NAVENDA NÛÇEYAN - Li nêzî herêma Sagaing a Myanmarê du erdhejên cuda yên bi dijwariya 7,7 û 6,4 rû dan.
Li gorî daneyên Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), li bakurê paytext Nepîdo yê li bakur rojavayê Sagaingê li pey hev du erdhejên bi pileya 7,7 û 6,4 rû dan. Di erdhejên ku bi kûrahiya 10 kîlometreyan pêk hatin de heta niha windahiya can an jî mal nehatiye ragihandin. li Bangkoka paytexta Taylandê ku erdhêj hat hîskirin gelek avahî hatin valakirin.