NAVENDA NÛÇEYAN - Di Rapora Tirkiyeyê ya ku ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve hat qebûlkirin de, bal hate kişandin ser "pêvajoyê" û hate destnîşankirin ku Tirkiye ber bi modeleke otorîter ve diçe.
Parlamentoya Ewropayê rapora salane ya li ser Tirkiyeyê bi 381 dengan qebûl kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di serdemeke wiha de ku polîtîkaya berfirehkirina Yekitiya Ewropayê (YE) her ku diçe geş dibe, Tirkiye ji ber kêmasiyên di reformên demokratîk de nekaribûye vê fersendê binirxîne. Di raporê de, ku 381 parlamenteran piştgirî dayê, 107 parlamenteran dengê "na" da û 171 parlamenter jî bêalî man, hate diyarkirin ku tevî daxuyaniyên hikûmeta Tirkiyeyê yên ku pabendbûna xwe ya bi endamtiya YE'yê dubare dike jî, pirsgirêkên bingehîn ên ku bandorê li pêvajoya endamtiyê dikin nehatine çareserkirin.
Di raporê de bang li Tirkiyeyê hate kirin ku di warê dewleta hiqûqê, mafên mirovan, pîvanên demokratîk, azadiya çapemeniyê û mafên bingehîn de kêmasiyên xwe ji holê rake. Herwiha hate destnîşankirin ku divê Tirkiye rêzê li têkiliyên cîrantiya baş û hiqûqa navneteweyî bigre.
Di raporê de hate bibîrxistin ku muzakereyên tevlibûna Tirkiyeyê ya ji bo YE'yê ji sala 2018'an vir ve bi awayekî fiîlî sekinîne, lê tevî vê yekê jî Tirkiye girîngiya xwe ya stratejîk û jeopolîtîk diparêze û wekî hevalbendekî NATO'yê berdewam e.
AMOR: BI LEZ BER BI MODELEKE OTORÎTER VE DIÇE
Raportorê ji Spanyayê yê ji Koma Sosyalîst û Demokratan Sancho Nachez Amor ev nêrîn anîn ziman: “Tirkiye bi temamî ber bi modeleke otorîter ve bi lez pêş de diçe. Bûyera herî dawî ya ku partiya mûxalefeta sereke CHP û serokatiya wê ya rewa dike armanc, mînaka herî dawî ya têkçûna berfireh a piralîbûna demokratîk û serweriya hiqûqê ye û rola darazê ya ku ji bo armancên siyasî veguheriye çekekê radixe ber çavan. Li hemberî rewşeke wiha giran, em ji bêdengiya Komîsyonê, Serwîsa Karûbarê Derve ya Ewropayê (EEAS) û dewletên endam ên ku çavên xwe ji hilweşandina demokrasî ya li Tirkiyeyê re digirin, pir fikar in. Ev bêdengî zirarê dide navûdeng û pêbaweriya YE'yê û beşên alîgirên Ewropayê û alîgirên demokrasiyê yên civaka Tirk hîn bêtir dûr dixe, encamên neyênî, li pey xwe dihêle.”
'GAVNEAVÊTINA HIKUMETÊ PÊVAJOYÊ HESAS DIKE'
Di raporê de, ji ber hewildanên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hat diyarkirin ku bi daxuyaniya fesixkirina PKK’ê ya di encama vê însiyatîfê de, rê li ber geşedanên girîng vebûye. Di raporê de wiha hat gotin: "Ligel vê yekê, ji ber ku Hikumeta Tirkiyeyê derbarê qonaxên din ên pêvajoyê de gavên di wext de û bibiryar neavêtine, em xemgîniya xwe tîne zimên. Diyar dike ku taktîkên hikûmetê yên mijûlkirinê û helwesta wê ya li hemberî qonaxên din ên pêvajoyê, pêvajoyê bêtir hesas dike û li hemberî geşedanên derva bêparastin dike herwiha divê rê li ber sepandina berfireh a qanûnên têkoşîna li dijî terorê were girtin, da ku ev qanûn ji bo bisînorkirina xebatên siyasî yên rewa, muxalefeta aştiyane, xebatên civaka sivîl û medyaya serbixwe neyên bikaranîn."