Li Şengalê jinan çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin
- jin
- 13:23
TJAÊ, li Şengalê semînerek li dar xist û tundiya mêr a li dijî jinan ku roj bi roj zêde dibe û rêyên çareseriyê yên li dijî komkujî û zextên civakî nîqaş kirin.
TJAÊ, li Şengalê semînerek li dar xist û tundiya mêr a li dijî jinan ku roj bi roj zêde dibe û rêyên çareseriyê yên li dijî komkujî û zextên civakî nîqaş kirin.
Xwendekara zanîngehê Mizgîn Ertekîn, bi awayekî guman ji qata 4’an a wargeha lê dima kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Gundê Jinwar ê ku li Rojava ji bo jin û zarokan hatiye avakirin, bi avahiya xwe ya azadîxwaz û komunal ji bo “bajarên dostên jinan” û “bajarên jinan” ji cîhanê re dibe mînak.
Halîde Turkoglu, beşdarî panela bi sernava "Em avakirina aştiya civakî bi pêşengiya jinan gotûbêj dikin" bû û got: "Ji ber vê yekê divê em li her derê ku em lê ne, israra xwe ya ji bo aştiyê û israra xwe ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bidomînin."
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayenda civakî de gaveke dîrokî avêt. Meclisa Şaredariyê bi yekdengî "Belgeya Helwestê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Bingehê Zayenda Civakî" qebûl kir.
Jinên ku li dijî tundiya dewlet-mêr derketin qadan, gotin: “Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî ve têkoşîna xwe mezin bikin.”
Li Mûşê M.O., yê ku hewl da jina bi navê Yasemîn D.’ê qetil bike, hat girtin.
Tundiya li dijî jinan li Iraq û Herêma Kurdistana Federe di salên dawî de gihîştiye asta herî krîtîk. Zêdebûna kuştinên jinan û bûyerên veşartî yên taciz û destdirêjiyê polîtîkayên hikûmetê yên li ser jinan radixîne berçavan. Rêxistinên jinan destnîşan dikin ku bêcezatî tundiyê zêdetir dike.
Rêxistinên jinan ên li Mersînê diyar kirin ku pêvajoya aştiyê tenê bi deng û hêza biryardanê ya jinan dikare pêş bikeve û bang li dewletê kirin ku danûstandinên zelal û jidil bike.
Di çalakiyên ku di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê de hatin lidarxistin de, hat destnîşankirin ku aştiya civakî û avakirina pêşeroja Sûriyeyê bêyî jinan pêk nayê.
KJK’ê di deklarasyona xwe ya 25’ê Mijdarê de anî ziman ku tundiya li dijî jinan bi polîtîkayên dewletê bi awayekî sîstematîk xwe birêxistin dike û got: “Tişta ku dê jinan bide jiyîn, hêza jinan a rêxistinkirî û jiyana komunal e.”
Rêvebira Koma Xebatên Jinan a Zanîngeha Bîlkentê Gamze Saçarê, bertek li dijî cezaya çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê hatibû lidarxistin, nîşan da û diyar kir ku ev yek sîstematîkbûna tundî û cezayê nîşan dide.
Sabahat Tuncelê diyar kir ku tişta Tevgera Jinên Kurd ji yên din cuda dike, îdîaya jiyaneke nû ye ku li ser xeta azadiya jinê pêş dikeve û got: "Li vir hêviya azadiyê û vexwendineke azadiyê ya cuda ji bo jinan heye. Tişta mirov kelecanî dike jî ev e."
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedalê diyar kir ku li dijî hişmendiya netewe dewletê, ew hewl didin ku li rêveberiyên herêmî pergaleke li gorî azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk ava bikin û got: "Temsîliyeta wekhev, pergala hevserokatiyê û mekanîzmayên temsîla jinê bingeha vê modelê pêk tînin."
Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Atayê di vekirina Navenda Jiyan û Piştevaniyê ya Jinan a Delalê û Bazara Kedê Jinê de axivî û got: “Di her qada em bêhnê tê distînin em ê ji bo serkeftina pêvajoyê bixebitin.”