Nûçegihanên me beraet kirin, li rojnamevan Alayûmat ceza hat birin
- Rojane
- |
- 9 Hezîran 2026 13:11
- |
STENBOL - Di doza rojnamevanan de, nûçegihanên me Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan beraet kirin û li rojnamevan Erdogan Alayûmat sal û 3 meh ceza hat birin.
Danişîna birydardayînê ya doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alay»mat ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li wan hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Parêzerên rojnamevanan, MGK, DFG û MLSA û OHD jî beşdarî danişînê bûn.
Parêzerên rojnamevanan diyar kirin ku muwekîlên wan rojnamevan in û ji ber nûçeyên tecrîda li ser Abdullah Ocalan doz li wan hat vekirin û di van nûçeyan de tenê navê Abdullah Ocalan derbas dibe û xwestin ku muwekîlên wan bên berdan.
Piştî beyanan heyeta dadgehê der barê Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan de biryara beraetê da û li Erdogan Alayûmat jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" sal û 3 meh ceza birî.