Îranê bersiv da nameya Trump

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir a Îranê ragihand ku wan bersiv daye nameya Serokê DYA’yê Donald Trump ku vedixwîne muzakereyên nukleerê. 
 
Serokê DYA’yê Donald Trump di rojên ewil ên meha Adarê de ji bo “muzakereyên” nukleerê nameyek ji rêveberên Îranê re şand. 
 
Trump, di nameya xwe de Îran vexwend muzakereyên nukleerê û di heman demê de diyar kir ku dê polîtîkaya “zexta giran” a li dijî Îranê bidomînin. Her wiha Trump gef xwar û got heke Îran muzakereyan red bike dê li gel mueyîdeyên nû, her wiha mudaxileyeke leşkerî bikin. 
 
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî ji Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA) re axivî û got: “Ev bersiva fermî, helwesta me ya li hemberî rewşa heyî û nameya birêz Trump tam aşkera dike.”  Arakçî destnîşan kir ku name ji Sultaniya Ummanê re jî hatiye şandin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku dema ku di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de têkiliyên dîplomatîk nebin, Sultaniya Ummanê navbeynkariyê dike.
 
Arakçî têkildarî hûrgiliyên bersivê zêde agahî nedan.
 
Arakçî, têkildarî naveroka nameyê û dema şandina wê de agahî neda.