Kitekitên hevdîtina Erdogan a bi Trump re

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kitekitên hevdîtina Erdogan a bi Trump re derketin holê. Li gorî agahiyan; di hevdîtinê de Trump gelek tişt bi dest xist û daxwaza Erdogan a ji bo êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî girêdayî Pentegonê hate kirin. 

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ji bo Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) çû DYA’yê û di 25’ê Îlonê de jî li Qesra Spî bi Serokê DYA’yê Donald Trump re hevdîtin kir. Hevdîtin, li Tirkiyeyê deng veda û hat îdiakirin ku Erdogan gelek destkeftî bi dest xistiye. 
 
Ji bilî xisûsên bi raya giştî re hatin parvekirin, hat zanîn ku di hevdîtinê de li ser mijarên Iraq û Sûriyeyê jî axaftin hatine kirin. 
 
Kitekitên mijarên di hevdîtinê de li ser hatiye axaftin û qismekê wê li ser medyayê hatine parvekirin ev in: 
 
1- MIJARA PETROL Û GAZA XWEZAYÎ YA RÛSYAYÊ
 
Erdogan û Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar, temînat dan Trump ku dê dev ji bikaranîna petrola Rûsyayê berdin. Her wiha, gotin ku bikaranîna gaza xwezayî jî heta dîroka dê bi temamî were sekinandin dê bê kêmkirin. Lêbelê Erdogan xwest ku mijara ku petrola Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê dîsa arasteyî Banka Cîhanê were kirin dîsa bibe rojev û soz were dayin ku pirsgirêka Tirkiyeyê di mijara gazê de çênebe. 
 
2 – MIJARA VAKIRINA SANTRALA NUKLEERÎ
 
Hat lihevkirin ku Tirkiye di mijara avakirina santrala nukleerî ya bi Rûsyayê re de dest ji xebatan berde û li şûna vê bi aliyê Amerîkayê re lihev bike. 
 
3 – BALAFIRÊN ŞER Û BALAFIRÊN BÊMIROV
 
Amerîkayê erê kir ku balafirên şer ên F16’ê bifiroşe Tirkiyeyê û modernîzasyona balafirên berê jî xist meriyetê. Di mijara firotina balafirên F35’ê de jî Trump ji Erdogan re got ku ev mijar di destê Pentegonê de ye û girêdayî erêkirina Kongreya DYA’yê ye. Lêbelê Trump, got ku hêj girtina 15 heta 40 balafiran a ji Mîrtiyên Ereb ên Yekbûyî nehatiye temamkirin. Got ku heke wergirtina wan ji hêla Mîrtiyê Ereb ên Yekbûyî ve neyê temamkirin, îxtîmal heye ku van balafiran bifiroşin Tirkiyeyê. 
 
Di mijara balafirên sivîl de jî dê peymaneke kirîna derdora 200/250/600 balafiran hate îmzekirin lêbelê Trump şert danî ku piştî îmzekirina peymanê Tirkiye ji sedî 75’ê pereyê van balafiran yekser bide. 
 
Di mijara ÎHA’yan de jî DYA’yê mueyîdeyên têkildarî firotina parçeyan a ji Tirkiyeyê re kêm kir. 
 
4 - IRAK
 
Erdogan, qebûl kir ku der heqê “rêxistinên” li Iraqê û komên di lîsteya DYA’yê de agahiyan bide DYA’yê. Di vê çarçoveyê de jî Erdogan, Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin hatin peywirdarkirin. 
 
4 - MESELEYA SÛRIYEYÊ
 
Di mijara Sûriyeyê de jî Erdogan teklîfa “têkoşîna li dijî terorê” û “piştevaniya bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re” ji DYA’yê re kir. Lêbelê şert danî ku ev têkoşîn li tevahiya Sûriyeyê bê meşandin. Her wiha Erdogan soz da ku dê li Sûriyeyê derdora 600 hezar leşker, polîs û peywirdarên ewlekariyê amade bikin. (Ev mijar dema Şam diket ji hêla HTŞ’ê ve hate kirin kete rojevê û bang hate kirin. Li ser vê yekê bi sedhezaran ciwan tev li refên HTŞ’ê bûn. Lê piştî sepanên HTŞ’ê, temamiya van ciwanan vegeriyan malên xwe. Niha derdora 15-17 hezar milîtanên HTŞ’ê hene.)
 
Trump, di hevdîtinê de got ku teklîfa Erdogan pir baş e lêbelê di mijara rojhilatê Sûriyeyê de dê alîkariya Pentegon û Wezareta Karên Derve têr neke û divê pêwendî bi Ewlekariya Neteweyî û Kongreyê re jî bên danîn. Erdogan, îdia kir ku di vê mijarê de Abdullah Ocalan şirîk e û lîsteyeke ji 120 kesan pêk tê ku îdia kir “peymana aştiyê” red kirine pêşkeş kir. Trump jî weke bersiv jê re got ku divê Tirkiye vê pirsgirêkê bi xwe çareser bike. Trump, ji Erdogan re got ku heta ku gefek li ser hêzên DYA û koalîsyonê yên li Sûriyeyê çênebin û zirarê nedin kamp û girtîgehan dê tu gavek neyê avêtin. Erdogan jî têkildarî mijara girtîgeh û kampan got ku Tirkiye û rayedarên Sûriyeyê dikarin biparêzin û her piştevaniya pêwîst bikin. Trump jî got ku hewceye di vê mijarê de bi Pentagon û ewlehiya neteweyî re koordînasyonek hebe û daxwaza Erdogan a ji bo êrişê bi destê wî nebe. 
 
Dema ev kitekitên hevdîtinan tên nirxandin; 
 
Mijara operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji hêla Tirkiyeyê ve girêdayî destûra Pentegon û ewlehiya neteweyî hate kirin û hate paşdexistin. Di heman demê de Erdogan di mijara ku herêmên Ereban ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radestî rêveberiya Şamê bên kirin de jî tu tiştek bi ser nexist. 
 
Erdogan, li hemberî tawîzên dane Trump ev temînat xwest; 
 
* Divê Îsraîl Tirkiyeyê hedef negire. 
 
* Divê Îsraîl li Sûriye û Tirkiyeyê bi tu aliyan re koalîsyonê neke. 
 
* Di hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê de divê piştgiriyê nedin muxalefeta li dijî Erdogan. 
 
* Divê Îsraîl li Nînova û Şengalê baregehê ava neke. 
 
Trump jî got ku ji bo nîqaşkirina van mijaran divê bi Îsraîlê re hevdîtinek were kirin. Lêbelê Erdogan, got ku ev hevdîtin dikare piştî çareserkirina meseleya Xezeyê were kirin.”
 
MA / Erdogan Altan