Çapemeniya Îranê lîsteya ‘kesên ku dê hesab ji wan bê pirsîn’ weşand

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Hamşahrî ya Îranê înfografîkek bi sernava “kesên ku dê hesab ji wan bê pirsîn” weşand û Donald Trump, Binyamin Netanyahu û Emmanuel Macron jî di nav de 13 kes wek hedef nîşan da.

 
Rojnameya Hamşahri ya ser bi Şaredariya Tehranê, ku li ser xeta muxafazakariyê weşanê dike, piştî mirina Alî Xamaney înfografîkek bi sernavê "Kesên ku dê hesab ji wan bê pirsîn" weşand.
 
Di dîmen de yê li ser malpera înternetê ya rojnameyê hate weşandin, wêneyên 13 kesayetên siyasî hatin weşandin. Her wiha Serokê DYA Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû bi nîşenaya işaretê hedef hatin nîşandan. Înfografîk di çapa roja Yekşemê ya rojnameyê de nehate weşandin.
 
Di daxuyaniyeke nivîskî de ku hate gotin ji aliyê lîderê nû yê olî yê Îranê Mucteba Xamaney ve hatiye dayin, hate ragihandin ku piştî kuştina bavê wî Alî Xamaney di êrişa Îsraîl û DYA'yê de "Tolhildan bivê nevê" ye.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev tolhildan îradeya miletê me û wê teqez bi cih bê anîn. Ev sûcdarên ku navê wan di lîsteyê de heye, wê bi daxwaza mirineke bi aramî neçin gorê." Lê belê daxuyanî bi ti navî nehate parvekirin.
 
LÎDERÊN EWROPÎ JÎ DI LÎSTEYÊ DE NE
 
Di înfografîkê de ku ji aliyê Hamşahri ve hate weşandin li gel Trump û Netanyahu wêneyên Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Marco Rubio, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz û Serokwezîrê Îngilistanê yê di dema destberdana ji wezîfeyê de ye Keir Starmer hate weşandin.