Barzanî û Şara hevdîtin kir

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmet El Şara li Antalyayê hevdîtin kir.  
 
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya 5’emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmet El Şara re hevdîtin kir.  Di hevdîtinê de rewşa herêmê hate nirxandin. 
 
Nêçîrvan Barzanî, têkildarî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Ji ber hevdîtina bi Serokkomar Ahmed el-Şara re keyxweş im. Ji ber hewldanên wî yên ji bo îstîqrara Sûriyeyê û pêşketina di peymana bi HSD’ê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) re de, min birêz Şara pîroz kir. Her wiha ji bo pêşxistina hedefên hevpar ên ewlehî û aboriyê, em li ser têkiliyên bi Iraq, Herêma Kurdistan û Sûriyeyê re axivîn.”