Jinên Meksîkayî ji bo ‘mafê hêviyê’ çalakî li adr xistin

  • cîhan
  • 11:10 16 Îlon 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Meksîkayê 35 jinan ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re û balê bikişînin ser biryara “Mafê hêviyê” ya der heqê Abdullah Ocalan de, dest bi çalakiyeke ku dê 2 rojan bidome, kirin. 

 
35 jinên Meksîkayî ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re û bi armanca balkişandina ser mafê hêviyê di 15'ê Îlonê de dest bi çalakiyekê kirin ku 2 rojan dewam bike. Jinên ku di çarçoveya pêngava “Azadî ji Rêber Apo re” de beriya niha gelek kampanyayên îmzeyan lidar xistin, vê carê çalakiyeke hîn afirîner dan destpêkirin. Beşdaran hest û fikrên xwe yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotinekê li kaxizekê nivîsîn û piştre jî ev gotin veguherandin helbesteke hevpar.
 
Jinan her wiha bi rêya qenalên ragihandinê yên tevgerên xwe, piştî nîvro bi daxwaznameyekê kampanya mailê dan destpêkirin. Helbesta hevpar û daxwazname ji Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Meksîkayê, Konseya Ewropayê û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re tê şandin.
 
Êvara sêşemê jî bi beşdariya derdorên cuda kampanya tê berfirehkirin. Ji çalakgeran 3 jinan helbesta amadekirin bi dîmenekî parve kirin. Çalakî wê sibeha 17'ê Îlonê bi dawî bibe.
 
Daxwaznameya ku ji saziyên fermî re tê şandin wiha ye: 
 
“Ji xaka ku weke Meksîkayê tê zanîn.
 
15'ê Îlona 2025
 
Ji Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa û Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç re.
 
Weke jinên li Meskîkayê têdikoşin, ji bo mafê hêviyê ji lîderê gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê naskirin û bê berdan em ji we daxwazê dikin.
 
Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û ji bo Abdullah Ocalan ji gelê xwe re tevlî lêgerîna çareseriyeke wekhev û siyasî bibe divê azad bibe, lewma em bi vê helbestê dengê xwe digihînin we."