ŞIRNEX - Li Deştadarê, li ser daxwaza hevpar a jinan Navenda Pişgiriya Jinan a Jinkomê û pirtûkxaneyek tên damezirandin. Ev navend dê di gelek waran de xizmetê ji jinan re bike.
Li bajarokê Deştadarê ya girêdadyî navçeya Hezex a Şirnexê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) de ye, li gorî daxwazên jinan cara yekemîn Navenda Pişgiriya Jinan a Jinkomê tê damezirandin. Li bajarokê ku ji sala 1998’an vir ve şaredariya wê heye û nifûsa wê 2 hezar û 150 kes e, heta niha ji bo jinan tu xebatên civakî nehatine kirin. Rêveberiya nû ya şaredariyê piştî civînên ku bi jinan re li dar xist, dest bi pêkanîna projeyên li gorî hewcedariyên wan kir. Li ser daxwaza jinan a ji bo qadeke jiyanê ya hevpar û daxwaza xwendekaran a ji bo cîhekî xweser, şaredariyê di Adara 2026’an de dest bi avakirina navenda pişgirtiyê û pirtûkxaneyê kir. Tê plankirin ku navend dê di demekê nêz de were vekirin.
Koordînatora Jinan a Şaredariya Deştadarê Abîde Akmanê diyar kir ku navend li gorî daxwaza hevpar a jinan hatiye damezirandin. Abîde Akmanê anî ziman ku wan ji bo şert û mercên jiyana jinan ji nêz ve bibînin û hewcedariyên wan tespît bikin xebat kirine û ev tişt got: "Me xwest em bibînin ka jin çawa dijîn û xwedî kîjan derfetan de ne. Ji bo ku jin karibin li ser lingên xwe bisekinin û xwe pêş bixin, em dixwazin derfetên nû biafirînin. Em dixwazin bi jinan re bin û di her qadê de piştgiriya wan bikin."
Abîde Akmanê anî ziman ku navenda pişgiriya jinan û pirtûkxane rasterast li gorî daxwazên jinan hatine plansazkirin û diyar kir ku xwendekarên li bajarokê heta niha ji bo sûdwergirtina ji pirtûkxaneyê neçar bûn ku 17 kîlometre biçin navenda navçeya Hezexê û wiha pê de çû: "Ev daxwaza jin û ciwanan bû. Me jî xwest em van daxwazan bi cih bînin. Me li vir ji bo wan pirtûkxaneyek ava kir. Em dixwazin bi hev re hîn bibin, bi hev re hilberînin û bi hev re bixebitin."
Abîde Akmanê diyar kir ku navend dê tenê bi kursên xwendin û nivîsandinê sînordar nemîne û armanca wan ew e ku jin di warê jiyana civakî de jî bi hêz bibin û got: "Em ê li ser îstismara zarokan, wekheviya zayendî û mafên jinan semîneran li dar bixin. Em dixwazin jin xwe binasin, hay ji hêza xwe hebin û bizanibin ka kî ne. Li gel vê, em ê li ser dîroka jinê atolye, xebatên hunerên destan û çalakiyên ji bo fêrbûna pîşeyan pêk bînin. Jin dê hem tevli hilberînê bibin hem jî ji aliyê aborî û civakî ve bi hêz bibin."
‘EM Ê BI HEV RE BI SER KEVIN’
Abîde Akmanê anî ziman ku armanca sereke ya navendê ew e ku jin bibin xwedî hişmendiya mafên xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê jin bizanibin ku jiyana wan tenê bi karên malê sînordar nîn e. Dema ku rûbirûyî tundiyê bûn, divê zanibin ku ev ne qedera wan e û karibin li dijî vê derkevin. Ev der qada jiyana me ye. Em ê van xebatan bi jinan re xurt bikin û bi hev re bigihînin serkeftinê."