Rojnamevanê Îranî Nasiryan: ger gel bi hev re tevbigerin dê rejîm hilweşe

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Bariş Nasiryan diyar kir ku eger gel bi hev re tevbigerin, dibe ku rejîma Îranê hilweşe û got ku tenê tiştê ku dikare rewşa şer a heyî biguherîne, yekîtiya gel e.

 
Polîtîkaya zextê ya rejîma Îranê li dijî muxalif û welatiyên xwedî nasname û baweriyên cuda berdewam dike. Kesên ku li dijî pratîkên rejîmê derdikevin tên girtin, revandin, îdamkirin, an jî tên kuştin. Her wiha, rejîm, ji bo ku hebûna xwe biparêze, hewl dide ku bi sepandina polîtîkayên cudakar di nav gel de atmosfereke pevçûnê biafirîne.
 
Rojnamevan û nivîskarê Îranî Bariş Nasiryan li ser pêşketinên li Îranê axivî.
 
Nasiryan got: "Koka pevçûna Tirk-Kurd bi dîrokê ve girêdayî ye bi damezrandina van hemû dewletan li vê herêmê ku Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û Afxanistan jî di nav de ne. Sîstema dewleta neteweyî li dewletên Asyaya Navînê bi nêzîkatiyên wekhev hat bicîhkirin. Ataturk ev pêvajo li Tirkiyeyê da destpêkirin û paşê, piştî şoreşa meşrûtiyetê ya li Îranê, heman pêvajo dest pê kir."
 
Nasiryan anî ziman ku ev pratîk armanc dike ku yekparebûnê li seranserê hemû welatên Asyaya Navînê belav bike û bingehên dewleta nûjen bi polîtîkayên asîmîlasyonê hatine danîn.
 
HEVKARIYA TIRKIYÊ Û ÎRANÊ
 
Nasiryan got: "Li gorî destûra bingehîn a Îranê, mêrbûn û Farsbûna we dihat qebûlkirin. Di dema Ataturk de Kurd, Ermenî, Yewnan çawa dihatin redkirin li Îranê jî wextekê Tirk wekî 'hov' dihat pênasekirin û tune dihatin hesivandin. Gelên din ên li Îranê jî di warê mafên mirovan de hatin redkirin. Di rastiyê de, tiştê ku divê bibûya ev bû ku ewqas neteweyên cuda li herêmên xwe bi awayekî xweser dijîn û ji hikûmeta navendî karbidestiyê werdigirin. Tiştê ku Kurdan li Tirkiyeyê jiya, Tirkan li Îranê jî jiya. Hema bêje Tirkiye û Îran bi saya Îngilîstan û welatên din di heman salan de ji dayik bûn û wan siyaseta xwe di bin siya wan de meşandin. Li her du dewletan jî, serdestiya neteweyek, mezhebek û zimanek yekane hat damezrandin."
 
'PÊKVE JIYANA GELAN HEDEF HAT GIRTIN'
 
Nasiryan diyar kir ku dewletên neteweyî bi xwezayî tovên nefretê di navbera neteweyan de diçînin û got: "Ew jê re dibêjin 'Şoreşa Îranê', lê ev şoreş berî ku pêk were hat şikandin. Tiştê ku niha diqewime ne şoreş e. Tewra piştî hilweşandina rejîma Şah jî, hikûmeta navendî ya Îranê hewl da ku Tirkan li dijî Kurdan, Loran li dijî Farisan û Belûçan li dijî Ereb û Farisan bicivîne. Bingeha afirandina pevçûnê di navbera Tirk û Kurdan de li ser van serdeman e. Li van herêman, Kurd û Tirk her gav bi hev re jiyane."
 
Nasiryan diyar kir ku ji serdema Şah heta roja îro, cudakariya di navbera gelan de hatiye xurtkirin û got ku di her du serdeman de jî, gelan ji wergirtina perwerdehiya bi zimanên xwe hatine astengkirin. Nasiryan destnîşan kir ku serhildanên li dijî Xumeynî di bin serokatiya gelên Tirk û Kurd de hatine organîzekirin û got: "Gelên cuda yên li Îranê dijîn dest bi têkoşîna ji bo mafên xwe kirin. Wan dest bi têkoşîna ji bo mafê zimanê xwe yê dayikê, mafên jinan û gelek mafên din kirin. Heta wê demê jî, ew li dijî vê yekê derketin û gotin, 'Me Şah neşikand da ku mela werin û fermanê bidin me.' Rejîmê li dijî hemû gelên di nav xwe de komkujiyên mezin pêk anîn. Tenê gelê ku heta roja îro kariye sax bimîne Kurd in."
 
HEVPEYMANIYA 'ENIYA NETEWEYAN'
 
Nasiryan diyar kir ku şiyana Kurdan a ji bo mayîndebûnê heta roja îro li ser bingeha hêza wan a rêxistinkirî ye û got: "Xumeynî ji bo têkbirina têkoşîna Kurdan cîhad îlan kir. Wê demê, dema ku em di nav rêxistinên xwe yên serxwebûnê de li rêyeke derketinê digeriyan, em çûn ba Kurdan. Bi rastî, di serdema Qasimlo de, behsa 'Eniya Neteweyan' dihat kirin ku ji hêla Kurdan ve dihat rêvebirin û Tirkmen, Belûç, Faris û Ereb jî di nav de bûn."
 
Nasiryan bi bîr xist ku pêvajoya komkujiyê bi afirandina pevçûneke Tirk-Kurd li Urmiyê di serdema Xumeynî de dest pê kir û diyar kir ku niha, heman pêvajo ji bo dijberiya gelan tê bikaranîn. Nasiryan destnîşan kir ku ev têgihîştin di xwepêşandanên "Jin, jiyan, azadî" de ku bi kuştina Jîna Emînî dest pê kirin bi tevahî hat hilweşandin û got: "Di wê serdemê de, gelê Azerbaycanê bi dirûşmeya 'Azerbaycan bi hêz radiweste, piştgiriyê dide gelê Kurd' piştgirî da Kurdan. Ev slogan, slogana serdema ku rejîma Şah li ber hilweşînê bû. Me wê demê ev slogan li radyoyê weşand. Gelê Kurd jî bi heman sloganê bersiva me da."
 
Nasiryan diyar kir ku tenê tiştê ku dikare rewşa heyî ya şer biguherîne yekîtiya gelan e û wiha domand: "Ger hemû gel rabin ser pêyan, bi hev re bin û avahiyek federal ava bikin; Erebek dikare çi bi Kurdekî, Kurdek bi Farisekî an Tirkekî bike? Di serdema 'Jin, jiyan, azadî' de, gelan baweriya xwe bi vê anîn û rabûn ser pêyan. Hemûyan bi hev re ev dirûşme berz kirin. Hinan ev dirûşme nizanibûn, lê ew bû serhildana wan. Bi vê dirûşmeyê edalet, azadî û aştî xwestin. Ger têgeha dewletparêziyê li vir berdewam bike, rejîma Îranê jî dê bi şêweyê xwe yê heyî berdewam bike. Ger rejîma Îranê hilweşe, têgeha dewletbûnê li Rojhilata Navîn jî dê hilweşe. Rejîm di serhildanên 2022'yan de hilweşiya. Ev di wan serhildanan de eşkere bû. Îro, berdewamiya vî şerî, bi awayekî, beşek ji israra li ser parastina têgeha dewletbûnê li Rojhilata Navîn e."
 
MA / Ceylan Şahînlî