CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir
- polîtîka
- 15:35
CHP’ê, rapora xwe ya têkildarî pêvajoyê radestî Komîsyona Meclisê kir. Di raporê de daxwaza guhertina di TMK’ê de tenê bi azadiya xweîfadekirinê bisînor ma û cih nedan “mafê hêviyê.”
CHP’ê, rapora xwe ya têkildarî pêvajoyê radestî Komîsyona Meclisê kir. Di raporê de daxwaza guhertina di TMK’ê de tenê bi azadiya xweîfadekirinê bisînor ma û cih nedan “mafê hêviyê.”
Endamên şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di 22’yê Kanûnê de bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtinê bike.
Ahmet Turk, bertek nîşanî heqaretên alîgirên Bursasporê li Leyla Zanayê kirin da û got: “Ev heqaret li me tevan hatiye kirin. Heqaret li Kurdan hatiye kirin, gef li Kurdan hatiye xwarin. Ev, îfadeya nîjadperestiyê ye.”
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû, diyar kir ku hewceye azadiya Abdullah Ocalan bi zagonan were misogerkirin û got: “Ev, di heman demê de gava ji bo misogerkirina pêşeroja gelê Kurd e. Lewma divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ derkeve.”
Koordînatorên partiyên siyasî yên bi serokatiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş civiyan. Di civînê de ji bo rapora hevpar, biryara avakirina koma nivîsê dan.
Parlamanterê DEM Partiyê Saruhan Olûç diyar kir ku Pergala Hikûmeta Serokatiyê "zêde navendî ye" û xwest ku hin karbidestiyên navendî di warên siyasî û qanûnî de werin parvekirin û hin karbidestiyên navendî ji bo rêveberiyên herêmî werin veguhastin.
Hevdîtina Numan Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di Komîsyona Meclisê de dest pê kir.
Koordînatorên partiyên di komîsyonê de cih digirin dê îro bi Serokê Meclisê Numan Kûrtûlmûş re bicivin.
Wekîlê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek, anî ziman ku pêvajoya heyî ji bo Tirkiye û Kurdan firsendek e û got: "Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo li ser zemînekî siyasî û hiqûqî bidome."
Ahmet Ozer ku serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê kir, diyar kir ku pêvajoyeke dîrokî heye.
Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû piştî hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re de axivî û got divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bikevin meriyetê. Mîthat Sancar jî got ku di rojeva wan de qanûna aştiyê heye.
Wekîlên DEM Partiyê û AKP’ê yên Wanê, ji bo pirsgirêkên xelkê bajêr dijî û nîqaşkirina çareseriyên wan, li Meclisê civiyan.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku hewceye komîsyona li Meclisê hatiye avakirin demildest verastkirinên qanûnî bike û got ku îktîdar bi zanebûn pêvajoyê bi demê re vedihêle.
Li Wanê bi hezaran kes tev li civîna bi gel re bûn. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê di civînê de got: “Heke em bikarin berpirsyartiyên xwe yên di vê pêvajoyê de bicih bînin, têkoşîna me dê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biencam bibe. Têkoşîna me divê ji bo vê be.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kili Koçyîgîtê got: “Bêdengbûna çekan ne encamek e, destpêk e. Armanca me ya esasî, aştiya pozîtîf a li ser bingeha wekhevî û edaletê ye.”