Li Mêrdînê gel Şîrketa GES'ê ji gund qewirand

img

MÊRDÎN - Niştecihên gundê Akresê ya girêdayî navçeya Artûklûyê destûr nedan ku kolandina şîrketê ya ku dixwest santrala tavê li taxê ava bike.

Projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ku tê plankirin ji aliyê şîrketa bi navê Egesan GES Enerji ya li gundê Akresê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê bê avakirin, bû sedema bertekan. Welatiyan destûr nedan ku fîrma li gund bixebite.
 
Cendirmeyan xwest ku welatî nekevin qadê. Lê belê tevî vê yekê jî kolandinên şîrketê ji taxê hatin derxistin. Welatiyan diyar kirin ku ew ê li dijî projeya santrala rojê têbikoşin.