Dîmenên nû li ser talana daran a li Gabarê: Bi sedan ton dar hatine jêkirin

ŞIRNEX – Li Çiyayê Gabarê talana xwezayê berdewam e, li hinek deveran li kêleka rê bi hezaran darên jêkirî hatin dîtin. 

Çiya, deşt, çem û daristanên Şirnexê 5 sal e bênavber di çavdêriya leşkeran de bi destên cerdevanan ve tê talankirin. Nexasim 2 salên dawîn ji bo lêgerîna petrolê, çêkirina kalekolan talana daristanên Çiyayê Gebarê dibe armanc. Ji salên 90’î ve bi hinceta “ewlehiya taybet” daristanên gundewarên qedexekirî yên li çiya ji aliye leşker û cerdevananve tê tunekirin. 
 
‘SERCERDEVAN BAZIRGANIYA TALANÊ DIKIN’ 
 
Di destpêkê de bi hinceta avakirina kalekol, kûle û bîrên petrolê ve darên ku hatine birîn, demên dawîn de ji aliyê sercerdevanan ve veguherî bazirganiyê. Cerdevan, li herêmê welatiyan tehdît dikin û bi zorê zabitnameyan bi wan dide îmzekirin da ku erdên wan talan bikin. Darên berû yên sedsalî û yên nû telavêtî bi motoran ve ji çiya tên barkirin ji bo rastê. Ji wir jî bi TIR’an ve ji bo firotinê dibin bajêr. Her roj bi sadan TIR'ên tije darên jêkirî bi vî şiklî tên firotin.
 
‘BI TONAN DARÊN JÊKıRÎ HATIYE STÊKIRIN’
 
Li Çiyayê Gabarê talana petrolê û daristanê bê navber didome. Talan nexasim di Xûrs û Basret a ku ji salên 90’î vir de bi hinceta “ewlehiyê” ji welatiyan re qedexekirî didome. Li gundên ku her 15 rojan carê ji aliye Walîtiya Şirnexê ve weke “Herêma ewlehiya taybet” tê îlankirin, dîmenên nû derketin holê. Li kêlekên rê bi sedan ton darên jêkirî hatiye stêrkirin. Tê dîtin ku darên jêkirî yên li rast û çepê kêlekên rê de bi dirêjahiya 500 metreyî hatine stêrkirin hêj bi pelên şîn in. Darên ku bi vî rengî ji aliye cerdevanan ve hatine stêrkirin, piştî wextekî şûn de barî TIR’an dikin û dibin bajarên dîtir.
 
MA / Zeynep Durgut