Li Cizîrê 6 sal e hiqûq tune ye

img

ŞIRNEX - Di dosyayên kesên ku di qedexeya derketina derve ya Cizîrê ya 9 rojan de jiyana xwe ji dest dan de tu pêşveçûn çênebû. Parêzer Huseyîn Tul, diyar kir ku ji ber bi awayekî bibandor lêpirsîn nayê kirin 6 salan tu gumanbarek nehatiye tespîtkirin. 

Li navçeya Cizîrê di navbera 4 û 12'ê îlona 2015'an de 9 rojan derketina derve hatibû qedexekirin û di van qedexeyan de 21 kesên sivîl hatibû qetilkirin. Di dosyayê van 21 kesan de ya biryara "neşopandinê" ya jî biryara "legerîna daîmî" hatin dayîn û bi derengî hatin xistin. Ji bo hin dosyayên ku derbarê wan de biryara "neşopandinê" hatin dayîn serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat dayîn. Ji 21 dosyayan tenê di dosyayekê de lêpirsîn didome. Di nav 6 salan de kesek jî nehat darizandin. 
 
ASTA DOSYAYAN
 
Di dosyayên Gatban Bulbul (65), Mehmet Emîn Levent (26), Mehmet Saît Nayci (16), Osman Çagli (18), Ozgur Taşkin (18), Şahîn Açik (74), Mûhammet Tahîr Yaramiş (35 rojî), Haci Ata Borçîn (70) de biryara "neşopandinê" hat dayîn. Parêzeran dosyayan bir AYM'ê îttîrazê kirin. Di dosyayên Bunyamîn ÎrcÎ (14), Cemîle Çagirga (10), Eşref Erdîn (60), Maşallah Edîn (35), Mehmet Dokmen (70), Mehmet Erdogan (75), Meryem Sune (45), Selman Agar (10), Zeynep Taşkin (18) jî biryara "lêgerîna daîmî" hat dayîn. Derdarê aqûbeta dosyayên Îbrahîm Çîçek, Bahattîn Sevînîk û Sûphî Sarak de jî agahî nehatin bidesxistin. Lêpirsîna ku ji bo dosya Saît Çagdavûl hatibû destpêkirin didome.
 
Parêzer Huseyîn Tul ku li dosyayê kesên di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan dinêre pêvajoya hiqûqî ya 6 salan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
LÊPIRSÎNEKE BIBANDOR NAYÊ KIRIN
 
Parêzer Huseyîn Tul, diyar kir ku heta niha îfadeya tu gumanberî nehatiye girtin û ji bo tespîtkirina gumanbaran tu lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û wiha got: "Ji vê saetê şûn ve jî wê lêpirsîneke bibandor neyê kirin. Mixabin pratîka ku em dibînin vê nîşan dide. Ji ber nêzikbûna dewletê ya polîtîk a rewşên bi vî rengî lêpirsîneke baş nayê kirin. Di dosyayên ku biryara neşopandinê ji bo hatiye dayîn de dozger kesên jiyana xwe ji dest dane weke gumanbar dîtiye. Ji ber ku dozger wan weke "endamên rêxistinê" dîtiye û weke ku di şer de hatibin kuştin hesibandiye biryara neşopandinê daye. Ev hincet nayê qebûlkirin. Me vê rewşê îttîraz kir. Lê mixabin îttrîrazê me jî hatin redkirin."
 
DOSYA LI AYM'Ê NE
 
Tul, destnîşan kir ku piştî îttîrazên wan hatine redkirin dosyayan birine AYM'ê û serlêdanên takesî kirine û têkildarî mijarê ev agahî dan: "Pêvajoya dosyayan a li AYM'ê didome. Heke em ji vir jî encam negirin em ê dosyayan bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Di dosyayên ku derbarê wan de biryara lêgerîna daîmî hatiye dayîn de berpirsyariya miduriyeta polisan heye ku lêkolîna salê bike. Di 6 salan de bi lêkolînê gumanbar nehatine tespîtkirin. Ji ber ku ji bo tespîtê tu lêkolîn nehatine kirin em ne bawerin ku ji niha şûn ve jî gumanbar bên dîtin."
 
LÊPIRSÎN KÊM IN
 
Di berdewamê de Tul, da zanîn ku di dosyayan kêmasiyên micid hene û wiha pêde çû: "Yek ji van kêmasiyan jî dîmenên qamerayên maşîneya zirxî ku dema qedexeyan li navçeya Cizîrê hatibûn bikaranîn. Dîsa tunebûna agahiyên qeydên bêtil û HTS'an. Ji ber van kêmasiyan ji bo girtin û tespîtkirina gumanbaran tu pêşveçûn çênebû. Di dosyayên ku li AYM'ê disekinin an jî tên sekinandin de divê demildest biryar bên dayîn. Bi pêşveçûna demê re delîl ji holê tên rakirin. Ji ber vê yekê lêpirsîna bibandor girîng e."
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ
 
Tul, bi berdewamî ev tişt gotin: "Pêşveneçûna di dosyayên kesên ku dema qedexeyan jiyana xwe ji destg dan nayê qebûlkirin. Ji ber polîtîkayên bêcehiştinê heta niha lêpirsîneke bibandor nayê kirin. Cih negirtina tu gumanbarekî ya di dosyayan de jî berhema vê polîtîkayê ye. Hêvî dikim nêrîna li vê polîtîkayê biguhere û faîlên kesên jiyana xwe ji dest dane bên tespîtkirin."
 
MA / Mujdat Can
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/09/2021
09:42 Zarokê ku wesayîta zirxî lê dabû hat veşartin
09:21 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 282'yemîn de dewam dike
09:20 Rapora ATK'ê ya hestiyên ku li Kerboranê hatibûn dîtin amedê bû
09:20 Serlêdana ji bo xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter didome
09:19 Berteka Çat a ji bo astengkirina wî: Ditirsin
09:19 Şûraya Dewletê qereqola ku li Dakyanûsê hat lêkirin rawestand
09:14 Li Cizîrê 6 sal e hiqûq tune ye
09:13 Dive karker li dijî karsazan dengê xwe derbixin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2021'AN
03/09/2021
22:35 HDP: Ne qeza qetilkirin e
20:07 Zarokê ku maşîneya zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da
19:57 MED-DER'ê sertîfîqayên kurdî da zarokan
19:40 Ayşe Gokkan ji bo şîna dayika wê li şûna gund birin navenda Rihayê
18:08 Li 6 nuqteyên Bestayê agir bi daristanan ket
17:58 Hevserokê HDP'a Kopê Can hat girtin
17:52 Doza 10'ê Cotmehê taloqî meha mijdarê bû
17:37 Walîtiya Mêrdînê salvegera qetilkirina Sîncar kir hinceta qedexeyê
16:57 Gurdegîr ê îşkence lê hat kirin û sê xwişk û birayên xwe hatin girtin
16:53 Şewata Bongilanê hat vemirandin
16:53 Endamê Meclîsa HDP’ê giliyê kesên ew revandin kir
16:45 Li Meletiyê di 4 salan de 867 serlêdanên ÇED’ê hatin kirin
16:31 Giliyê leşkerên ku penaberan avêtine ava çem hat kirin
15:52 ÎHD bi Gurdegîr re hevdîtin kir: Danîşanên îşkenceyê hene
15:30 Cenazeyê Dîcle Uzum dan malbatê
15:23 Wê îdianame ji 451 siyasetmedaran re were şandin
14:59 Malbat, wasî û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:59 Danişîna doza erdheja Îzmîrê dest pê kir
14:53 Hevserokê Meclîsa Mexmûrê Kaçan: NY hevkarê êrişan e
14:52 Genç: AKP bi xistina benda hilbajrtinê dixwaze ji MHP’ê xelas bibe
14:19 Kaplan: Divê perwerdehiya bi kurdî were destpêkirin
13:52 Jina ku got ‘min rizgar bikin’ û alîkarî xwest: Polîs jî di nava vî karî de ne
13:47 Li Karazê 3 kes hatin girtin
13:36 Danişîna Hevşaredara Geverê hat lidarxistin
13:29 Li Rihayê zarokek ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin
12:44 Şahidê Komkujiya 10’ê Cotmehê: Di hizûra leşker û îstîhbaratê de bi fermandarê DAIŞ’ê re axivîm
12:00 Hat îdiakirin ku jinekê hewl da xwe bikuje
11:20 Ji bo 21 sivîlên li Cizîrê hatin qetilkirin xwestin Komîsyona Lêkolînê were avakirin
11:16 Şewata li Çemê Roj hat vemirandin
11:16 Malbata Şenyaşar: Hûn bi paldana qral tenê pêvajoyê dirêj dikin
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 281'emîn de dewam dike
09:13 Polîtîkaya desthilatê ya penaberan: Razemeniya siyasî û mudaxaleya li demografiyê
09:13 Rêvebirên kampanya kurdî li hev dicivin
09:12 Avahiya ku bi 600 hezar TL'yî nehat temîrkirin bi milyon û 879 hezar TL hat temîrkirin
09:11 Serlêdanên akademiyên Ma Muzîkê dest pê kirin
09:11 Giliyê birîna darên Bestayê kirin: Destê xwe ji xwezaya me bikişînin
09:10 Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne
09:09 Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'!
09:08 Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin
09:00 ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2021'AN
08:54 Balafirên şer ên Tirk carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin
08:45 Mamosteyê Ma Muzîkê Guçmen hat binçavkirin
02/09/2021
21:37 Li Licê şewata daristanê
21:31 Li Bongilanê şewata daristanan derket
19:53 Artêşa Tirk gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir
17:55 Şewata li Bestayê didome
15:42 Li 3 bajaran şewat: Mudaxile kême
14:36 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:03 OHD: 9 roj in di binçavan de îşkence li Gurdegîr tê kirin
14:02 Di Tebaxê de 5 kolber hatin qetilkirin
13:18 Ferda Cemîloglu hat veşartin
13:14 AYM’ê daxwaza dirêjkirina demê ya HDP’ê qebûl kir
13:02 Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin, 211 nûçe hatin astengkirin
12:45 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê li kîjan welatî dijî?
12:44 Li Dersimê darên kevnar şewitîn
12:15 Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû
12:00 Hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştî ye
11:45 DYA’yê agirbest bi bîra Tirkiyê xist
11:42 Wî xemsariya di komkujiya Konyayê de yek bi yek vegot
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
13:08 Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin