Riha û Mereşê û got ku tundî êdî veguheriye pirsgirêkeke civakî. Ayşegul Doganê, sersaxî ji malbatan re xwest û anî ziman ku tundî li her qada civakê belav bûye, gelek sedemên vê tundiyê hene û wiha pê de çû: “Bi sala ye dibêjin tu kes li Tirkiyeyê di ewlehiyê de nîne. Sedemên vê tundiyê bi çendek daxuyanî û komîsyonan çareser nabe. Hewceye berpirsyarên siyasî berpirsyartiya xwe qebûl bikin.”
‘EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNA EDALETÊ BERNEDIN’
Di berdewamê de Ayşegul Doganê îşaret bi komkujiyên li dijî jinan û geşedanên di dosyaya Gulistan Dokuyê de kir û wiha pê de çû: “Jê kê digire bila bigire, hewceye bûyer bê ronîkirin û di tariyê de nemîne. Ne 6 sal 16 sal jî derbas bibin em ê dev ji têkoşîna edaletê bernedin. Divê faîlên vê bûyerê tavilê bên aşkerakirin û darizandin.”
'HIQÛQ VEGUHERANDIN AMÛRA SIYASETÊ’
Ayşegul Doganê, bertek nîşanî girtina Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP’ê Sezîn Uçarê da û diyar kir ku bêyî delîleke şênber hebe û li gorî îfadeyên şahidên nepen hatiye girtin û wiha axivî: “Sedema girtina wê jî hinceta ‘gumana revê’ nîşan dane. Ev kes parêzer e û dizane ku der heqê wê de lêpirsîn heye. Lê tevî vê jî ji derveyî welat vegeriyaye. Lê bi hinceta gumana revê digirin. Li Tirkiyeyê hiqûq veguheriye amûra siyasetê.”
'MIJARA AŞTIYÊ NAYÊ TALOQKIRIN’
Di berdewamê de Ayşegul Doganê bi lêv kir ku nabe ku meseleya aştiyê were taloqkirin û pêşeroj ne di şer de lê di aştî, wekhevî û demokrasiyê de ye. Ayşegul Doganê, îşaret bi pêvajoyê jî kir û wiha domand: “Peywira komîsyonê ew e ku bi pêvajoya çekberdanê ya rêxistinê re çarçoveya zagona bikare vê pêvajoyê birêve bibe diyar bike. Lê di vê mijarê de hêj tu gav nehatine avêtin. Hêj di vê mijarê de û di mijarên lihevkirî de plansaziyek nehatiye amadekirin. Di raporê de li ser verastkirinên zagonî lihevkirinek hebû. Di raporê de tiştên hewceye bên kirin bi aşkerayî hatine gotin. Lê tevî vê jî weke ku tu tespît di raporê de nebin tevdigerin. Nîqaşên di vê çarçoveyê de tên kirin, têkildarî pêvajoyê rê li ber gumanan vedikin.”
Herî dawî jî Ayşegul Doganê da zanîn ku lidarxistina kongreyê niha di rojeva wan de nîne .