WAN - Lîstikvanên ku hewl didin bi şanoyê polîtîkayên bişaftinê yên li ser Kurdî têbikoşin, diyar kirin ku ew ê xebatên şanoya Kurdî xurt bikin û bidomînin.
Şanoya Kurdî, tevî hemû qedexeyên ku bi salan e pê re rûbirû ye, sansûr, polîtîkayên qeyûman û bêderfetiyên aboriyê jî li ser dikê hebûna xwe diparêze. Şanoya Kurdî ku wekî yek ji qadên herî girîng ên hunerî yên ku zimanê dayikê lê xuya dike tê qebûlkirin, ne tenê şaxekî hunerê ye ku lîstikan nîşan dide, di heman demê de wekî qadeke ku bîra civakî, kûrbûna çandî û kevneşopiya vebêjiya devkî vediguhezîne nifşên nû.
Şanogerên Kurd ên ku di bin banê Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê dixebitin jî, di vî warî de têdikoşin. Lîstikvanên ku ev 3 sal in di bin banê şaredariyê de lîstikên Kurdî pêşkêş dikin, diyar kirin ku eleqeya li ser şanoyê roj bi roj zêdetir dibe. Lîstikvanên ku herî dawî lîstika bi navê "Bazde Bavo Bazde" ya ku ji Îngilîzî bo Kurdî hatiye wergerandin pêşkêş kirin, plan dikin ku di pêvajoya pêş de bi lîstikên zêdetir ên Kurdî bi temaşevanan re bên cem hev.
‘CIWAN ELEQEYEK XURT NÎŞANÎ ŞANOYA KURDÎ DIDIN’
Yek ji şanogerên ku di lîstikê de cih girtiye Yaşar Yayan diyar kir ku ew nêzî 20 salan e di nav xebatên ŞanoWanê de cih digire. Yayan anî ziman ku wan di bin banê Şaredariya Rêya Armûşê ya ku lê dixebitin de giranî dane şanoya Kurdî û wiha got: "Berê me hemû lîstikên xwe bi Tirkî dilîstin. Me biryar da ku em bi zimanê xwe şanoyê bikin û me dest bi lîstina şanoya Kurdî kir."
Yayan diyar kir ku wan ev biryar ji bo ku li dijî polîtîkayên bişaftinê yên bi salan e berdewam dikin têkoşînekê bikin, dane û wiha pê de çû: "Li dijî van polîtîkayan divê em zimanê xwe li her derê bi kar bînin û bi taybetî ji bo me divê lîstik bi zimanê me werin pêşkêşkirin. Di vî warî de armanca me ne tenê li ser dika şanoyê, li her derê axaftina bi Kurdî bû. Di sînemayê de jî me xwest ku bi heman rengî Kurdî were axaftin. Di vî warî de plansaziyeke me ya ji bo sînemayê heye. Du lîstikên me yên ku em bi Kurdî dilîzin hene, her wiha du lîstikên din jî hene ku em plan dikin bilîzin."
Yayan diyar kir ku bi têkoşîna hatî dayîn re îro Kurdî êdî bûye zimanekî ku di gelek qadan de tê bikaranîn û destnîşan kir ku bi taybetî gel eleqeyeke mezin nîşanî şanoya Kurdî dide. Yayan anî ziman ku ev eleqe roj bi roj zêdetir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ciwan di vî warî de eleqeyeke xurt nîşanî şanoya Kurdî didin û serî li me didin. Em vê yekê pir bi nirx dibînin. Îro em dixwazin di nav Şaredariya Rêya Armûşê de baskekî ku şanoya Kurdî lê were lîstin ava bikin. Bi vê re, em plan dikin ku xebatên xwe yên şanoya Kurdî hîn bêtir xurt bikin."
JI BO FÊRBÛNA ZIMAN DEST BI ŞANOYA KURDÎ KIR
Yek ji lîstikvanên şanoyê Cazî Oner ku salên dirêj li derveyî welat jiyaye jî diyar kir ku wê serpêhatiya xwe ya şanoyê ya ku bi Tirkî dest pê kiribû, bi Kurdî domandiye û ev tişt got: "Min xwest ez bi zimanê xwe yê dayikê hunerê bikim. Min 3 sal berê dest bi şanoya Kurdî kir. Ez lîstikvaneke 10 salan im. Dema min dest bi şanoya Kurdî kir, bi rastî zimanê min ne baş bû. Lêbelê min got 'bila şanoya Kurdî pêş bikeve û ez jî zimanê xwe fêr bibim' û min dest bi pê kir. Nezanîna min a zimanê min ê dayikê jî ez teşwîq kirim. Erê, polîtîkayên bişaftinê berdewam dikin. Lê divê em jî ji cihekî dest bi tiştekî bikin. Ger em bixwazin Kurdî di her qada jiyanê de cih bigire, divê em ji cihekî dest pê bikin."