Ji xwendekarên dibistana amadehî protesto: Bila berpirsyar hesabê bidin

Parve bike:
EDENE - Xwendekarên dibistana amadehî yên li Edeneyê, ji bo protestokirina êrişên li dijî dibistanan çalakî li dar xist. Xwendekaran, xwestin berpirsyar hesabê bidi û banga îstîfayê li Yûsûf Tekîn kirin. 
 
Xwendekarên dibistana amadehî yen endamên Sendîkaya Xwendekaran a Edeneyê, êrişên li dijî dibistanan ên li Riha û Mereşê bi meşekê protesto kirin. Xwendekarên li pêşiya Gara Edeneyê kom bûn, ber bi Walîtiya Edeneyê ve meşiyan. Xwendekaran, di meşê de banga îstîfayê li Wezîrê Perwerdeyê Yûsûf Tekîn kir. 
 
Xwendekarên gihiştin pêşiya walîtiyê, li vir daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla Tolga Baran ve hate xwendin. Baran, got: “Weke xwendekarên dibistana amadehî îro em ji polên xwe derketin kolanan û dixwazin hesabê ji berpirsyarên vê tarîtiyê bipirsin. Em li vir in ji ber ku li dibistanên me qelîteya perwerdeyê hate kêmkirin û muefreta hate valakrin. Terîket û avadaniyên mîna wan xistin dibistanan, xwendekar veguherandin hêza kar a erzan û li dijî bûyerên tacîzê tevdîrên pêwîst nehatin girtin. Dema zarok birçî, rayedar ji çareserkirina pirsgirêkên kûr dûr sekinînin. Wezareta Perwerdeya Neteweyî, êdî nikare ewlehiya canê xwendekaran jî biparêze. Em li vir in ji ber ku mamosteyên me ji bo jiyana xwe têdikoşin. Pêşeroja heval û mamosteyên me dizîn. Ji bo me êdî cihekî em biçinê nema.” 
 
‘BILA BERPIRSYAR HESABÊ BIDIN’ 
 
Di berdewamê de Baran got: “Niha li dibistanan ewlehiya canê me nîne. Berpirsyarê vê jî ew zîhniyete ya ku qada perwerdeyê bêvenêrîn hiştiye. Dema em diçin dibistanê, neçar dimînin bifikirin ka dê sax biçin û vegerin an na. Em vê pergalê qebûl nakin. Em ê nehêlin li dibistanên me bêewletî, newekhevî û tarîtî serwer be. Em ê ciwan û pêşeroja xwe biparêzin. Yên xwendekar û mamosteyên xwe nekarin biparêzin, hewceye li ser peywirê nebin. Heta berpirysar hesabê didin em ê têkoşînê bidomînin.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.