Giliyê birîna darên Bestayê kirin: Destê xwe ji xwezaya me bikişînin

img
ŞIRNEX - Şêniyên herêma Bestayê daxwaznameyekê ji Walîtî û Miduriyeta Daristanan a Şirnexê re şandin û gilî gazinên xwe anîn ziman. Şêniyan, di daxwaznameya xwe de destnîşan kirin ku xwezaya wan bi destê dewletê tê talankirin û ev daxwaz kirin: "Em pereyê we naxwazin, destê xwe ji xwezaya me bikişînin." 
 
Li herêmên Çelênimêja û Bestayê yên Şirnexê qirkirina daran a ji hêla dewletê ve bi destê cerdevanan tê kirin didome. Heta niha li herêmê bi sed hezaran dar hatine birîn. Darên ku tên birîn li qamyonan tên barkirin ji derveyî bajêr re tên şandin. Şeniyên herêmê yên ku darên wan beyî agahiya wan tên birîn ji Midûryeta Daristanê, Walitiya Şirnexê û qereqola herêmê re daxwaznameyek şandin û giliya cerdewan û leşkeran kirin. Di daxwaznameya ku hatiye şandin de hat diyarkirin ku li herêma wan pirsgirika ewlehiyê tune ye û hat xwestin ku birîna daran a li herêmê bi lêz bê sekindanin. 
 
Welatiyên ku gilî kirîn ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn. 
 
'EM PEREYÊ WAN NAXWAZIN'
 
Ji welatiyan Ahmet Îrmez, diyar kir ku birîna daran mirovî û wijdanî ye û wiha axivî: "Li Çemê Mezin a herêma Bestayê zevî û darên me hene. Darên wê herêmê darên sedsalan e. Berê ve her havîn em 10 malbat diçûn wir û me debara xwe li ser wir dikin. Her malbatekî 500 pez xwedî dikir. Niha rewş baş bibe em ê dîsa biçin ser axa xwe. Lê îro li herêma me ev talan dane destpêkirin. Şerm e, guneh e. Heger xweza biçe wê çi bimîne? Birîna daran bi vî rengî bidome wê li herêmê ne ajal ne mirov û ne jî jiyan bimîne. Av namîne, hewa namîne. Em naxwazin ku darên me bibirin. Li herêmê tiştek nehiştin. Darên me yên kizwanan û bêrûyan birîn. Ji bo darên me nebirin, me ji Walîtî, Midûryeta Daristanê û qereqolê re daxwazname şand. Lê ji me re hat gotin ku leşkerî dibejê em ê bibirin. Gotine em ê hezar metre dar bibirin. Niyet dikin ku darên herêmê hemûyan bibirin. Darên me li ser navê ewlehiyê dibirin. Lê mesele ne ew e, mesele talankirin e. Gelê me çima dengê xwe nake, çima bêdeng e? Bila vê qirkirin û talankirinê qebûl nekin. Ev dar jiyan û nefesa me ne. Em pereyê wan naxwazin. Bila darên me nebirin me tu pereyê wan navê. Heger îro ev qirkirine û talankirine nebûya dibe ku me gundê xwe ava bikira."
 
'JI ME RE QEDEXE YE JI WAN RE SERBEST E'
 
Ji şeniyên herêmê Metîn Uysal jî bertek nîşanî talankirine xwezayê da û got ku kesê ku bêdeng dibe hevkarê talanê ye û ev titş anîn ziman: "Ev polîtîkayên şer ên dewletê demeke dirêj e li Şirnexê tên meşandin. Vî şerê xwe bi çar alî dide meşandin. Ji bo armancên xwe yên qirêj daristanên me dişewitînin û talan dikin. Ev jî zirarê dide me. Lê wê herêma ku dar lê dibirin zevî û rezên me hene. Ji xwe dema ku dest bi vê talanê kirin jî ji me destûr nexwestin. Besta ji me re qedexe ye, lê ji wan re serbest e. Ji bo ku tu biçî Besta divê tu yan cerdewan an jî hevkarê dewletê bî. Em vê talanê şermezar dikin. Ev dar ne tenê darên me ne. Ev dar darên me hemûyan e. Bertekên heyî têrê nakin. Divê em bêtir dengê xwe derbixin. Ev kesên ku diçin daran dibirin jî ne kesên ji rêzê ne. Divê em vê rastiyê bibînîn û li hemberî vê qirkirinê bisekinin."
 
'NE TENÊ DARAN AJALAN JÎ QETIL DIKIN'
 
Ji şeniyan Meryem Îrmez jî bi lêv kir ku tu mafê dewletê nîne xwezaya wan talan bike û ev tişt got: "Birîna her darekî qetlîam e. Şewata daristanan û birîna daran guneh e. Dinya ne şev û rojek e û wê wiha jî berdewam neke. Dema ku em dibînin daran li qamyonan bar dikin û dibin dilê me dişewite. Debara gelê herêmê li ser Bestayê ye. Avahiyên me hene li wir. Li ku dera dinyayê darek bê birîn em ê li hember bisekinin. Bi hezaran hêlîn li ser wan daran hene. Bi hezaran mêşê hingivîn li ser wan daran hene. Ew tenê nabin sedema qirkirina darekî, di heman demê de dibin kujerên wan ajalan jî. Me gilî kir û hêvî dikin ku encam bigire. Em naxwazin darên me bibirin. Ne mixabine ku xezalên herêmê bireve biçe cihê bê şînkayî. Wê xwedê hesaba wan daran ji we bipirse. Em pereyê wan naxwazîn, destên xwe ji daristanên me bikişînin."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

04/09/2021
09:53 Li Mêrdînê gundekî din jî xistin bin karantînayê
09:42 Zarokê ku wesayîta zirxî lê dabû hat veşartin
09:21 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 282'yemîn de dewam dike
09:20 Rapora ATK'ê ya hestiyên ku li Kerboranê hatibûn dîtin amedê bû
09:20 Serlêdana ji bo xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter didome
09:19 Berteka Çat a ji bo astengkirina wî: Ditirsin
09:19 Şûraya Dewletê qereqola ku li Dakyanûsê hat lêkirin rawestand
09:14 Li Cizîrê 6 sal e hiqûq tune ye
09:13 Dive karker li dijî karsazan dengê xwe derbixin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2021'AN
03/09/2021
22:35 HDP: Ne qeza qetilkirin e
20:07 Zarokê ku maşîneya zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da
19:57 MED-DER'ê sertîfîqayên kurdî da zarokan
19:40 Ayşe Gokkan ji bo şîna dayika wê li şûna gund birin navenda Rihayê
18:08 Li 6 nuqteyên Bestayê agir bi daristanan ket
17:58 Hevserokê HDP'a Kopê Can hat girtin
17:52 Doza 10'ê Cotmehê taloqî meha mijdarê bû
17:37 Walîtiya Mêrdînê salvegera qetilkirina Sîncar kir hinceta qedexeyê
16:57 Gurdegîr ê îşkence lê hat kirin û sê xwişk û birayên xwe hatin girtin
16:53 Şewata Bongilanê hat vemirandin
16:53 Endamê Meclîsa HDP’ê giliyê kesên ew revandin kir
16:45 Li Meletiyê di 4 salan de 867 serlêdanên ÇED’ê hatin kirin
16:31 Giliyê leşkerên ku penaberan avêtine ava çem hat kirin
15:52 ÎHD bi Gurdegîr re hevdîtin kir: Danîşanên îşkenceyê hene
15:30 Cenazeyê Dîcle Uzum dan malbatê
15:23 Wê îdianame ji 451 siyasetmedaran re were şandin
14:59 Malbat, wasî û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:59 Danişîna doza erdheja Îzmîrê dest pê kir
14:53 Hevserokê Meclîsa Mexmûrê Kaçan: NY hevkarê êrişan e
14:52 Genç: AKP bi xistina benda hilbajrtinê dixwaze ji MHP’ê xelas bibe
14:19 Kaplan: Divê perwerdehiya bi kurdî were destpêkirin
13:52 Jina ku got ‘min rizgar bikin’ û alîkarî xwest: Polîs jî di nava vî karî de ne
13:47 Li Karazê 3 kes hatin girtin
13:36 Danişîna Hevşaredara Geverê hat lidarxistin
13:29 Li Rihayê zarokek ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin
12:44 Şahidê Komkujiya 10’ê Cotmehê: Di hizûra leşker û îstîhbaratê de bi fermandarê DAIŞ’ê re axivîm
12:00 Hat îdiakirin ku jinekê hewl da xwe bikuje
11:20 Ji bo 21 sivîlên li Cizîrê hatin qetilkirin xwestin Komîsyona Lêkolînê were avakirin
11:16 Şewata li Çemê Roj hat vemirandin
11:16 Malbata Şenyaşar: Hûn bi paldana qral tenê pêvajoyê dirêj dikin
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 281'emîn de dewam dike
09:13 Polîtîkaya desthilatê ya penaberan: Razemeniya siyasî û mudaxaleya li demografiyê
09:13 Rêvebirên kampanya kurdî li hev dicivin
09:12 Avahiya ku bi 600 hezar TL'yî nehat temîrkirin bi milyon û 879 hezar TL hat temîrkirin
09:11 Serlêdanên akademiyên Ma Muzîkê dest pê kirin
09:11 Giliyê birîna darên Bestayê kirin: Destê xwe ji xwezaya me bikişînin
09:10 Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne
09:09 Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'!
09:08 Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin
09:00 ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2021'AN
08:54 Balafirên şer ên Tirk carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin
08:45 Mamosteyê Ma Muzîkê Guçmen hat binçavkirin
02/09/2021
21:37 Li Licê şewata daristanê
21:31 Li Bongilanê şewata daristanan derket
19:53 Artêşa Tirk gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir
17:55 Şewata li Bestayê didome
15:42 Li 3 bajaran şewat: Mudaxile kême
14:36 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:03 OHD: 9 roj in di binçavan de îşkence li Gurdegîr tê kirin
14:02 Di Tebaxê de 5 kolber hatin qetilkirin
13:18 Ferda Cemîloglu hat veşartin
13:14 AYM’ê daxwaza dirêjkirina demê ya HDP’ê qebûl kir
13:02 Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin, 211 nûçe hatin astengkirin
12:45 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê li kîjan welatî dijî?
12:44 Li Dersimê darên kevnar şewitîn
12:15 Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû
12:00 Hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştî ye
11:45 DYA’yê agirbest bi bîra Tirkiyê xist
11:42 Wî xemsariya di komkujiya Konyayê de yek bi yek vegot
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê