Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk yeksalî ye: Xeta me ya sor mafên Kurdan û gelên Kurdistanê ye

Parve bike:

WAN - Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, diyar kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka statu, demokrasî û aştiyê ye û got: “Me ev yek ji xwe re kir perspektîf. Çi dibe bila bibe di rojeva me de Kurd û gelên Kurdistanê hene.”  

 
Bi ser avakirina Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk re salek derbas bû. Di nava înîsiyatîfê de gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên maf û baweriyan cih digirin. Înîsiyatîf, di 11’ê Gulana 2025’an de bi armanca yekitiya demokratîk a di navbera Kurdan de hate avakirin. 
 
 
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, têkildarî xebatên salekê û hedefên înîsiyatîfê ji ajansa me re axivî. 
 
PERSPKETÎFA ÎNÎSIYATÎFÊ 
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, diyar kir ku gelê Kurd ji berê heta niha rastî zexta “yek ziman, yek dewletê” hatine û wiha axivî: “Lê Kurdistan xakekî qedîm e, pirziman û pirbawerî ye. Em jî li dijî van polîtîkayan bi hedefa yekitiyê hatin gel hev. Înîsiyatîfa me ji bo vê dixebite. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka azadî, statu, demokrasî û aştiyê ye. Perspektîfa înîsiyatîfê ev e.” 
 
301 DELEGE HENE   
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, da zanîn ku di rêveberiya înîsiyatîfê de 37 kes cih digirin û 301 delege hene. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, wiha domand: “Her wiha 141 delege ji partiyên siyasî û saziyên sivîl ên demokratîk pêk tê. Ji bo înîsiyatîf di bin bandora partiyekê de nebe me ev yek kir. Me hewl da xebatên xwe li ser neteweya demokratîk û bi beşdariya hemû derdorên bawerî û nasnameyan bimeşînin. Suryan, Ereb û derdorên cuda jî tê de cih digirin. Xebatên me di qadên cuda de hene. Li ser ciwan û jinên Kurd şerekî taybet tê meşandin. Fihûş, tiryak û gelek tiştên din derdikevin pêşiya me. Em xwe ji vê berpirsyar dibînin û destwerdanê dikin. Her wiha ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera malbatan de em berpirsyartiyê li xwe digirin. Me ji bo vê komîsyonek ava kir. Ji bo hevdîtina bi rêxistiniyên li Kurdistanê û tevlikirina wan a pêvajoyê jî me komîsyonek ava kir.” 
 
'RÊYA ME RÊYA SÊYEMÎN E’   
 
Di berdewamê de Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê îşaret bi geşedanên li Îran, Iraq û Sûriyeyê kir û ev nirxandin kir: “Netewe dewlet, bi taybet li Sûriyeyê polîtîkayeke qirêjî dimeşîne. Hewldaneke DYA, Îsraîl û Ingilistanê ya teşedayîna Rojhilata Navîn heye. Lê rêya me rêya sêyemîn e. Di rêya me de piranîparêzî, zîhniyeta bi pêşengtiya jinê, hêza ciwanan heye. Em vê xebatê ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo hemû gelan dikin. Paradîgmaya me ji bo hemû gelên cîhanê rêya xelasiyê ye. Rojava, berhema vê paradîgmayê ye. Tovê wê niha li her derê belav bû û dibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di demeke êriş li ser Kurdistanê tên kirin de gelek tişt anî ziman. Rêya çareseriyê jî nîşan da. Her ku tovikên aştî, azadî, wekhevî û pêkvejiyanê xurt dibin, polîtîkayên hêzên hegemon jî bêhtir teşhîr dibin. Lewma ditirsin. Ji ber ku her ev tov şîn dibin dê ev planên qirêjî jî pêk neyên.” 
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, bal kişand ser geşedanên li Îranê û got: “Li ser Rojhilat xetere heye. Rêya Sêyemîn ji bo vir jî rêya çareseriyê ye. Gelê wir ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê têdikoşe. Divê Tirkiye jî guh bide van daxwazan û piştgiriyê bide. Tiştên erênî yên li wir dê bandoreke erênî li vir jî bikin.” 
 
'HEWCEYE DEWLET TIŞTA DIKEVE SER MILÊ XWE BIKE’   
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, got yek ji mijara ew girîngiyê didinê jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan dibêje divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe û daxwaza zagonên demokratîk dike. Birêz Ocalan dema behsa pirsgirêka Kurd dike ne tenê tespîtan dike, her wiha dixwaze bizane ka gel çi difikire û çawa bandor dibe. Lewma xwest li parçeyên din jî hevdîtin bên kirin. Xwest bizane ka Kurdên li wan parçeyan pirsgirêka Kurd çawa dibînin. Dixwaze di navbera hemû parçeyan de têkiliyeke xurt hebe. Di vê mijarê de xebatên me bandoreke erênî kir. Li hêla din pêvajoyeke hêdî dimeşe heye. Divê Tirkiye tavilê tişta dikeve ser milê xwe bike û guh bide banga 27’ê Sibatê.” 
 
'GEL BANGA YEKITIYÊ KIR’
 
Bi domdarî Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê îşaret bi berteka gel a li dijî êrişên ser Rojava kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel, peyama yekitiyê da. Gelê derketî kolanan got ‘yek yek e yek e gelê Kurd yek e’ û ‘Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e.’ Ev siyaset danî pêşiya me. Ji me re got ‘em amade ne, hûn jî yekitiya xwe ava bikin.’ Di bin sîwana înîsiyatîfê de jî hinek partiyên siyasî hene lê hinek jî nînin. Hevdîtinên me yên bi wan re didomin. Xeta me ya sor, mafên gelê Kurd, gelên Kurdistanê ne. Hêviya me ya ji partiyên siyasî ew e ku em bi hev re bimeşin. Bila her kes bi cudahiya xwe tê de cih bigire lê xeta me ya sor bila Kurd û Kurdistan be.” 
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, axaftina xwe wiha qedand: “Niha 2 komîsyonên me yên navendî hene. Yek ji wan li Amedê û ya din jî li Wanê ye. Armanca me ew e mafên gelê Kurd jê re bên dayin. Hewl didin ji vê re bibin çareserî. Ji bo vê jî hewcehî bi rêxistiniyeke berfireh heye. Ji bo civakeke demokratîk divê li her metrekareya Kurdistanê xebat bên meşandin. Civînên me yên li Kurdistan û Tirkiyeyê didomin. Hêviya me ew e ku înîsiyatîf bibe hêvî. Bila nasname, ziman û çanda gelê Kurd bi fermî bên naskirin. Divê mijara me ya sereke yekitî, mafên Kurdan û gelên Kurdistanê be.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî