Ûca: Li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin

  • rojane
  • 09:02 21 Tebax 2021
  • |
img
AMED - Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca êrîşa TSK'ê ya li dijî Şengalê wekî "sûcê li hemberî mirovahiyê" pênase kir û liberrabûna van êrîşan, qebûlkirina xweseriya Şengalê û piştgiriya ji bo peywwira mirovahiyê ye. 
 
Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 17'ê Tebaxê de êrîş birin ser ocaxa tenduristiyê ya li gundê Sikêniyê yê Şengalê. Di êrîê de 4 jê xebatkarên tenduristiyê 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. 
 
Parlementera Partiya Demokratîk (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê nirxandin. 
 
Ûca, anî ziman ku Tirkiye niha Qirkirina Êzidiyan a bi DAIŞ'ê dest pê kir didomîne û got: "DAIŞ'ê di sala 2014'an de nikaribû vê bawerî û çandê ji holê rake, lê Tirkiye bi rêbazeke wekî feraseta DAIŞ'ê barbar hewl dide tune bike. Tirkiye heya niha 9 caran êrîş biriye ser Şengalê, herî dawî jî bi êrîşa li ser nexweşxaneyê zilma xwe zêde kiriye. Li gor hiqûqa navneteweyî ev sûc e, sûcekî li hemberî mirovahiyê ye. Armanca wan naxwazin êzidî li warê xwe xwedî gotin bin. Tifaqa AKP-MHP'ê ku her roj polîtîkayên xwe yên li ser asasê dijminatiya kurdan zêde dike, hebûna êzidiyan jî tamûl nake." 
 
‘BERPIRSIYAR HIKÛMETA IRAQÊ YE' 
 
Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca, anî ziman ku di navbera vê êrîşa dawî û serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El Kazimî de pêwendiyek heye. Ûca got: "Ji lew re Kazimî dê hevdîtin bi Rêvebiriya Şengalê re bikira. Em di 3'yê Tebaxê de li Çiyayê Şengalê bûn. Civata êzidî, di 7'emîn salvegera komkujiyê de ragihand ku xweseriya xwe mîsoger kiriye. Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê ku nûnerê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, wê rojê gefek mezin xwar. Got, heger peymana Hewlêr-Bexdayê pêk neyê, dê tiştên xirab çêbibin. Serdana Kazimî û gefên Nûnerê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji hev ne cuda ne. PDK, ji bo pêkanîna peymanê hêzên tirk xist dewrê. Di van êrîşan de berpirsiyariyek mezin a hikûmeta Iraqê jî heye. Heger qada hewayî ji jetên tirk re hatibûna qedexekirin, dê îro ev qas sivîl jiyana xwe ji dest nedana." 
 
BÊDENGIYA ROJAVAYÊ
 
Ûca, diyar kir ku êzidî ji êrîşa 2014'an a DAIŞ'ê heya niha tim bi tenê hatine hiştin û sûcê li hemberî mirovahiyê ku Tirkiyeyê li Şengalê kir, li ber çavê cîhanê hat kirin. 
 
Ûca got: "Wekî her carê cîhan hemû ker, lal û kor e. Ewropa, NY dibêjin 'fikarên me hene'. Ji xeynî vê tu tiştî nakin. Mixabin peymana wan a bi Tirkiyeyê re ya di warê penaberan de, mixabin dike ku Tirkiye binpêkirinên mafan bike û sûcê şerî bike. Di serî de NY û bi giştî welatên Ewropayê û rêxistinên civaka sivîl hemû divê li ber vê zilmê bêdeng nemînin. Bêdengiya li hemberî sûcên şerî yên Tirkiyeyê, tê wateya şirîkantiya van komkujiyan. Divê berxwedana dîrokî ya gelê êzidî ya li hemberî DAIŞ'ê neyê jibîrkirin. liberrabûna van êrîşan, qebûlkirina xweseriya Şengalê û piştgiriya ji bo peywwira mirovahiyê ye. Di serî de NY û bi giştî hemû saziyên mafên mirovan, divê vê peywirê bi cî bînin." 
 
‘JIN DÊ BARBARAN BAVÊJIN SER SERGOYÊ DÎROKÊ' 
 
Parlementera HDP'î Ûca, bilêv kir ku Talîban li ber çavê cîhanê drameke mezin aniye serê gelê afxan û heman tişt li Rojhilata Navîn û Şengalê bi destê AKP'ê pêk tê li hemberî gelê kurd. 
 
Ûca, destnîşan kir ku hedefa şerê li Rojhilata Navîn ê di navbera hêzên nêrza û dijminên jinan û mirovahiyê jin in. Ûca, diyar kir ku ev rewş li Şengalê jî, li Afxanîstanê jî neguheriye û got: "Jin, ji ber ku jin bûn hatin kuştin, hatin tecawizkirin û revandin. Jinên Şengalê bi yekîneyên xwearastinê re bi berxwedaneke dîrokî bersiveke tund dan van barbar û çetyan. Ev barbar avêtin ser sergoyê dîrokê. Bi vê rê li hemberî feraseta baviksalarî ya li Rojhilata Navîn jî têkoşîna xwe domandin. Hê jî didomînin. Jinên Şengalê ku piştevaniya hemû jinên berxwedêr ên cîhanê dikin, dê piştgiriya berxwedana jinên afxan jî bikin. Dê îqtidarên dijminên jinan, bi berxwedana jinan têkbişikên. Jin dê bi berxwedan, piştevanî û têkoşîneke mezin bersivan van şeran bidin. Dê gotina xwe bibêjin û dê bi avakirina civakeke azad û ji şeran xalîbûyî bersivê bidin." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

21/08/2021
17:50 Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê dest pê kir
16:20 Karkerên çandiniyê yên li Karataşê ji konên xwe tên derxistin
15:42 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Badûr bê berdan
15:28 29 sal in ji Akyildiz ê 16 salî agahî nayê girtin
15:13 Bavê Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da
14:55 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî bang li rayedaran kirin
13:22 Li Wanê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:12 Pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz kirin
12:22 Sancar û Aydenîz li Botanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
12:03 27 sal in tu agahî ji Çalik û Fîdan nayên girtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn mehkûmî windakirinê ne
10:25 Li Metîna ji ber zêdebûna windahiyên eskerî 200 cerdevanan îstifa kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 268'emîn de dewam dike
09:06 Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê: Êrîş bi destê îqtidarê tên birêxistinkirin
09:05 Berxwedana karkerên Bel Karperê: Em doza jiyanek mirovane dikin
09:04 Esnafên pîşesaziya Ayancikê: Divê wezîr di pratîkê de tiştina bikin
09:03 ‘Ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav qada kar bibin'
09:02 Ûca: Li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
09:01 Çîroka jinek afxan: Xwestin keça min a 8 salî bifiroşin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'AN
20/08/2021
21:02 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dê berpirsiyar bên darizandin
16:59 Temel: Divê sibê gelê Botanê biherike qada azadiyê
15:15 Siyasetmedar bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin
15:05 Şewata daristanê ya li Şemzînanê xwe bi xwe vemirî
14:17 DÎSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:57 Polîsan xebatkarê kargoyê revand û lêdan
13:31 ‘Kulîlkên di 8’ê Adarê de hatin kirîn bûn hinceta girtinê'
13:21 Li Derya Reş hejmara kesên di lehiyê de mirin derket 79’an
12:49 Zaroka ku danîn ber nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:47 Li Mêrdînê cînayeta kar
12:13 Li Sûrê 80 mal di karantînayê de ne, kes alîkarî nake
11:57 ‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’
11:46 Li Wanê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xweza Jinê
11:36 Malbata Şenyaşar ‘Nobeta Edaletê’ vediguhezîne Enqereyê
11:17 Li girtiyan xistin, lêgerîna tazî ferzî wan kirin
10:50 Li Stenbolê 15 kes hatin binçavkirin
10:38 Cihê 11 qeyûman hat guhertin
10:03 Tirkiye çeteyên SMO li gundên ku ji aliyê PDK ve hatine valakirin bi cih dike
09:20 Li ser daxwaza DEDAŞ’ê mizgeft veguherandin qereqolê!
09:12 ‘Ocalan jiyana bi hev re berpêşî hemû gelan kir'
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 267'emîn de dewam dike
09:10 Aydenîz: Gel peyama xwe bi awayekî aşkere da
09:09 Endama EŞÎK'ê Eraslan: Qetilkirina jinan dibe sedema şikestina civakî
09:07 MED TÛHAD-FED: Girtî tên tecrîdkirin
09:05 Dayikên Aştiyê: Heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt
09:02 45 sal in kincên kevn difiroşe: Kar ne karê berê ye
09:01 Di dema sirgûnê de ew îşkence kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'AN
19/08/2021
17:10 Li Sêrtê ji bo hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ banga beşdariyê hat kirin
16:54 ‘Heke misqaleke edalet hebûya wê hemû mexduriyet çareser bibûna’
16:52 Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê du ciwan binçav kirin
16:12 ‘Desthilat nikare welat birêve bibe'
15:50 Li Elkê 'Dema azadiyê': Dê Botan bersiva êrişan bide
15:49 Salvegera 2’yemîn a danîna qeyûman e: Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê
15:37 Talîbanê gule berdan pîrozbahiyên serxwebûnê: Herî kêm 2 kes mirin
14:27 HDP’î li Elkê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin
14:04 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:34 Zaroka bi awayekê gumanbar ji bilindahiyê ket: Ûgûr A. ez dehf dam
13:29 Başaran: Ne rejîma qeyûman wê pergala me ya azadîxwaziya jinan ser bikeve
13:29 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:13 Li Geverê 6 kes hatin binçavkirin
12:10 Malbata Şenyaşar: Qasî ku dewlet adil be bihêz e
12:04 Meşa baskê Edîrneyê ya kedkaran a ber bi Enqereyê ve didome
11:48 Aktîvîsta jinên Afxan: Em naxwazin di bin zilma Talîbanê de bijîn
11:47 Li Çiyayê Cûdî carek din şewat derket
09:27 Komîsyona OHAL'ê endamtiya ÎHD'ê û KURDÎ-DER'ê wek sûc nîşan da
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 266'emîn de dewam dike
09:13 Berteka jinan a ji bo krîza aborî: Em êdî nikarin biçin market û bazaran
09:12 Gelo hedefa DYA'yê Îran e?
09:11 Navenda Bedlîsê veguherandina qada şer
09:10 Amedî: Li cîhanê çi biqewime dixin stuyê kurdan
09:07 Avci: Dê AKP û qeyûm biçin, hesabê diziyan bê pirsîn
09:06 ‘Bi çêkirina dîwar dixwazin kurdan bi temamî ji hev qut bikin'
09:06 Meclîsa Dayikên Aştiyê: Mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2021'AN
18/08/2021
20:35 Li Hezexê serdaneke girseyî: Em ê tecrîdê bişikînin
16:09 Polîs, lingê ciwanê ku bi xeletî pêl li zingila derê wî kir şikand
15:50 Şewata li Şemzînanê hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir
15:32 Polîsan li Farqînê serdana esnafan asteng kir
14:41 Li Sêrtê amadekariyên hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê ye' didomin
14:32 11 cotkarên ku DEDAŞ’ê protesto kiribûn hatin binçavkirin
14:15 Meşa kedkaran a baskê Êlihê ya ber bi Enqereyê ve dest pê kir
13:58 Ferît Şenyaşar: Mirovahî tenê temaşeyî zilmê dike
13:21 KCD, DBP, TJA û HDP: Êrişên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê necudatir e
13:01 Du kesên ku Aysel K. revandibûn hatin berdan
13:00 Li Botanê ‘Dem dema azadiyê’ ye: Hûn nikarin koka gelê kurd ziwa bikin
12:23 Li Şengalê armanc bêstatû hiştin e
12:07 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:54 MXDŞ: Li Nexweşxaneya Sikêniyê 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervan şehîd bûn
11:17 Malperên JinNewsê û Rojnameya Welat hatin astengkirin
10:54 Li Amedê 56 kes serbest hatin berdan
10:50 Li Enqereyê du kes hatin binçavkirin
10:50 Şewata li Çiyayê Cudî vemirî
10:49 Hejmara 21’emîn a Kovara Dilopê derket
10:10 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê ya rojane derket ser 2 hezaran
10:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Divê hikumeta Tirkiyê rêzê ji Şengalê re bigire
09:49 Aktivîsta afxan Mahmoûda A.: Li devere neazad jiyan nepêkan e
09:44 'Em ê yekîtiya neteweyî ne di navbera partiyan de di nava civakê de ava bikin’
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 265'emîn de dewam dike