Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs

  • rojane
  • 12:41 14 Îlon 2021
  • |
img

RIHA - Berxwedana Kobanê li cîhanê deng veda û êrişên DAIŞ'ê bi piştevaniyek mezin şikand. Cihê ku piştevaniya herî mezin da Kobanê jî navçeya Pirsûsê ya Rihayê bû. Kesên ku di 134 rojên şerê tund de li ser sînor nobet girtin ji berxwedana Kobanê re bûn bêhn û sînor bê wate kirin. 

DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de ji sê milan ve êrişî, Kantona Kobanê kir. Kobanê piştî şerê navxweyî yê Suriyeyê dest pê kir, bi ragihandina rêveberiyên xweser ên li Cizîrê û Efrînê re jîn dabû Şoreşa Rojava. DAIŞ’ê piştî Reqa û Mûsil bi dest xist û li Şengalê civaka êzidî di qetlîamê de derbas kirin, xwest bi êrişa Kobanê şoreşa Rojava têk bibe. 
 
Hevserokê Kantona Kobanê yê wê demê Enver Muslum ê êrişa ser bajêr ragihand, bi gotina “Bila Tirkiye bizane ku heke Kobanê bike wê xetereya mezin ji bo wan derkeve holê” her kes vexwend berxwedanê. 
 
Li ser îdiaya bi hezaran DAIŞ’î ser sînorê Tirkiyeyê derbasê Kobanê bûne, esnafan derabeyên xwe venekirin û ji bo êrişan şermezar bikin û piştevaniya gelê Kobanê bikin, li gundê Dîkmetaş ê navçeya Pirsûsê kon vedan û dest bi nobetê kirin. Dûre li bajarên herêmê ligel astengiyan jî bi hezaran kes herikîn ser sînor. Ji bo birîndarên ji Kobanê dianîn Maseya Qeyranê hat avakirin. 
 
GEL HERIKÎ SER SÎNOR
 
Hevserokê wê demê yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li dijî êrişan di 19’ê Îlona 2014’an de bi gotina “Pirsûseke bêyî Kobanê nayê fikirîn” banga seferberiya xwedîderketina Kobanê kir. Piştî vê bangê kesên ji welatên cuda ku şoreşgerên enternasyonal jî di nav de bûn herikîn ser sînor. Li dijî êrişa DAIŞ’ê ya bi çekên pêşketî, hin kesên hatin ser sînor ligel astengkirinan jî derbasî Kobanê bûn û tevlî berxwedanê bûn. 
 
BERXWEDAN HER ROJA KU ÇÛ MEZIN BÛ
 
Konê berxwedanê yê li Dîkmetaşê hat vedan, di 20’ê îlonê de barkirin gundê Etmenikê li hemberî Kobanê. Kesên li ser sînor ji mirovan zincîr avakirin, kesên li Kobanê li berxwe didan silav kirin û berxwedan her roja ku diçû mezintir dibû. 
 
Di encama êrişa leşker û polîsan a li dijî kesên ser sînor nobetê digirin de zarok, ciwan, rojnamevan û jin jî di nav de gelek kes birîndar bûn. Îşkence li gelek kesên ku ji Kobanê hatin Pirsûsê hat kirin. Xwendekara zanîngehê Kader Ortakkaya (28) ku xeyala wê azadbûna Kobanê bû, bi guleyên leşkeran jiyana xwe ji dest da. Ligel van hemû pêkanînan jî gel dest ji berxwedanê berneda, li hemû sînor belav bû û zincîra ji mirovan ava kirin. Dema berxwedana ser sînor berdewam dikir, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo piştevaniya gelê Kobanê bang hatin kirin. Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 2’yê Cotmeha 2014’an de bi daxuyaniyeke bi Îngîlîzî û bi Tirkî ji raya giştî ya navnetewî re banga piştavaniya bi Kobanê re kir. 
 
ÇALAKIYÊN KOBANÊ YÊN 6-8’Ê COTMEHÊ
 
Di wan rojên ku êrişên DAIŞ’ê yê ser Kobanê vegerîn gefa komkujiyê de, Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 7’ê Cotmeha 2014'an de li Dîlokê di nav axaftineke xwe de wiha gotibû: “Wa Kobanê jî ket û wa dikeve." Piştî van axaftinên Erdogan li gelek bajaran bi hezaran kes daketin kolanan. 
 
Di êrişên polîs û leşkeran û endamên Huda Parê yên li ser gel de li gelek bajaran di serhildana Kobanê de 46 kesan jiyana xwe ji dest da. 
 
DOZA KOBANÊ
 
Mirinên ku di dema çalakiyên 6-8’ê Cotmehê pêk hatin de tenê mirinên endamên Huda Parê bûn mijara darizandinê. AKP ya di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de desthilata xwe winda kir, hewl da berpirsyartiya bûyerên Kobanê bixe stûyê HDP’ê. 
 
Heverokên Giştî yên HDP’ê yên berê endam û rêveberên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de derbarê 108 kesan de doz hat vekirin. Doza ku weke “Doza Kobanê” tê zanîn û 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê lê dinêre, 108 kes bi daxwaza 38 caran muebbeta girankirî û 19 hezar û 680 hezar sal cezayê hefsê tên darizandin. Wê 4’emîn danişîna dozê di 20’ê Îlonê de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê were dîtin. 
 
KIRIN SEDEMA DOZA GIRTINÊ
 
Doza Kobanê bû sedemê îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi daxwaza girtina HDP’ê amade kir. Li ser îdianameya ewil hat îadekirin, Serdozgeriyê îdianameya duyemîn ku amade kir di 7’ê Hezîranê de ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) re şand. 
 
Piştî ku dadgehê îdianame di 21’ê Hezîranê de qebûl kir 70 klasorên din û 8 flash bellek ji partiyê re ragihand û 60 roj demê parastinê da partiyê. AYM’ê li ser daxwaza ku HDP parastina xwe amade bike, di 3’ê Cotmehê de 60 roj dema zêde da. Di îdianameya 843 rûpelan pêk tê de derbarê 451 endam û rêveberên partiyê de qedexeya siyasî tê xwestin. 
 
TESLÎMÎ TARIYÊ NEBÛ
 
Dema li bajêr şer diqewimî, ligel hemû êrişê leşker û polîsan ên li Pirsûsê, berxwedanên hatin dayîn ji Kobanê re bûn bêhn. Li Kobanêya bi hezaran keç û xort ketin bin axê, ligel derfetên kêm jî teslîmî tariyê nebû. Di encama berxwedana 134 rojan de ji DAIŞ’a saw xist nava hemû cîhanê re jî çok danenî û berxwedana serdemî bajêr di 26’ê Çileya 2015’an de bi temamî ji DAIŞ’ê paqij kir. Kobanê ya ku mohra xwe li rojeva cîhanê da û dîrokek û berxwedanek bêhempa da nivîsandin û ji her bihostên cîhanê piştevanî hat dayîn, di heft salên derbasbûyî de bû mijarên gelek makale, nûçe, belgefîlm, çîrok û pirtûkan. 
 
ROJNIVÎSKA BERXWEDANÊN KOBANÊ Û PIRSÛSÊ 
 
Hin ji wan berxwedanên Kobanê û Pirsûsê ku 134 rojan dom kir û ev 7 sal in nehatiye jibîrkirin wiha ne: 
 
“* 16’ê Îlonê - DAIŞ’ê li gundên Bora, Zêrîk, Tehlîk, Degîrmen ên rojavayê Kobanê û gundên Serzerik, Kopirlik, Qizeli, Korik ve Heriyê yên li rojhilatê Kobanê dimînin tank û çekên giran êriş dan destpêkirin. 
 
* 19’ê Îlonê - Li gundê Dîkmetaş ê Pirsûsê ku li hemberî gundê Qeremox ê girêdayî Kantona Kobanê nobeta konê piştevaniya “Bi Kantona Kobanê re piştevanî û alîkariyê” hat destpêkirin. 
 
* 19’ê Îlonê - Şandeya HDP’ê ya ji Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, Pervîn Bûldan û parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk dihat li Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û pişt re bi endamên lijneya rêveberiya KCK’ê re hatin gelhev. KCK’ê, bi rêya şandeya HDP’ê ji bo Kobanê banga seferberi û berxwedanê li hemû ciwanan kir. 
 
* 20’ê Îlonê - Di konê berxwedanê yê li gundê Dîkmetaş ê navçeya Pirsûsê hat vedan de ji bo pêdiviyên lezgîn ên Kobaniyan ên zêdetir jin, zarok û pîr bên pêşwazîkirin Maseya Qeyranê hat avakirin. 
 
* 26’ê Îlonê - Bi hezaran kesên li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kom bûn, têlên ser sînor rakirin û bi koman derbasî Kobanê bûn.
 
* 1’ê Cotmehê - Di dîmenên ÎMC TV’yê de hat dîtin ku DAIŞ’î di bin rêya trenê derketin û diçûn mewziyên xwe. 
 
* 7’ê Cotmehê - Bi deh hezaran kesên li dijî xetereya komkujiya Kobanê meşiyan, li gundên ser sînor belav bûn û dest bi nobetê kirin. 
 
* 31’ê Cotmehê hêzên pêşmerge yên sê rojan ser xeta sînor hatin sekinandin, ji bo biçin Kobanê di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê de derbas bûn. 
 
* 1’ê Mijdarê - Ji ber Roja Kobanê ya Cîhanê bi deh hezaran kes, herikîn gundê Mehser ê ji bo berxwedana Kobanê nobet lê dihat girtin. 
 
* 6’ê Mijdarê - Di dema çalakiya zincîrê ya ji mirovan a hunermendan de di êrişa guleyan û bombeyên gazê de aktivîsta Platforma Azadiya Civakî û xwendekara Lîsansa Bilind a Zanîngeha Marmarayê Kader Ortakkaya (28) jiyana xwe ji dest da. 
 
3’yê Kanûnê - Hêzên pêşmergeyan a duyemîn ku ji 150 kesan pêk dihat û ji bo piştevaniya YPG’ê û YPJ’ê yên li dijî DAIŞ’ê li Kobanê şer dikirin hatin şandin, gihiştin Kobanê. 
 
* 19’ê Çileyê - Li Girê Miştenûr ê Kobanê yê herî stratejîk ala YPG’ê û wêneyê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hat daliqandin. 
 
* 26’ê Çileyê - Hêzên YPG’ê û YPJ’ê piştî 134 rojan navenda Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.”
 
MA / Emrûllah Acar 
 
 

Sernavên din

14/09/2021
13:51 Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin
13:36 Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye
12:58 Li Qoserê 9 gund xistin karantînayê
12:58 Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir
12:42 Li Pîranê 2 kes hatin girtin
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs
11:42 Dozger xwest rojnamevan Roza Metîna were cezakirin
11:38 Parêzer ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:27 ‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’
10:01 Şewata li Licê bi hewldana welatiyan hat vemirandin
09:04 'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin'
09:03 Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin
09:03 Berxwedana li dijî pişaftin û çanda populer: Dengbêjî
09:02 Du lêpirsînên din derbarê qeyûmên berê yê Mêrdînê Yaman de hatin destpêkirin
09:01 Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'AN
13/09/2021
21:44 Di encama bombebaranê de li Pulurê şewata daristanê derket
20:16 Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi serkevin
19:53 34 rêxistinên ekolojiyê diçin Dersimê
17:24 Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe
17:07 Baroya Amedê: Em ê li ber neheqiyan serî netewînin
16:11 Li Sêrtê mirina bi guman a jinekê
15:47 Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî da
14:23 Berdevka TJA'yê Gokkan dîsa nehat berdan
14:08 Gefa lêpirsîna stranên kurdî û govendê li girtiyan hatiye xwarin
13:35 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:10 Ciwanên HDP’ê li dijî dejenerebûnê xelkê taxan agahdar kirin
12:41 Li Rihayê xebatkarek tenduristiyê întîhar kir
12:07 Di doza Gokkan de polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir
11:59 Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin
11:35 Li Şapatanê ji ber gulebarana qereqolê şewat derket
11:27 Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir: Ev doza her kesî ye
11:02 Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde dibe
10:45 Li Çiyayê Cûdî darên behîv û kezwanan tên birîn
10:06 Li Medreseya Zincîriye girtina wêne û lixwekirina cilan hatin sînordarkirin
09:00 Malbata ku li ser deriyê wan ‘Kurdê elewî bicihime’ hat nivîsandin bi fikar e
09:00 Koordînatora CÎSST’ê: Em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş nagirin
09:00 Li Semsûrê hişyariya hişkesaliyê: Ava bendavê vedikêşe, ya vexwarinê bidorê tê dayîn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'AN
12/09/2021
19:37 Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket
17:12 Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome
17:10 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir
16:43 Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
15:54 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû
15:54 Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome
15:44 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome
15:10 Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir
14:01 Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin
13:17 Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan
13:07 Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
13:06 Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
12:10 Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn
11:56 HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
11:42 Malbata Şenyaşar: Desthilata we mehkûmê têkçûnê ye
11:32 Rêveberê ÎHD'ê hat binçavkirin
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da
10:14 Tûrnûvaya Ozan Yildiz bi dawî bû
09:14 Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin
09:13 TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike
09:12 Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin
09:11 Keça girtiyê nexweş Kirtay: Li mala me rewşa şînê heye
09:02 Bi ‘qawîşên edlî’ girtiyan tehdît dikin
09:01 Demîr Çelîk: Ji bo çareseriyê divê pêşiya Ocalan bê vekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Li Mêrdînê şeva dengbêjan
11/09/2021
19:12 Li ser deriyê malbatek Kurd nivîsa nijadperest
16:42 Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê
16:26 Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir
15:57 Îşkence li girtiyê nexweş Polat kirin
15:33 Ji bo girtiyên nexweşên giran Kiliç û Bîlîcî banga berdanê hat kirin
14:52 Wê li Sêrtê şahiya ‘Dema Azadiyê’ were lidarxistin
14:27 Li Enqereyê Hevseroka HDP’ê hat revandin: Tu yê çavê xwe li Cerablûsê vekî
14:21 ‘Ocalan dengê azadî û çareseriyê ye’
14:06 Li 9 gundên qedexe lê hat ragihandin şewat derket
13:46 Li çoltera Hawêlê agir bi daristanê ket
13:45 Xizmên Windayan: Divê edalet pêk were û şîna me bi dawî bibe
13:44 Dayikên Şemiyê: Darbeya 12’ê Îlonê ku şerma dîrokê ye berdewam dike
12:42 Li Îdlîbê 2 esker hatin kuştin
12:03 Malbata Şenyaşar: Helbet wê ev zilm li cihekî bisekine
11:56 Ava bendavê kêm bû û hestî derketin
11:46 Endamên Meclîsa HDP civiyan: Rêxistinkirina gel şert e
11:33 Duh li dijî 12’ê Îlonê îro jî li dijî tecrîdê li ber xwe dide
11:18 TJA’yê ji bo Ayşe Gokkan banga piştevaniyê kir
10:06 Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan Aysel Tûglûk
09:52 Parêzerê doza helîkopterê: Dixwazin bi dirêjkirina demê delîlan reş bikin
09:52 Li Qoserê 200 dar kirin qurbana asfaltê
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 289'emîn de dewam dike
09:11 Birayê Servet Tûrgût: Ji ber ku em Kurd in ev zilm û neheqî li me dibe
09:09 ‘Qeyûm parçeyek Plana Hilweşandinê ye’
09:08 Kizil ê di 12’ê Îlonê de li Hejmara 5'an girtîbû: Têkoşînê ez li ser piyan hiştim
09:06 Qezenca esnafan ji sedî 20’an daketiye ji sedî 2’yan
09:04 Amedî: Wê daxistina benda hilbijartinê jî Tifaqa Cûmhûr xelas neke
09:02 Tirkiye dixwaze penaberên Efxan li gundên vala kirine bicih bike!
09:00 Astengiya li pêşiya aştiyê: Pergala înfaza Îmraliyê
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2021'AN
10/09/2021
17:03 Li Wanê xwendekarek hat girtin
16:57 Kesê ji doza malbata Dîrîl girtibû hat berdan