Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama du êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn. 

 
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê yên li ser jîngehên li başûrê welêt de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 16 kes jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya wezaretê, bajarokên Tifaha û Marûb hatine hedefgirtin. Di êrişa li ser Tifahayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne. Di encama êrişa li ser Marûbê de jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.
 
Her wiha hate aşkerakirin ku balafirên şer ên Îsraîlê bajarokên Mifêdûn, Şokîn, Qelîla, Biyût Seyad û Mecdelzunê yên li herêma Nebatiye û Siwerê bombebaran kirine.
 
Di gel ku li herêmê rageşî zêde dibe, tê ragihandin ku ji saetên sibehê ve ye li bajarokên Bint Cibêl, Xeyam, Şemi û Serafê di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de şer û pevçûnên dijwar rû didin. Hizbullahê jî daxuyaniyek da û da zanîn ku wê li dijî xalên leşkerî ên li herêmên Kiryat Şemona û Difîf ên li bakurê Îsraîlê bi moşekan êriş pêk anîne.