Li ser rêya Şemzînan-Rûbarokê hezaz çêbû

Parve bike:

COLEMÊRG - Li ser rêya Şemzînan-Rûbarokê hezaz çêbû û rê li ber hatin û çûna wesayîtan hate girtin. 

 
Li ser rêya di navbera navçeyên Şemzînan û Rûbarokê yên Colemêrgê de hezaz çêbû. Hezaz, li devera 25 km nêzî Şemzînanê çêbû û rê bi temamî ji hatin û çûna wesayîtan hate girtin. Gelek rêwiyên dixwestin biçin navçeyan jî di rê de asê man. 
 
Gelek welatiyên di danê sibehê de hatin herêmê, xwestin rê were vekirin. Gelek ajokar jî ji neçarî paşve vegeriyan.