PZK'ê 3 sal li dû xwe hiştin: Zimanê kurdî hebûna me ye

  • rojane
  • 18:45 29 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN- PZK ku bi armanca ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehî û zimanê fermî hat avakirin, bi boneya 3 saliya xwe bi awayekî nivîskî daxuyaniyek da. 
 
Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ku di 29'ê Cotmeha 2018'an de ji hêla neh partî û tevgerên siyasî ve hat avakirin û di bin banê wê de gelek nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr û hunermend hene, bi boneya 3 saliya xwe bi awayekî nivîskî daxuyaniyek da. 
 
Daxuyaniya PZK'ê wiha ye:
 
"Platforma Zimanê Kurdî 29 ê Meha Cotmehê di sala 2018 an de hatiye damezrandin. Armanca sereke ji bona xebata Platforma Zimanê Kurdî ev bû; em ji dewleta Tırkiyê dixwazin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî. Li kêleka zimanê Tırkî zimanê Kurdî bibe xwediyê statuyeke yasayî û Kurdî di hemû saziyên dewletê de were bikaranîn. Qebûlkirina zimanê Kurdî dive him di Qanûna Bingehîn de û him ji di qanûnên ku karûbarên dewletê birêve dibin de eşkere were pêsendkirin. Ji bona ku em karibin vê pêvajoyê bi hêsanî derbas bikin, Platforma Zimanê Kurdî daxwaz dike ku Saziya Zimanê Kurdî di parlamentoya Tırkiyê de jî bê giftugokirin û damezrandin.
 
Ev aliyekî pirsa zimanê Kurdi ye. Li aliyê din asta bikaranîna zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê di xeterê de ye. Gelek mirovên Kurd asimîle bûne, ji ziman, dîrok, nasnama û kultura xwe bidûrketine. Di têkilîyên civakî û siyasî de zimanê Kurdî di asteke berfireh de nayê bikaranîn. Heke ev pêvajo wilo berdewam bike, wê netewa Kurd li Bakurê Kurdistana têk biçe. 
 
Ji ber vê sedema em weke Platforma Zimanê Kurdî dixwazin ku hişmendiya zimanê Kurdî di navê gelê me de berz bibe. Em daxwaz dikin ku parti û saziyên siyasî xebatên xwe bi zimanê Kurdi bikin. Serok, şaredar, parlamenter ûhw baş bi Kurdi zanibin, bila serokên saziyên sivîl bi Kurdî zanibin, yên ku zimanê xwe nizanıbin wana peywirdar nekin. Ango Platforma Zimanê Kurdi daxwaz dike ku zanebûna zimanê Kurdi di kare siyasi û civakî de bibe pîvaneke sereke. Siyasetmedar, rewşenbir û gelê me bi tevahî divê pêşî fêrî zimanê xwe bibe. Ji ber ku ji bona millete Kurd ev yeka hane erkek netewî ye. Pirsa man û nemanê ye.
 
Ji bona ku em bigîhêjin armancên xwe, xebatên PZK hene ku xwe bigîhîne Yekitîya Netewan, Yekitîya Ewrupa, Unesco û saziyên ku bi pirsa ziman ve têkıldarin. Me heta nûha serdana Nûwenertiya Yekitiya Ewrupa li Tırkiyê kiriye. Me bi partiyên siyasi yên Tırkiyê re di asta serokan de hevdîtin kirine. Têkiliyên me bi medya Kurdî re û yên din re jî gelek baş in. Medya Kurdî bi me re heta nûha baş alikar bûye. PZK raporek hiqûqî li ser rewşa zimanê Kurdi peşkeşi konsulxanên biyani li Tirkiyê kiriye, pêwendiyên me bi wezaretên dervê yên dewletan re hene. PZK heta nûha seminer, panel, konferans û çalaki li ser zimanê Kurdî kirine…
 
Helî dawî di roja 21 Sibatê 2021 me kampanyayekî imzeyên ji bona ku zimanê Kurdi bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî destpêkiriyê. Helî hindik armanca me di vê kampanyayê de ev ê ku em mîlyoneke imza kom bikin. Lê baş têzanin ku Pandemî heta nûha bûyê astengeke mezin li himberi çalakiyên kulturî û siyasî.
 
Di nava xebata Platforma Zimanê Kurdî de baş zelalbûye ku partî û tevgerên Kurdan li ser daxwazên netewî dikarin bi hevdû re kar bikin. Di pirsa ziman de Kurd hevbeş in. Di pirsa mafê ziman de Kurd hevbeş in. Ji ber vê yeke Platforma Zimanê Kurdî li miqabilî hestyariyên siyasi, li himberi endamê xwe bi rêzgirtin tevger kiriye, bi hevbeşî karê xwe kiriye û bûye mînakek pêşketi ji bona hevbeşbûna netewa Kurd.
 
Platforma Zimanê Kurdî ji aliyê neh partî û tevgerên siyasi ve hatiyê damezrandin. Di damezrandina platformê de rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û hunermend jî beşdar bibûn. Ew ji bi dilgermî piştgirtiya xebata PZK ê dikin. Partiyên ku Platforma Zimanê Kurdî damezrandin ev in; PAK, PSK, HDP, PDK Bakur, PDKT, Tevgera Azadî, KKP, DBP, PIA. 
 
Sê saliya PZK ê li Gelê Kurd pîroz be! Zimanê Kurdî hebûna me ye, nasnama me ye û taca serê Kurdan ye!"
 

Sernavên din

30/10/2021
09:23 Yolerî: Armanca tezkereyê têkoşîna gelê kurd e
09:23 Polîsan hewl da çawîşê pispor ê dest dirêjî du zarokan kir biparêzin
09:22 Sekretera Jin a KESK'ê: Em budçeyeke hevpar û li ser asasê aştiyê dixwazin
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2021'Ê
29/10/2021
18:45 PZK'ê 3 sal li dû xwe hiştin: Zimanê kurdî hebûna me ye
16:53 Aydenîz: Binçavkirina li Sêrtê delîla gotina ‘Kurdistan mêtîngeh e’ ye
16:46 Başaran: Armanca şewatan bêmirovkirina herêmê ye
15:44 Ji bo sersaxiyê serdana malbata Ozgun kirin
15:27 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Heke hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe ew jî ev desthilat e
15:13 Ji TJA'yê daxuyaniya Gezer: Em polîtîkaya tepisandina qebûl nakin
14:02 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
12:47 Dikandarê ku ji Akşenerê re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin
12:36 Kedkarê çapemeniya kurd Mamoste hat bibîranîn
11:58 Malbata Şenyaşar: Bila rêgezên komarê bên pêkanîn
11:48 Parêzera Ocalan: Bila Komîteya Wezîran a KE'yê peywira xwe pêk bîne
11:33 Ji berdana girtiya siyasî re dosyaya girtiya edlî bû asteng
10:22 Ciwanan bi pêgermokiyê tecrîd şermezar kirin
10:22 Li Silopiyayê 'Bazara Keda Jinan' tê avakirin
09:06 Dadgeriya Înfazê destdirêjiya hat kirin tomar nekir!
09:06 Çalakiya Dayikên Aşitiyê didome: Cenazeyên me bidin
09:06 Ji ber tunebûna avê 4 hezar û 500 pez li zozanan tê sekinandin
09:06 Hevserokê KNK'ê Karamûs: PDK, asteng e ji bo yekîtiya kurdî
09:06 ‘Cezakirina Gokkanê peyamek e ji bo têkoşîna jinê'
09:06 Dê NÇM li Amed, Wan û Îzmîrê konseran li dar bixe
09:06 Zumrut: Ji ber bêcezatiyê mirinên ji ber wesayîtên zirxî zêde dibin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2021'Ê
28/10/2021
17:06 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê, nayê Tirkiyeyê jî’
16:17 Li Metînayê birîna daran a bi destê cerdevanan didome
16:09 Li Amedê KHK hatin şermezarkirin: Wê hesabê bidin
16:01 Sal û 8 meh ceza li hevserokên HDP'ê yên Êlihê birîn
15:44 HDP'e bikaranîna çekên kimyewî bir rojeva meclisê
14:57 Guven ji girtiyên filistînî re name şand
14:35 Zibinci yê Şebnem Şirîn qetil kir hat girtin
14:22 Rojnamevan Turfent: Bergirî vegeriyan tecrîdê
13:54 Gunay: Divê her kes li ber tecrîda li Îmraliyê rabe
13:49 Çîn: Tirkiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir dike
13:35 Malbata Şenyaşar: Bila kes qala dewleta hiqûqê neke
13:17 Li Kocaeliyê jinek hat qetilkirin
13:04 Yureklî: Cezayê voltayê rêbaza şantajê ye
12:47 MÎT'ê li Efrînê parêzereke jin revand
12:22 Berdana girtiyan bi hêcetên beredayî tê astengkirin
12:16 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:16 Ji Rejîma Sûriyeyê planek bi kemîn
10:07 Maşîneya leşkerî qeza kir: Leşkerek mir û 2 leşker jî birîndar bûn
10:06 Cilên girtiyên hatin sewqkirin nehatin dayîn
09:10 DAIŞ’ê êrişî eskerên Iraqê kir: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 Hejmartina ser piya li girtiyê milekî û lingekî wî tune ye ferz kirin
09:08 Kedkarê nejibîr ê çapemeniya kurdî: Mamoste Kadrî
09:07 'Deklerasyon reçeteya çareserkirina pirsgirêkan e'
09:06 Dadgehê biryar da: Di mewzûatê de sûcekî bi awayê greva birçîbûnê tune ye
09:06 Koç: Li dijî binpêkirinên mafan serî li Wezareta Dadê û komîsyonê bidin
09:05 'Rejîma otorîter bi girtina çapemeniyê re hat avakirin'
09:04 Komeleya Hunerê ya Dîcleyê dê ji bo zarokan qursên nû çêbike
09:04 Li Rihayê fiyetên avahiyan du qat biha bûne
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2021'Ê
27/10/2021
16:52 Ji ber nûçeya destdirêjiyê parve kir gef lê hat xwarin
16:46 Malbatên Pirsûsê: Ji ber ku komkujî dirêjî desthilatê dibe doz hat girtin
16:04 Êrîşa li ser girtiyan şermezar kirin: Divê demildest lêpirsîn bê vekirin
15:48 Parazvanê şaredara ku HDP’ê wê îxrac kiribû ji xwestina bertîlê hat girtin
15:44 Partiya Pêşerojê serdana malbata Şenyaşar kir
15:33 Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin
15:32 Ji ÎHD'ê rapora girtîgehê Marmarayê: Pêkanînên tecrîdê zêde bûn
15:17 Di şerê Mêrdînê de gumana înfazê
14:59 Li Diyalayê êrişeke din pêk hat: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:41 Daxwaza girtina bersûcê destdirêjiyê ku muebbet jê re tê xwestin hat redkirin
14:36 Demîrtaş: Sedema ku dolar çima bûye 10 TL di Doza Kobanê de bişopînin
13:37 HDP: Bila îşkenceya li girtiyê ji sedî 90 astengdar hat kirin bê lêkolînkirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Di bingeha vê rewşa nebaş de bêedaletî heye
12:31 Li Şêladizê PDK’ê êriş kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:30 Qeyûm tabeleya kreşa Zarokistanê guherand
12:15 Mehmet Ocalan bertek nîşanî cezayê "avêtina voltayê" da: Ji bo qedexeyê hincet çêdikin
11:47 Tundiya li mamoste hatibû kirin hat şermezarkirin
11:19 Devecîoglû: Bi tezkereyê çavkaniyan ji sermayeya şer re vediqetînin
10:47 Derket holê ku Dînler ên agahî ji wan nedihat girtin hatine binçavkirin
10:06 Rûspiyan bang li Barzanî kir: Roj roja yekitiyê ye
09:39 ‘Em ê xweparastinê birêxistin bikin'
09:13 ‘Kiryarên sereke yên Komkujiya Pirsûsê nehatin eşkerekirin'
09:13 Girtiya nexweş Erdînç ji ber nerihetiya nigê xwe nikare biçe tuwaletê'
09:13 Hewildanên ji bo helalkirina failê tecawizê: Hevdîtin bi hin AKP'iyan re hat kirin
09:13 Li Girtîgeha Wanê îşkence!
09:13 Li Heskîfê av kêm bû, dêra dîrokî xuyanî kir
09:13 Parêzer Aydin: Rejîmeke înfazê ya despotîk hat afirandin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2021'Ê
08:40 DAIŞ’ê li Iraqê êriş kir: 12 kes mirin 15 kes jî birîndar bûn
26/10/2021
19:53 Li Cizîrê ciwanekî hewl da xwe bikuje
16:32 Li meclisê hevdîtinên tezkerê dest pê kirin
16:13 HDP li Meclîsê tezkereyê protesto dike: Tezkere şer e
15:40 EŞÎK’ê serdana HDP’ê kir
15:27 'Bila girtiyên nexweş bên berdan'
15:17 Bûldan: Tezkereya şer dijminatiya kurdan e
15:17 Wê CHP ji tezkereya Iraq û Sûriyeyê re bibêje 'na'
15:00 Doza Kobanê: Serdana Ozgur Gundemê kirin hêceta girtinê
13:59 Êrişa li ser girtîgehê şermezar kirin: Bertekên xwe nîşan bidin
13:36 Doza rojnamevan Akin û ve Sarisozen hat taloqkirin
13:24 Li Girtîgeha Şirnexê gardiyanan êrişî girtiyan kirin
13:23 Doza Kobanê: Daxuyaniya Demîrtaş bi şahidan dane jiberkirin
12:25 Serlêdana Ocalan di rojeva KE'yê de ye: Dibe ku mafê 'daxwaza berdana bi şert' derkeve holê
12:07 Malbata Şenyaşar: Ev 3 sal û nîv e çima lêpirsîn nayê destpêkirin?
12:06 Parêzer ji bo Ocalan bibînin carek din serî li dozgeriyê dan
11:28 Daxwaza girtina yek ji gumanbarê komkujiya malbata Dedeogullari hat redkirin