Koma 5'emîn a koçberên Efrînî bi rê ket

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Îro di danê sibehê de komeke din a koçberên Efrînî ji Qamişloyê ber bi warên xwe ve bi rê ket. 

 
Bi sedhezaran welatiyên Efrînî, ji ber êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ji cih û warên xwe hatibûn koçberkirin. Welatiyên Efrînî, di çarçoveya lihevkirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de kom bi kom vedigerin warê xwe. 
 
Îro piştî nîvro jî koma 5'emîn a koçberên Efrînê ku ji nêzî hezar kesî pêk dihat ji bajarê Qamişloyê ber bi warê xwe ve bi rê ket.
 
Hêjayî bi bîrxistinê ye koma yekem ku ji nêzî 400 malbatan pêk dihat di 9'ê Adara 2026'an de, koma duyemîn a ji nêzî 200 malbatan pêk dihat di 4'ê Nîsanê de, koma sêyemîn a ji nêzî 800 malbatên koçber pêk dihat di 14'ê Nîsanê de û koma çaremîn a ji nêzî hezar malbatan pêk dihat jî di 10'ê Gulanê de çûbûn Efrînê. 
 
Nûçeyên Têkildar
Xwendekar û mamoste li Rojava ji bo Kurdî meşiyan
Xwendekar û mamoste li Rojava ji bo Kurdî meşiyan

Li bajarên Dêrik û Tirbespiyê yên Rojava mamoste, xwendekar û bi sedan ji şêniyên herêmê ji bo zimanê Kurdî meşiyan ku di destûra bingehîn de bê misogerkirin.

Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê
Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê

Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo pîrozkirina Newrozê çûn Şamê.

Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin
Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin

Li Hesekê û Qamişloyê agirê ewil ê Newroza 2026'an hat vêxistin.

Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin
Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li cem kurê xwe Şervan Muslim ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin.

Li Kobanê ji ber dorpêçê pirsgirêka tendurustiyê zêde bûye
Li Kobanê ji ber dorpêçê pirsgirêka tendurustiyê zêde bûye

Ji ber ku dorpêça li ser Kobanê bi tevahî nehatiye rakirin, gihîştina tenduristiyê zehmet dibe. Tê gotin ku heke dorpêç neyê rakirin, dê pirsgirêkên girantir rû bidin.