WAN - Mehmet Emîn Aslan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê hat tehliyekirin, diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê teqez serkeve û got: "Heke em xwe nû bikin em ê bi ser kevin."
Mehmet Emîn Aslan ê ku di sala 1989'an de li Wanê tevli Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û di 8'ê Hezîrana 1996'an de li Edeneyê hat binçavkirin, piştî 18 rojên îşkenceyê, li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Konyayê hat darizandin. Bi îdiaya "xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê" cezayê girtîgehê yê muebedê li Aslan hat birîn û ew di girtîgehên Edene, Konya, Mûş, Umraniye, Sîlîvrî û Tekîrdagê de hat ragirtin.
ZEXTÊN LI SER MALBATÊ
Piştî girtina Aslan, zextên giran li ser malbatê hatin kirin. Bav Melek Aslan di sala 1997'an de hat binçavkirin û rastî îşkenceyên giran hat. Ji ber nexweşiya giran a ku ji ber van îşkenceyan lê giran bû, jiyana xwe ji dest da. Birayê wî Mahmut Aslan di sala 1999'an de li Wanê li ser îfadeya şahidekî hat binçavkirin. Aslan ê ku nêzî 40 rojan rastî îşkenceyên giran hat, di navbera salên 2018-2019'an de di dema greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan hatibû destpêkirin de, bedena xwe da ber agir.
Her du bira, di dema girtina xwe de çend salan li girtîgehên Mûş û Sîlîvriyê bi hev re man. Malbat neçar ma ji bo hevdîtinê biçe girtîgehên ku dûrî hev bûn. Malbat carna 5-6 salan nekarî biçe hevdîtina zarokên xwe. Di wê demê de malbata ku çûbû serdana Mehmet Emîn Aslan ê ku di Girtîgeha Tîpa E ya Konyayê de dihat ragirtin, dema vegera Wanê, li ser rêya Xarpêt-Çewligê qezaya trafîkê derbas kir. Di qezaya ku di 26'ê Îlona 1999'an de qewimî de, dayik Meryem Aslan, hevjina birayê wî yê mezin Turkan Aslan û biraziyê wî Serhat jiyana xwe ji dest dan.
Aslan ê ku piştî 30 salan girtîgehê di 26'ê Gulanê de hat tehliyekirin, îşkence, girtîgeh, tecrîd û berxwedana xwe ji ajansa me re vegot.
‘ÊŞA KU GEL KIŞAND GIRANTIR BÛ’
Aslan anî ziman ku dema li Edeneyê xebatên siyasî dikir hat binçavkirin û ev tişt got: "Wê demê me xebatên girîng dikir û li ser îxbarekê ez hatim binçavkirin. Piştre em hatin girtin û ez 30 salan di girtîgehê de mam. Helbet ev pêvajoya girtîgehê ne hêsan bû. Dema ez hatim girtin, mijara ku ez herî zêde pê xemgîn bûm ew bû ku min xebatên li derve nîvco hiştin. Hewce nake ez pêvajoyên binçavkirinê vebêjim, ji ber ku tiştên ku her kesî jiyane, em jî jiyan. Sala ku ez hatim girtin, salên ku komploya li dijî Rêbertiyê dest pê kiribû (êrîşa bombeyî ya 6'ê Gulana 1996'an). Herwiha li ser gel û tevgerê jî polîtîkayeke giran a zextê hebû. Tevî rewşa îşkence û girtîgehê, îşkenceya ku gel dikişand ji ya me pir girantir bû."
‘BI BÎRANÎNA BERXWEDANÊ EM BI HÊZ DIBÛN’
Aslan diyar kir ku wan li dijî hemû polîtîkayên îşkence, tecrîd û tundiyê yên girtîgehê îradeyeke bihêz nîşan daye û wiha pê de çû: "Dema ceza hat birîn, min dizanibû ku ez ê 30 salan li wir bimînim. Ji ber vê yekê min xwe li gorî wê motîve kir. Tiştê ku mirov bi hêz dihêle; baweriya wî ya bi îdeolojî û doza wî ye. Girtîgeh ji bo hinek kesan dibe ku hilweşîn bin, lê ji bo me bû cîhê ku em xwe ji nû ve ava bikin. Tevgera me li zindanan xwe ava kir. Li wir mîraseke mezin a ku Mazlûm Dogan, Hayrî Durmuş û Kemal Pîr li pey xwe hiştine heye. Her ku me îşkence, êş û berxwedana wan bi bîr dianî, em bi hêz dibûn. Lewre têkoşîna herî mezin wan da, wan rêberiyeke mezin ji me re kir. Wan bingehek avêt û me li ser wê bingehê xwe ava kir.
Zindan ne cîhekî wiha ye ku mirov bibêje 'ez ê razêm û dê biqede’. Divê felsefe û paradîgmayeke te hebe ku tu li ber dijmin serî netewînî. Jiyana zindanê her çend dijwar be jî, me ew rengîn û xweş dikir. Em neçar bûn ku em xweş bikin, heke me nekira, me dê gelek zehmetî bikişanda. Min her tim pêşengên me ji xwe re wekî mînak girtin, ji ber ku wan ji bo me xwe feda kirin."
‘MESELE NE MALBAT E, GEL E’
Aslan anî ziman ku tevî girtin, îşkence û her cûre êrişan wan li ser pêyan mane û got: "Têkoşîna me hîna jî berdewam dike. Ya herî girîng, niha Rêbertiya me hîna jî di girtîgehê de ye. Sîstema dewletê li ser tunekirinê hatiye avakirin û tu carî dev ji vê polîtîkaya xwe bernade. Ne tenê ji bo zindanê, li derve jî sîstem xwe her tim bi vî rengî dide jiyîn, lê tiştekî ku hesab nakin heye, ew jî tevgera Kurd e. Di vê pêvajoyê de jî heman rewş hîna berdewam dike. Ez di sala 1996'an de hatim girtin. Di sala 1999'an de birayê min Mahmut Aslan jî hat girtin. Di vê pêvajoyê de malbata min jî gelek zehmetî dikişand û her tim bi ser mala me de digirtin. Mirov dema zilmê li ser gel difikire, bi rastî nikare malbatê bifikire. Ez ji bo malbatekî Kurd çawa jiyam, ji bo malbata xwe jî wisa jiyam. Mesele ne malbat e, gel e. Bavê min gelek îşkence dît. Ji ber tansiyona bilind wefat kir, lê îşkenceya ku dît jî ev yek bandor kir. Hemû malbat rûbirûyî îşkenceyên ku sîstemê ferz kirine hatin."
‘ÎRO PÊVAJOYEKE NÛ HEYE’
Aslan bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di tu şoreşê de wekî gelê Kurd gelekî ku êş kişandiye nebûye. Tevî van hemû êşan, gel berxwedaneke mezin nîşan da. Îro pêvajoyeke nû heye. Di rastiyê de Rêbertiya me di sala 1993'yan de ku şer herî dijwar bû, ev pêvajo da destpêkirin. Rêbertiyê got ku li şûna şer divê siyaset biaxive. Piştî vê gelek hewildanên wekî vê çêbûn lê dewletê bersiv neda. Hema hema hemû pêvajo rasterast ji aliyê tevgera Kurd û Rêbertiya wê ve hatin destpêkirin. Ev pêvajo dê teqez bigihîje armancekê. Çareseriya hemû pirsgirêkan bi xebata me ve girêdayî ye. Îro li ser entegrasyoneke pozîtîf tê axaftin. Di şert û mercên îroyîn de ji bo çareseriya pirsgirêkê rêbaza herî guncav entegrasyon e."
‘HEKE EM XWE NÛ BIKIN EM Ê BI SER KEVIN’
Aslan bal kişand ser girîngiya têkoşîna di vê qonaxê de û wiha pê de çû: "Heke em têbikoşin em dikarin bi ser kevin. Dema vê pêvajoyê dest pê kir, gumanên me jî çêbûn, lê piştî xwendina manîfestoyê em jê bawer bûn. Divê tu di her qadê de vê guhertin û veguherînê pêk bînî. Armanc û hedef ji bo vê pêvajoyê guncav e û ji bo vê divê têkoşîn were kirin. Dema em li şert û mercên ku cîhan gihîştiye dinêrin, manîfestoya ku îro derketiye holê rizgarî ye. Entegrasyon pêşî di kesayetiya mirov de dest pê dike. Heke em xwe nû bikin em ê bi ser kevin. Rêbertiya me di vî warî de baweriyê dide me. Yên ku mil bidin vê pêvajoyê û piştgiriyê bidinê dê mezin û bihêz bibin, lê yên li dijî vê bin dê têk biçin."
‘JI RÊBERTIYÊ Û JI TEVGERÊ BAWER BIKIN’
Aslan anî ziman ku ew bawer dike ku pêvajo dê bigihîje serkeftinê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di warê rêxistinbûnê de pirsgirêk heye û wekî ku ev pêvajo bi tamî ji gel re nehatiye ravekirin. Divê gel ji bo vê pêvajoyê bê qanîkirin. Ji bo vê yekê hewcedarî bi xebateke nû heye. Yên ku gumanên wan ji pêvajo û paradîgmayê hene bila rehet bin. Ji Rêberiya xwe û tevgera xwe re bawer bikin û ewle bin. Ne tenê bawerî, divê her kes beşdarî van xebatan bibe. Li her cîhê ku em lê ne divê em vê siyasetê bihêz bikin. Ji bo ku em bi sîstemê pirsgirêka Kurd bidin çareserkirin, divê xebat bihêz bin. Ne tenê malbatên ku berdêl dane, divê hemû gelê Kurd piştgiriya vê bike. Her kesê ku ji xwe re dibêje Kurd divê xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Ev pêvajo ji bo Kurdan meseleyeke qederê ye. Di warê siyasî, îdeolojîk, taktîk û stratejîk de divê em zimanekî baş saz bikin û bala xwe bidin ser serketinê."
MA / Bîlal Babat