Ji ÎHD'ê li dijî texrîbkirina ekolojiya Dêrsimê banga têkoşîna hevpar
- ekolojî
- 17:00
ÎHD ku bal kişand ser texrîbata ekolojîk a li Dêrsimê, ji bo piştgiriya têkoşîna ekolojîk bang li her kesî kir.
ÎHD ku bal kişand ser texrîbata ekolojîk a li Dêrsimê, ji bo piştgiriya têkoşîna ekolojîk bang li her kesî kir.
Li Zozana Hesendînê ku bêyî rapora ÇED'ê hebe tê talankirin û ligel vê bang hat kirin ku bêhiqûqîtiya tê kirin di danişîna doza ku hatiye vekirin de bi dawî bibe.
Qirkirina daran a li gundê Eskarê yê Pasûrê hatiye destpêkirin gihişt çoltarê gundê Beyrokê.
Li Pasûrê li dijî talankirina xwezayê bi pêşengtiya Platforma Parastina Zozana Hesendînê mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de banga têkoşîna rêxistinkirî hat kirin.
Derket holê ku daristanên gundê Kespiyanişê yê Elkê di nava 3 mehan de bi destê cerdevanan bi temamî hatine tunekirin. Wêneyên herêmê yên beriya birîna daran û piştî destpêkirina birîna daran, talana li herêmê radixin ber çavan.
ÎSKÎ ku rêjeya tijebûnê ya bendavên li Stenbolê eşkere kir, ragihand ku li bajêr bi nêvengî rêjeya tijebûnê ya bendavan ji sedî 27.28 e.
Sûlava Bêgiriyê piştî ku du santralên hîdroelektrîkê li ser wê hatin çêkirin, li ber ziwabûnê ye. Li herêma ku bi tevahî heşt santralên hîdorelektrîkê dixebitin, herikîna avê kêm dibe û cureyên masiyan bi tunebûnê re rû bi rû ne.
Li navçeya Pîranê şewata li qadên bejahiyî yên 3 gundan çêbû, berbelav dibe.
Omer Bozkurt ku ji ber krîza aborî dest ji karê tekstîlê berda û titûnê diçîne, got ku ji ber ziwabûnê ew nikare berhema ku dixwaze bi dest bixe.
Salih Olmez, xwediyê Sevgi Apartmanê ya li navçeya Erdîşê ku di erdheja 2011'an de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi kana qûmê ya li ser Çemê Zîlanê çêkirî dest bi talankirina xwezayê kir.
Hişkesaliya ji ber kêmbûna baranê li Wanê çêbûye, bandor li golên Arçak û Şixkeyê ku wekî "bihûşta çûkan" têne binavkirin, kir.
Li quntarê Çiyayê Dorşînê yê navçeya Pasûrê zêdetirî 20 roj in dar tên birîn. Dîmenên qirkirina daran a ji hêla cerdevan û hin kesan ve tên kirin, asta texrîbata li herêmê jî radixe ber çavan.
TOKÎ’yê li herêmên Qelaçkê û Bulbulê yên li Taxa Îsmetpaşa ya navenda Şirnexê dest bi talankirina xwezayê kir û li heman herêmê hezar û 520 avahiyan çêdike.
Xebatên madenvaniyê yên weke kanên keviran, şikandin-bêjandin, tesîsên betonê û hwd. ên li cihên nêzî Gola Wanê tên kirin, yekser gefê li hewza Gola Wanê û jiyana xelkê li herêmê dixwin.