WAN - Hat îdiakirin ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê xebatkarên jin ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kiriye. Hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bang kir ku tavilê dawî li zexta ser xebatkaran bê anîn.
Di 15’ê Sibatê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qeyûm hate tayînkirin û ji wê rojê ve zexta li ser xebatkarên şaredariyê didome. Hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bertek nîşan dan. Hevşaredaran, diyar kirin ku bi rêveberiya qeyûm re tayînên bêliyeqat tên kirin, bi awayekî keyfî cihê xebatkaran tên guherandin û bi taybet jî xebatkarên jin ji bo karên aangarya re tên şandin. Hat îdiakirin ku xebatkarên jin ên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bêyî daxwaza wan ji bo paqijiyê ji saziyên cuda re tên şandin. Hat îdiakirin ku xebatkarên jin ji bo paqijkirina daşirên saziyeke girêdayî walîtiyê hatine peywirdarkirin û piştî jinan ev yek red kirin jî der heqê wan de girtek hatiye amadekirin.
Hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan têkildarî îdiayan li ser hesabên xwe yên X’ê peyam parve kirin. Hevşaredaran, diyar kirin ku tayînkirina qeyûman ne tenê mudaxileyeke siyasî lê di heman demê de yekser hedefgirtina mafên xebatkaran e û bertekên tund nîşan dan.
MERCÊN XEBATÊ
Hevşaredaran, anîn ziman ku dema DEM Partiyê şaredarî dewr girtin wekhev, piranîparêz û bi rêzdarî nêzî mafên her kesî bûne û cihêkarî nekirine. Hevşaredaran, got: “Yek ji mijara herî zêde em hesas nêz bûn jî başkirina maf û mercên xebatê yên xebatkaran bûn.”
SIRGUNKIRINA XEBATKARAN
Bi domdarî hevşaredaran anî ziman ku bi taybet jî xebatkarên jin tên sirgunkirin û bi darê zorê hewl didin di karê paqijiyê yên saziyên girêdayî walîtiyê de bên xebitandin. Hevşaredaran, got: “Agahî hat ber destê me ku xebatkarên jin di paqijkirina daşiran û karên angarya de tên xebitandin û yên li dijî vê derdikevin jî der heqê wan de girtek tê girtin. Ev sepan nayê qebûlkirin. Rêveberiya qeyûm, aştiya xebatê ya şaredariyê xerab dike û xebatkaran bi awayekî keyfî peywirdar dike û mobîngê li wan dike.”
‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN’
Hevşaredaran, da zanîn ku qeyûm ne tenê çavkaniyên şaredariyê lê di heman demê de mafên xebatkaran jî xesp dike û wiha bi dawî kirin: “Em ê li dijî van sepanan bêdeng nemînin. Armanca polîtîkayên qeyûman, bêzarkirina gel e. Dixwazin şaredariyê ji îradeya gel veqetînin û sepanên keyfî bixin meriyetê. Lê em ê li dijî vê bêhiqûqtiyê bêdeng nemînin. Em ê heta dawiyê mafên xebatkaran biparêzin. Weke me berê jî gotibû, em hemû tiştên li şaredariyê diqewimin ji nêz ve dişopînin û dê bi hemû hêza xwe li dij derkevin. Banga me ji bo rêveberên di burokasiya şaredariyê de cih digirin e; nebin şirîkên van bêhiqûqiyan û dev ji zextên ser xebatkaran berdin.”