Kedkarên tev li mitînga KESK’ê bûn: Em budçeya ji bo gel dixwazin

img
EDENE - Kedkarên tev li mitînga herêmî ya KESK'ê ya Edeneyê diyar kirin ku ew nikarin debara xwe bikin û gotin: "Bi kevçî didin me, bi kemçeyê ji me distînin. Em budçeya ji bo gel dixwazin." 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), li Edeneyê bi beşdariya 14 bajaran, bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikn! Budçeya ji bo gel, Tirkiyeyê demokratîk” mitîngeke herêmê li dar xist. Kedkarên tev li mitîngê bûn, pirsgirêkên aborî û daxwazên xwe anîn ziman. 
 
Casim Aydogan, diyar kir ku ew debara xwe bi mûçeyê kêmtirîn dike û ji ber zemên tên kirin zehmetiyên mezin dijîn. Aydogan, got: “Mûçeyên me têr nakin, em birçî ne. Bacan bi kepçeyê digirin û bi kevçî didin me. Ceyran 3 hezar TL, av hezar û 700 TL, tup hezar lîre bûye. 6 zarokên min hene, ez di kirê de me, mimkûn nîne ez bikarim debara xwe bikim. Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm bibe 35 hezar TL. Heke em bibin yek dê bi ser kevin.” 
 
'MAMOSTEYA TEQAWID IM, BI TÊRÎ MIN NAKE’
 
Neslîhan Çelîk Kaya ku 28 salan mamostetî kiriye û niha teqawide jî got: “Dahata min bi têrî pêdiviyên min ên sereke jî nake. Bû du sal ez teqawid bûme û 34 hezar TL’an didin min. Tevahiya teqawidan di serdemeke xizan de ne. Xizîneyê bi bacên me ava dikin û pêşkeşî komeke çete dikin. Em li dijî vê derdikevin. Em ê têbikoşin.” 
 
'ZENGÎN HÊJ ZENGÎNTIR, XIZAN HÊJ XIZANTIR BÛ’
 
Suleyman Încekaya ku ji Meletiyê tev li mitîngê bûye jî got: “Bi rastî jî jiyan qet baş nîne. Zengîn hêj zengîntir bûye û xizan jî hêj xizantir. Dive em li dijî vê bêedaletiyê bibin yek. Sedema ev qas xizaniyê, polîtîkayên şer e.” 
 
Hasret Bologlû jî got ku polîtîkayên budçeyê kedkaran xizantir dike û ev tişt anî ziman: “Tenduristî û perwerde pêş nakeve. Bi têkoşînê em dikarin heqê xwe yê budçeyê bistînin.” 
 
‘KARÊ ME HEYE LÊ EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’
 
Emel Karakuş, jî got: “Xebatkarên cemaweriyê krîzeke giran dijîn. Em bêkar nînin lê nikarin bi heqdestê xwe debara xwe bikin. Budçe bo cihên pêwîst nayê xerckirin. Em li welatekê zarok birçî diçin dibistanê dijîn. Heta aştî û yekitî nebe dê pirsgirêka aboriyê çareser nebe.” 
 
Înanç Çelîk jî da zanîn ku xebatkarên cemaweriyê ji ber enflasyonê zehmetiyê dikişînin û got: “TUÎK, li ser daneyên enflasyonê yên sexte zemê dike. Enflasyona gel hêj zêdetir e. Bi kemçeyê distînin û bi kevçî belav dikin. Çareseriya pirsgirêkên dearê, bi aştî û demokrasiyê dibe. Lêbelê ez hewldanên ji bo pêvajoyê jidil nabînim. Divê gel bi rastî jî vê bixwaze û berpirsyartiya muxatabiyê li xwe bigire.” 
 
MA / Mehmet Guleş - Hamdullah Yagiz Kesen