Doz di 9'ê Cotmehê de ye: Bila dawî li bêhiqûqîtiya li Hesendînê bê

img

AMED - Li Zozana Hesendînê ku bêyî rapora ÇED'ê hebe tê talankirin û ligel vê bang hat kirin ku bêhiqûqîtiya tê kirin di danişîna doza ku hatiye vekirin de bi dawî bibe. 

Şîrketa Madenvaniym ya Kulpê li herêma Hesendîn a navçeya Pasûr a Amedê xebatên xwe yên madenê didomîne.
 
Gundiyan li dijî talankirina xwezayê ku par dest pê kir, ji bo piştgiriya hiqûqî serî li Komîsyona Jîngeh û Bajêr a Baroya Amedê dan. Lêbelê, hat hînbûn ku şîrket di sala 2007'an de biryara "Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) ne hewce ye" wergirtiye. Piştî daxwaza agahdariyê ya Baroya Amedê ji Wezareta Jîngeh, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê, derket holê ku biryara "ÇED ne hewce ye" hatiye betalkirin ji ber ku şîrket di pênc salan de li herêmê xebatek nekiriye. Heman wezaretê bersiva serlêdana şîrketê da û diyar kir ku biryara "ÇED ne hewce ye" derbasdar e. Piştî vê yekê, niştecihên herêmê bi rêya Komîsyona Jîngeh û Bajêr a Baroya Amedê doz vekirin û daxwaza betalkirina biryara "ÇED"ê û rawestandina pêkanînê kirin. Tevî doza ku li Dadgeha Îdarî ya 2'yan a Amedê hatiye vekirin jî, şîrket li herêmê wêrankirinê didomîne. 
 
Serokê Komîsyona Jîngeh û Bajêr a Baroya Amedê û welatiyan xwestin ku tavilê talan bê rawestandin.
 
9'Ê COTMEHÊ ROJA BIRYARÊ YE
 
Tê payin ku dadgeh di rûniştina dozê ya di 9'ê Cotmehê de biryara xwe bide. Serokê Komîsyona Jîngeh û Bajêr ya Baroya Amedê Ahmet Înan destnîşan kir ku şirket bi awayekî bêhiqûqî çalakiyên xwe yên lêgerîna madenê dimeşîne û got ku divê dadgeh biryareke li gor berjewendiya gundiyan bide.
 
RAPORA ÇED'Ê TUNE YE
 
Înan destnîşan kir ku talankirin bêyî rapora ÇED'ê berdewam dike û got: "Ev cara yekem e ku raporek ÇED'ê di dosyeyê de winda dibe. Tê îdîakirin ku di lehiyê de winda bûye. Lê tevî vê yekê jî, xebat berdewam dike. Şîrket bêyî raporê hat û xebatên xwe domand. Li gorî xala 15'emîn a Qanûna Jîngehê, bêyî biryara ÇED'ê tu xebat nayê kirin. Lêbelê, ev nehat kirin. Walîtî jî di nav de, me ev biryar bir gelek cihan û nîqaş kir. Lê şîrketê dîsa jî xebata xwe domand. Me ev mijar bir dadgehê. Dadgehên îdarî tevî raporên pisporan jî biryaran di leha şîrketan de didin. Em hêvî dikin ku dest ji vê bêhiqûqîtiyê berdin."
 
Ji welatiyên li erêmê Şermîn Şekerê diyar kir ku ew ê li dijî wêrankirina zozanên xwe li ber xwe bidin û got: "Ew kesên li hemberî me, hêza xwe ji sermayeyê digirin. Ew polîtîkayeke valakirina gundan dimeşînin. Em li bendê ne ku di 9'ê Cotmehê de biryarek li gor gundayn bê dayîn. Ev neheqiyeke mezin e. Ev talankirina xwezayê ye. Qadên jiyana me tên wêrankirin."
 
BERXWEDAN
 
Tenzîle Aslanê diyar kir ku ew bêyî zozanên xwe nikarin bijîn û daxwaz kir ku şirket tavilê xebatên xwe rawestîne. 
 
Halîde Guzelê jî anî ziman ku hewl tê dayîn ekosîstema li çiyayên wan were tunekirin û got ku ew ê bi awayekî rêxistinkirî li dijî vê talanê rabin. Halîde Guzelê destnîşan kir ku ger ew bibin yek, dê şîrket paşve gav biavêje û peyama "berxwedan xweş e" da.
 
MA / Fethî Balaman