Der heqê Tuncay Sonel de biryara binçavkirinê hate dayîn

Parve bike:
DÊRSIM - Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de der heqê Waliyê Dêrsimê yê demê Tuncay Sonel de biryara binçavkrinê hate dayîn.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de, di 13’yê Nîsanê de tevî kurê Waliyê Dêrsimê yê demê Tuncay Sonel Mustafa Turkay Sonel 13 kes hatibûn binçavkirin. Der heqê walî Sonel de lêpirsîn hate kirin û piştre ji wezîfeyê hate dûrxistin.
 
Hate zanîn ku der heqê Sonel de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.