ŞIRNEX - Nûnerên partiyên siyasî yên ku beşdarî civînên gel ên li Elkê û Qilebanê bûn, diyar kirin ku ji bo aştiyê dema windakirinê nîne û bang li dewletê kirin ku gavan biavêje.
Civînên gel ên ku Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” li Şirnexê dabû destpêkirin, di roja duyemîn de berdewam dike. Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçarê, li gundê Bermanê yê Elkê civîna gel hat lidarxistin. Gelek kes, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî civîna li Qada Gund bûn.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di civînê de axivî û destnîşan kir ku Kurd di qonaxeke girîng re derbas dibin û ev tişt got: "Di 28’ê Hezîranê de li Amedê 'Mitinga Azadiyê' heye. Ji bo azadiya Rêbertiyê ev mîting dê li çar bajarên Tirkiye û Kurdistanê werin lidarxistin. Em ê li her derê û di her demê de pêvajoyê vebêjin. Divê em destê Rêbertiyê xurt bikin. Ji bo vê yekê, mitingên ku dê werin lidarxistin girîng in."
‘EM DIXWAZIN GELÊ ME GOTINA XWE BÊJE’
Çîgdem Kiliçgun Uçar di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew dixwazin gel jî gotina xwe ji bo aştiyê bibêje û axaftina xwe wiha domand: “Em dixwazin gelê me yê ku ked daye vê pêvajoyê gotina xwe bêje. Ji ber ku em nikarin pirsgirêka Kurd bihêlin nav destê dewlet û hikumetê. Em bi xwe xwe divê pirsgirêka xwe çareser bikin û li benda tu kesî nemînin. Îro bîrdoziya jina Kurd li tevahî cîhanê belav bûye û ev hêza jina Kurd wê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bike. Gelê Kurd di nava dîrokê de rêyek gelek dirêj meşiyaye û navek ê gelê Kurd heye. Di cîhanê de gelê Kurd bi meşa azadiyê û demokrasiyê tê nasîn. Îro vê meşê maseyek daye avakirin û li ser vî maseyî Rêber Ocalan heye.
Çîgdem Kiliçgun Uçar li civîna gel a gundê Elemûnê derbarê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de got ku azadiya gelê Kurd li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin û wiha axivî: “Rêber Apo hebûna gelê Kurd e û dewleta Tirkiye vê yekê dizane. Ji ber vê yekê Rêber Ocalan vaye 27 sal in di zindanê de di nava tecrîdê de tê girtin. Dewlet baş dizane bîrdoziya Rêbertiyê li Rojava, li Rojhilat li ser meriyetê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin azadiya Rêbertiyê azadiya gelê Kurd e.”
BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ
Çîgdem Kiliçgun Uçar herî dawî bangewaziya beşdariya mitînga ji bo azadiya Ocalan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Herî dawî em bang li gelê xwe dikin ku ji bo azadiya Rêber Ocalan û azadiya gelê Kurd tev li mitînga 28’ê hezîranê ya li Amedê were lidarxistin bibin.”
WELATIYAN JI BO GAVAVÊTINÊ BANG LI DEWLETÊ KIRIN
Welatiyên ku tev li civînan bûne derbarê pêvajoyê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku baweriya wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye ku aştiyê bîne vî welatî. Her wiha welatiyan diyar kirin ku dewlet û AKP ji bo gav avêtinê gelekî qels dimîne û divê dewlet rojek berî rojekî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bîne.
Çîgdem Kiliçgun Uçar û heyeta pêre dê li navenda Qileban û navenda Şirnexê jî tev li civînên gel bibe.