‘Yên dibêjin em qedir didin dayikan wê demê bila li Qada Galatasarayê binêrin’
- Rojane
- |
- 10 Gulan 2026 09:23
- |
STENBOL - Dayikên Aştiyê ku 31 sal in li Qada Galatasarayê aqûbeta zarokên xwe dipirsin,gotin: “Heqê me yê dayiktiyê ji me hate standin. Yên dibêjin em qedir didin dayikan, bila li Qada Galatasarayê binêrin.”
Dayik / Mirovên Şemiyê, ji 27’ê Gulana 1995’an heta niha her roja Şemiyê li Qada Galatasarayê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê dicivin û ji bo xizm û zaroên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin an jî qetilkirin têdikoşin. Dayikên Aştiyê ku salên dirêj e têkoşîna xwe didomînin, diyar kirin ku heta gorên xizmên wan ên windakirî çênebe ew ê Roja Dayikan pîroz nekin. Dayikên Şemiyê destnîşan kirin ku tu wateya Roja Dayikan ji bo wan nîne û gotin: “Yên dibêjin em qedir didin dayikan wê demê bila li Qada Galatasarayê binêrin.”