Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî

  • ciwan
  • 11:39 11 Çile 2022
  • |
img
XARPÊT - Xwendekarê tipê Enes Kara ku li wargeha cemaetê dima, piştî zexta ku li dihat kirin vegot dawî li jiyana xwe anî. 
 
Li Xarpêtê, xwendekarê pola duyemîn ê Faqulteya Tipê ya Zanîngeha Firatê Enes Kara (20), piştî kişandina dîmenek ku têde fikarên xwe yên pêşerojê û zextên ku li wargeha bi zora malbata xwe lê dimîne vedigot, dawî li jiyana xwe anî. Kara ku li pişt xwe nîşeya întiharê jî hişt, diyar kir ku rexmî ne misliman e li wargeha cemaetê bi zorê nimêjê pê dane kirin û lê ferz kirine ku tevlî dersên cemaetê bibe. 
 
Li gorî nûçeya ku Rojnameya Evrenselê darbas kiriye, Kara, di nîşeya xwe ya întiharê de ev tişt nivîsandine: "Herkes ji bijîjkiyê direve, lewre mobbîng heye, nubetên dirêj hene, îhtîmala ji nexweşan tundî bê heye, weke koleyan dixebitî, ev pêşerojeke wiha naxwazim...Li wargeha cemaetê ya lê dimînim kirina nimêjê û tevlîbûna dersên cemaetê mecbûrî ye, xwendina pirtûkên ku didin mecbûrî ye. Ez bixwe ne misliman im, malbata min nizane, dema ku min got ez dixwazim veqetim bersiva na girt."
 
Kara, dîmena ku beriya bûyere kişandiye de jî ev tişt dibêje: "Niha li wargeha cemaetê dimînim. Rexmî ku qet naxwazim û gelek car vê ji malbata xwe re vegot jî. Gelek caran min got lê mayîna li vir li min ferz kirin...Dema lîse û dibistana navîn jî dihatim medreseyên wiha û di hin betlaneyan de şevînî dimam. Wê demê jî min nexwest lê malbata min li min ferz dikir. Heftê rojek du rojan dihatim û salê hefteyek du hefte şevînî dimam. Pir jî ne zor bû. Min digot wê heta zanîngehê bidome.
 
Li vir nimêj mecbûrî ye. Weke cemaet dimînin, piştî nimêjê ders heye. Nêzî her carê 30 deqe didome. Rojê saetek xwendina pirtûkê mecbûrî ye. Heftê 3 rojan mecbûrî tevlî dersên cemaetê bibî. Xwarinê xwendekar çêdikin, dîsa heftê rojekê em paqijiyê dikin. Bi nimêja sibehê re radibim, diçim dibistanê û têm, nimêja êvarê, xwarin, xwendin, nimêja eşayê, dersa cemaetê, saet dibe 10. Jixwe roja din dîsa saet di 06.30'an de radibim nimêjê. Tenê di 08.00'an de serbest dibim. Dawiya heftê jî wiha ye. Dîsa bi qasî 3 saetan dem dimîne û di vê demê de xweşik ders jî naxebitim. Lewre bi awayekî derûnî diwestim."
 
Ev her du pirsgirêk ji hev cuda bên fikirîn ne tiştên ku mirov nikare bi wan re serî derbixe lê dema hemû dibin yek hemû hezkirina min a jiyanê digire, xwe azad hîs nakim. Di 24 saetan de tenê 3 saet ji min re dimîne." 

Sernavên din

14/01/2022
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin
13:45 Doza êrişa li dijî Malbata Dedeogullari hat taloqkirin
13:37 Nîhat Kazanhan hat bibîranîn
12:35 Li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê îşkenceya lêgerîna tazî
12:05 Rojnamevanê girtî bi nexweşiya CIDP’ê ketiye
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Di doza êrişa malbata Dedogullari de dadger destûrê neda pirsa derbarê kurdan de
11:47 Malbata Şenyaşar ji dozger re got: Ev bar wê bimîne ser milên we
11:32 Bûldan û Sancar serdana Zeydan kirin
11:30 Morsumbul ê dermankirina wî tê astengkirin nayê berdan
10:45 376 hezar û 500 lîre ji bo terasa Fîskayayê hatiye xerckirin
10:29 Emrê wê li ber girtîgehan derbas bû: Em êdî cîhanek azad dixwazin
09:01 Di Doza Kobanê de li makîneya xwe ya hinguv a windakirî digere!
09:01 Li tenişta taxê depoya dînamîtan hat avakirin
09:01 Nobeda ji bo 'azadiya girtiyan' du meh li pey xwe hişt
09:01 Ferat Der, dibistana kurdî ya Semsûrê ye
09:01 Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê
09:01 Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN
13/01/2022
21:58 NÇM'ê Sersal pîroz kir
21:20 Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
21:00 Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn
20:09 Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e
19:38 Qetilkirina jinan protesto kirin
18:53 Li Şirnexê mijek zêde çêbû
18:30 Li Silopiyayê mirineke biguman
17:28 Tê gotin ku Nazarbayev miriye!
16:29 Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didome
15:52 Doza protestoya Qetlîama Pirsûsê hat taloqkirin
15:37 Malbata Doku name ji 600 mebûsan re şand: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin
14:59 Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne
14:45 8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:32 Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand
13:09 Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:37 Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin
12:25 Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir
11:49 Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin
11:14 Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye
10:55 AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike
10:14 Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye
10:13 Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike
10:01 Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin
09:49 Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e!
09:25 Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin
09:04 Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin
09:04 Ji dêvla kesê tacizî zarokê kir, kesê tacizê asteng kir ket ber lêpirsînê
09:04 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Bila girtî bên berdan
09:04 Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e
09:04 137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'YAN
12/01/2022
23:07 Amedpsorê şeva piştevaniyê li dar xist
19:53 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
19:46 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiya Serê Salê
19:14 Gergerlîoglû têkildarî kuştina Elnaîf pêşniyazpirsek da ber wezaretê
18:44 Li dijî nijadperestiyê banga ji bo têkoşîna hevpar
17:58 Komîsyona Têkel, dê di 20'ê Çileyê de ji bo Guzelê kom bibe
17:47 Li Wanê lidarxistina çalakiyan heya 15 rojan hat qedexekirin
17:24 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Kujerê Enes AKP ye
17:14 Hard dîskê ku delîla herî girîng a cînayeta Elçî bû vala derket
16:59 Li kuçeyên Sûrê ‘Serê Salê’ hat pîrozkirin
16:27 Hevalê Elnaîf: Li ser êrişkarekê kincên polisan hebûn
16:23 Lêgerîna edaletê ya malbata Dokû di roja 12’emîn de ye
16:02 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
15:29 Hiqûqzan: Berpirsiyarê kuştina Dîlara îqtidara siyasî ye
15:22 SES'ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:18 HDK’ê kampanya da destpêkirin: Hêza me ya guhertinê heye
15:08 Doznameya çawişê pispor ê faîlê êrişa zayendî temam bû
15:07 ‘Midûr û rayedarên dibistanan li pêşiya bijartina dersa bijarte dibin asteng’
14:31 Dozger ji bo rojnamevan Rûken Demîr ceza xwest
14:02 Enstîtuya François Mitterand xelat da Demîrtaş
13:39 Di doza Elçî de şahid nav da: Dozger Karaca min araste kir
13:11 Li Semsûrê 2 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Em ê serê xwe li ber zilmê netewînin
11:29 Fezlekeya derbarê Semra Guzel de şandin Meclîsê
11:13 Danişîna 4’emîn a cînayeta Tahîr Elçî dest pê kir
11:12 Amedî bi bertek in: Em esl û feslê wî jî qebûl nakin
10:44 Ciwanê ketiye defika tiryakê: Dixwazim jê xelas bibim
10:37 Endama HDP’ê Karaman di qawişa FETO’yiyan de tê ragirtin
10:18 HDK wê forûma ‘Em bajarê xwe diparêzin’ li dar bixin
09:37 Li Wanê mirina biguman a jinekê
09:09 Tirkiye hêzên paramîlîter ji Sûriyê sewqî Başûrê Kurdistanê dike
09:09 Biryara Dadgehê ya ji bo kuştina Kemal Kûrkût: Tu qisûr tune
09:09 ‘Divê şanoya kurdî berbelav bibe'
09:09 Sîxurtî li ciwanên HDP'î ferz kirin
09:09 Parêzerê Zara Mohammedî: Biryara dadgehê ne qanûnî ye
09:09 Eşyayên girtiyan nadin wan
09:09 Piştî girtina 5 kur û hevjîna xwe hat girtin: Rewşa wî giran e
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin