MYK’a DEM Partiyê civiya
- Polîtîka
- |
- 15 Tîrmeh 2026 10:55
- |
ENQERE - MYK'a DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan kom bû.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê civiya. Hat zanîn ku dê di civînê de geşedanên dawî yên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, rewşa pêvajoya siyasî, amadekariyên kongreyê û konferansên bên li darxistin, civîna Meclisa Partiyê (PM) ku di nava hefteyê de pêk hat û plansaziya 15 rojan dê be nirxandin û nîqaşkirin.