Dê Kemal Kiliçdaroglû tevlî komcivînê nebe

Parve bike:

EQNERE- Kemal Kiliçdaroglû ku bi biryara "Batalkirina teqez" wekî Serokê Giştî yê CHP'ê hatibû tayînkirin, biryar girt ku dê di komcivînê CHP'ê de neaxive.

 
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel ku bi biryara "Betelkirina Teqez" ji peywîrê hat girtin, duh ragihandibû ku dê di komcivîna partiya xwe de biaxive. Di heman demê de Kemal Kiliçdaroglû ku bi wê biryarê weke Serokê Giştî yê CHP'ê hat peywîrdarkirin jî biryar girtibû ku dê di komcivînê li dar bixe.
 
Li ser vê yekê li ber deriyê Meclisê alîgirên Kemal Kiliçdaroglû û Ozgur Ozel li ber hev rabûn. Di dema ku alozî berdewam dikir de Kemal Kiliçdaroglû biryar girt ku tev li komcivînê nabe û dê îro li Navenda Giştî ya CHP'ê daxuyiyaneke niviskî belav bike.
 
Her wiha Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş jî nivîsek ji Kemal Kiliçdaroglû re şand û diyar kir ku ew bi hinceta “ewlehiyê” ji bo komcivîna CHP'ê serdana welatiyan qebûl nakin, dê destûr neyê dayîn welatî tev li komcivînê bibin.